Ibra: Destpêk /Genesis

 Ibra: DESTPÊK/ GENESIS




Pêşgotin/ Prologue


Panos di bin serdestiya Roppo Royoslogo (Împariya Roppo/Roppo Emperia) de bû. Gelê Roppo; bi namerdî, zordestî, dizî, talan, derewkarî, hîlebazî, rêzefîlmên xwe yên dûvdirêj û qamûşên xwe yên kurt bi nav û deng bûn. Ev milletê hov, her ku der dagir bikira, dixwest gelê wê derê weke xwe bikin ‘owrowspo çowçowogo( di zimanê hovan de ev gotin dihat wateya îtaata bê şert û merc(complete surrender)) û ji bo Royos (Emperor) her tim serê xwe rakirina asîman û bikirana ore or: ’huloggg gotonon goloyogg royos! (her bijî royos, împeror!/ long live the empreror!) . 

Ji destpêka dagirkeriyê vir de helbet nezarîbûn hebûn dijî vê bindestiya şermezar û bêrûmet, û çend serhildan û raperîn jî rû dabûn. Raperîna herî dawî ji hêla alîgirên kesekî bi navê Ark ve hatibû destpêkirin. Lê belê ev raperîn jî bi xwînrêjiyeke bêpayan hatibû perçiqandin, jê hêla AA(Artêşa Asemeleyê/ Degenerative Army) ya di bin destê serokê şaredariyê, Savblov Sayacob û bi hevkariya sê komên bêbext û xwefiroş ên ji nav gelê Panosê derketî; torkocoyan(kesên aligirên ziman û kultura Roppoyan), amcoyan (kesên li her derê û her demê li gorê atmosferê ziman, kultur û baweriya xwe diguherînin) û tefocoyan(mutehît, gangster, kujer, rêbirr û bazirganên tevzemeniyan).


Piştî perçiqandinê, nêçîrgeriyeke (manhunt) berfireh, bê insaf destpêkir û bi salan domand. Birek ji raperîneran bi êşkenceyê hatin kuştin, birek hat windakirin û pirraniya wan jî kete destê torkoco, amco û tefocoyan; ev beşa, yan ji bo organên wan hatin parçe parçekirin, yan jî serê merivê bi qasî çil hezar PP(Panotê Panosê) hate firotan. 

Her wisa ku êdî kesekî newêribû navê Ark û şopînerên wî bilêv bike. Bi demê re, lehengî û qehremantiya wan hate ji bîrkirin. Ev serboriyên rûmet û serbilindiyê, ew sirûdên xwebûn, serxwebûn û azadiyê negihîştin nifşên nû. Ji ber ku kesekî nexwest rastiyê bigihîne zarokên xwe, da ku neyên kuştin. Tenê, nifşên berê hey cara di nav xwe de dikirin pise pis û digotin: Her çi qas Roppo dibêje me Ark ji holê rakir jî, bi rastî Ark hê jî lê wan deran cîyekî ye û li bendê ye…. Roppo jî, bi torkoco, amco û tefocoyên xwe ve dizîkava wî qul bi qul digere….


Aliyê dinê ve, ji bo gelê Panosê heta heta bi vê rewşa xwe ya rûreş û belengaz nehise, Roppo bi her awayê pêşiya çete, alozî û qirêjahiya di Panosê de vedikir.


Di van salên dawîn de,  di Panos Metropolitanê de kar û barên krîmînal derketibûn asta herî bilind di dîroka xwe de. Her kolanê de birek rêbirr, quldir, firoşên tevzemeniyan û taybet tefoco hebûn. Kesekî nikaribû bi dilekî rihet karxana xwe veke, danûstandinan bike û nanekî bibe mala xwe. Pirraniya ciwanan ketibû nav lepên firoşin tewzemeniyan; her cirre jehr, weke benîştên li dikanan tên firotin, êdî tiştên asan bûn û li her derê li ber dest bûn; bi taybetî meta-fate-reş! Ciwan tev bibûn bengiyê vê jehrê. Ji bo vê jehrê bi dest bixin dizî dikirin, dikuştin, heta ku hinekan gurçikên xwe jî difirotin. Û gava ew mîrata dikişandin jî li hev didan, hev kêr dikirin, di kolanan de destdirêjiyê keçikan dikirin û diketin çeteyan ji esnafan xerac berav dikirin. Û ev hemû çete û hemû tora tevzemenî û hemû dazgehên sûcan di bin destê yek kesî de bûn: Tefoyê Beybîfeys. Bi navê bêhtir tê zanîn: Tofî Tefo! Şahê Tefocoyan.





Ibrahimm


Zehf hindik ciwan mabûn ku xwe ji vê alozî û reşebaya Panos Metropolitan dagir kiriye parastibûn. Yek ji wana Ibrahimm Oyeah bû. Ibrahimm, ciwanekî heta tu bibêjî rûnerm, bêdeng, kedkar û naîv bû. Ibrahimm di Lîseya Yosta Cemîday (Yosta Cemîday High School) de dixwend û di hêla dersan de di wê dibistanê de xwendekarê herî serkeftî bû. Ji tu dersa xwe nedima. Beriya her kesî dihat dibistanê û piştî dibistanê jî zû bi zû li duçerxa (bicycle) xwe ya kewn e êdî hal tê de nemaye suwar dibû, diçû di çayxana SiFi Teno de par-dem(part-time) dixebitî. Vê qasê yek xeyalê wî hebû: Pere bida hev û telefoneke Iton bikiriya, da ku êdî ew jî wek yên din telefona xwe, bêyî şerm, ji berîka xwe derxista û selfie bikişandana. Kî dizane, belkî Kişmiş jî ew êdî ferq bikira… Lê kambaxê Iton pênc hezar PP bû ( Panotê Panosê/Panos Pound)... 

  Dersa Ibrahimm herî zêde jê hez dikir fîzîk bû. Dixwast rojekî bibe endazyarê elektronîkê û ji bo incelan robotên seksê yên ji merivan jî merivtir çê bike.

  Mamosteya dersên fîzîkê Porteqal gellekî ji Ibrahimm hez dikir. Porteqalê qet mêr nekiribû, her wiha zarokên wê tunebûn û Ibrahîm hema weke kurê xwe didît. Dihîşt tenê Ibrahîm bikeve labaratuara wê û destê xwe bide amûr û alavên wê. Xêncî yek cîyî: li qulçikê tarî yê labaratuarê de kaseyeke ji pola, ku pirr zexm û giran, hebû. Her kîngê Ibrahîm nêzîkê wê kaseyê bibûya û destê xwe bidayê, mamoste bi timî diguherî; ew rûnermî jê diçû, dihat ser tayê t’ebayekî, bi hêrseke tund bang dikir: Nebê nebê!

  Ev rewşa wê, têra xwe Ibrahimm ditirsand, lê alîkî ve jî meraqa di dilê wî de gurr dikir; gelo çi ye tişta ew qas girîng di kaseyê de?

 

Ibrahimm baş dizanibû, taybetmendiyeke wan a hevpar hebû, ku wê taybetmendiyê ew herduyan wiha nêzîkê hev dikirin; her du jî, bi nêrîn û nirxandinên civatê, nivîşkan bûn, sosret û ecêb bûn.


Rojekî mamosteya Ziman Û Wêjeya Çaya Qaçax, Tutûnxoş Azşîker di korîdora dibistanê de bi Porteqalê re ketibû pevçûnê û gotinên gellekî tûj jê re gotibûn. Porteqala ku bi bêdengî, şermokeyî û di-halê-xwe-de-yî ya xwe tê nasîn li ser van gotinên jinikê dîn bibû û çawa xwe bi jinikê re gihandibû tiliyên xwe kutabû nav gongila serê wê. Di nav qare qîja jinikê de sînebenda/memikdanka (bra) Porteqalê qetiyabû û ji nav sînebendê du porteqal titolê ser zemîna korîdorê bibûn. Di wê pêngavê de bêdengiyeke kûr ketibû hemû dibistanê. Çi?! Jineke bê memik! Di nav çavên zoqbûyî û devên jihevçûyî yên mamoste, xwendekaran de Porteqalê pisîra xwe bi telaşe û şermdarî dabû hev û ji wira revîbû. Paşê jî hinekan bi dizîkava, hinekan jî ayan û beyan qirf û kenên xwe pê kiribûn û wê rojê şûn de navê mamosteya fîzîkê bibû 'Porteqa'l.

  Ewê rojê, piştî gelemşe û girseya li korîdorê bela bibû, Ibrahimm kerre kerr çûbû ew her du porteqal ji zemînê hildabûn. Biribû labaratuarê, mamoste li qulçikekî rûniştibû û digirîya. Ibrahimm hêdîkane her du porteqal danîbûn ser masaya hestin, bi gavên nerm ber bi wê çûbû, li ber wê rûniştibû û destê xwe dabû ser destên wê. Porteqalê çavên xwe, yên  jê kilên reş rijyabû ser gurçikên rûyên wê, bilind kiribû û li Ibrahimm nihêrîbû.

Ew pêngav bibû destpêka hevalbendiya Ibrahimm û Porteqalê…


Dîsa rojekî Ibrahimm û Porteqal di labaratuarê de bûn, ji serê salê vir de li ser projekte acêp dixebitîn. Armanca wana ew bû ku ew karebaya (electricity) elektro-motor diafrîne dîsa ber bi motorê ve bikin û bi vê awayê sîstemeke bixwe-xwe digerîne pêk bînin. (self-sufficient electric motor) 

             ‘’Baldar be Ibrahimm'', got mamosteyê, ''tenê 10 ohm û 22 amper, ne kêm û ne jî zêde!’’

             ‘’Dizanim mamoste’, got Ibrahimm, ‘’te sad carî got jixwe’’ û keniya bi tinazî.

Mamosteyê sîleke nerm daynî patika wî,

''Zanista bê baldarî felaket e Ibo! Hema weke evînê.''

             ‘’Evînê?’’

             ‘’Erê, evîn. Divê tu her du mijaran de jî baldar bî.’’ 

             ‘’Tu karê min bi evînê re nîn e.’’

            ‘’Erê erê, ma ez nabînim ku di polê de tu ça' dizîkava li Kişmişê dinhêrî û gilêza te rêz dibe, kûçik?!''

Rengê Ibrahimm nişkê ve sor-gevez bû, tûk di qirikê de ma, kuxîya. Û teq! Agir ji motorê pekîya, dûyekî reş jê rabû.

            ‘’Min negote te tenê 10 ohm, kurmî?!’’

Tepp! Mamosteyê sîleke şiddiyayî avête patika Ibrahimm.

            ‘’Hemû sûcê te ye! Te ez şaşopaşo kirim!’’

            ‘’Berde! Destê xwe jê bikişîne, kêmhişê bêkêr! Bicehime, derkeve ji labaratuara min!’’

Ibrahimm bi avayekî hêrs kapuşonê(hoodie) xwe yê reş li xwe kir, derî havît û derket. Bi gavên lez û bi bilebil li korîdorê bezand. ‘Evîna çi halê çi edn.’ got di ber xwe de. ‘Êja ez dibînim tu çawa lê dinhêrî bla bla… Ka min kîngê lê nihêriye? Jixwe ew…’

  ‘Ev jî kî ye…..Ew e! Kişmiş. Bedewa dibistanê’... Li nav korîdorê bi bizavkêşa hêdîkane (slowmotion) porên wê yên xelek di nav bayê de pêl vedide…çokên Ibrahimm sist bûn dîsa, gilêz hate ser çenê. Kişmişşşş…hat û li ber Ibrahimm re derbas bû. ‘Hmm bêhna şampoya Kîrîlirê…’ 

  Heta Kişmiş jê derbas bû û li ber çevan windabû jî Ibrahimm taqet nedît ji dewsa xwe bilibite. ‘Kişmişşş…. ‘

  Paşê rih hinekî ber de hat. Ibrahimm gilêza li ser çena xwe paxiş  kir. Divê bilezanda, ji ber ku dereng dima bo karê çayxanê û SiFi Teno wê dîsa bire xeber jê re bigota. Derket hewşa dibistanê, banzda ser duçerxa xwe, zengila duçerxê nalînek danî bi axnîya Ibrahimm re. 

  ‘Wê ji hişê xwe biavêje îboo!’, gote xwe, ‘ew kî ye tu kî yî kurê min?!. Temamê dibistanê li pey wê ye, ew jî evîndara Anûs Rektalzade yê kurê Antîfariz ê galerîvan e. Pîjê zengîn! Tu her roj nabînî ku çawa Kişmiş di polê  de lêlê ye bikeve devê wî tixayî? Ew prensesa Yosta Cemîday ye lawww! Keçika Şevşedîn Pêncposte, xwediyê Panos Timesê ye. Ew piştî dibistanê diçe li cem bavê xwe makaleyan dinivîse li ser Sînemaya Panosê, tu jî çay bela dikî li çayxana SiFi Tenoyê qûntelîs. Were ser hişê xwe kuro bêhiş!’ 

  Neynika duçerxê nihêrî, ‘Ca li tîp binhêre! Kişmişê li vî tîpê binhêre?! Wele li ser te de namîze jî! Ca lê binhêre! Weliyê min li tîp nîyî Ibo, tûûû!’ Tûyê neynikê kir, tûkê, eksa rûyê wî veşart. Ibrahimm ji xwe nefret kir dîsa, kulikê kapuşonê(hoodie) xwe heta ser çavên xwe kişand û ba da duçerxê. Bi lezê re bayekî da rûyê wî. 

  Mala bavê Kişmişê hema kêleka mala Porteqalê bû. Hey cara Porteqalê tişt mişt bixwasta Ibrahimm jê re dibir û di her çûyîna xwe de penceraya jûra(room) Kişmişê temaşe dikir bêhneke fire. Hey cara ber pencerê dihat xûyan Kişmiş, dans dikir…’offf weke qazqulingên gerdandirêj ên li ser golên zelal û tijî bi nîlufer, çi bedew û semyan, çi nazik û nazenîn…. Ibrahimm çerxan bade!’


  Ser êvarê hate malê. Westiyabû. Pîrika wî, Huptrîşk, derî lê vekir, bezîyayê:

             ‘’Tu li ku may, li ku bûy heta vê gavê rûviyê rûtik?! Tu nizanî ev bajar seramser xeternakî ye! Lê rojekî di kolanekî de yek te kêr bike ez ê çi xweliyê xwe bikim?’’

  Gava Ibrahimm piçûk bû hertim rût û tazî û başevala digeriya di nav malê û kûçeyê de, û li ser vê, pirîka wî nûçika ‘rûviyê rûtik’ lê kiribû û hertim bi vê nûçikê bangê nebîyê xwe dikir.

             ’Offf… ez zehf birçî me pîrikê. Te çi… aha eva bêhna…?’’

             ‘’Xurekê tu jê herî zehf hez dikî’’, got Huptrîşkê.

             ‘’Keledoşşşşş…himm’’


  Ibrahimm weke gurên birçî tasa sisîyan dixwar ji keledoşê. Huptrîşkê jî destê xwe dabû ber çena xwe û nebîyê xwe temaşe dikir bi dilowanî û hinekî jî heyretmayî; tiştekî ecêb hebû derbarê Ibrahimm de, wî her çendî bixwara jî hema wisa jarik û zûtikî bû. Teşk û milên ziravîçk, stûyekî tayê mirîşkên zireetê yên rûtik, serekî wek kartolên Erdîşê xilî-xaro…. Lê dîsa jî ji rihê xwe zehftir hez ji nebîyê xwe dikir, ew mikana wê bû, yadigariya kurê wê, sebra li ber dilê wê… Ibrahimm, bo wê mêrê herî qeşeng bû li ser rûyê cîhanê!

  Di wê pêngavê de, te yê bigota qey Ibrahimm raman û hizrên pîrika xwe hîs kiriye, got,

             ‘’Pîrikê, bi ya te ez incel im?

             ‘’Incel çi ye kurê min?’’,  ji nav hizran pekiya Huptrîşk 

             ‘’De kêfne(nevermind) pîrikê..Ez wisa westiyayî me! Ez ê razêm.’’

  Nişkê ve tîreke êşê li singê Huptrîşkê da, Huptrîşk nalî û destê xwe havîte kêleka singê xwe yê çepê.

             ‘’Çi bû pirîkê?!’’,  Ibrahimm hilpekiya.

             ‘’Ayh... Tiştek tune ye lawo. Barkem keledoş ji min re giran hat.’’

             ‘’Ka rabe, hinekî xwe dirêj ke’’. rahişte milê wê.

             ‘’Na na, ez baş im. Tu here razê kurê min, ez jî tasek keledoş bibim ji Halik Sisto û nebîya wî re.’’

  Ibrahimm kişiya jûra xwe. Dîwarên jûra xwe seramser bi posterên stranbêjê xwe yê herî favorî(favourite) bezandibû: Şahtêda Bada...Gellekî ji stran, deng, gotin û felsefeya jiyanê ya Şahtêda Bada hez dikir Ibrahimm.

  Li ser nivînên xwe rûnişt (ku heta çarşefên wî jî bi rûyê Şahtêda Bada hatibûn nexşkirin) û kasêtek havîte ser teyîbê. Strana “Çavreşa Min” lê xist. Ibrahimm xwe dirêj kir, destên xwe di bin serê xwe de gîhande hev û arîq temaşe kir. ‘Çavreşa minnnn’…Çavên reş yên Kişmişê li ser arîq xêz kir. Paşê gerdana spî, paşê cotek memikên fenanî sêvên çerçî tînin…’were ba minnnn’…. li jêrê têjikeke kobrayekî ji xew radibû û doza xwarinê dikir. ‘Ez bê hal immmm’… ‘Ca xwe kerr ke!’, got Ibrahimm di dilê xwe de. Lê qet nîyeta kobrayê tunebû serî li ber Ibrahimm dayne. Destê Ibrahimm çû jêr… ‘tu sebeba minnn’….’ Ihmmm Kişşşş…’


  Sibetirê dîsa Ibrahimm pêşiya her kesî hatibû polê (classroom). Cotek çavên reş ên bijangdirêj yên ku şeva çûyî li ser arîqê jûra xwe bi xeyalên xwe xêz kiribû, niha bi pênûsê li ser rûpeleke deftera xwe xêz dikir. Paşê deriyê polê vebû û berekê ve yên din hatin. Paşê jî Kişmiş… Her gava dikete polê qey digo pol dibû mêrgeke seramser ji beybûnan pêkhatî, li zozaneke bilind, li asîmanê zozanê yê saf-hêşîn de kitek ewr ajne nade; ew qas ronayî ew qas bêhnveker û vejînker…Mêrga tijî bi tacên spî û navikên zer, mozeke(bee) rengîn li ser beybûnan digere û wana yeko yeko paç (kiss) dike… 

Lê paşê, du gava piştî Kişmişê, Anûs Rektalzadeyê Antîfariz ê galerîvan peyda dibe. Bi peydabûna wî re,asîmanên mêrga beybûnan tijî bi ewrên tarî dibe, bayekî sar tê, mozê rengîn diguhere dibe mozê keran ê reşe-birîştî,  ew dengê mozê yê kirêt î wek êşkence…. Kişmiş li ser sermila xwe ya çepê vedigere û devbiken li Anûs dinhêre.  ‘wa tu dibînî, lêlê ye bikeve devê wî… Helbet wê bikevê kurê min', got Ibrahimm di dilê xwe de, 'ca bejn û bala Anûs û navmila wî ye biber binihêre laww. Mêrik sergovendê koma govendê ya Lîseya Yosta Cedmîday e. Hinek dibêjin di bajêr de ser wî re govendkêş tune ye. Hê hinek jî dibêjin ev lawik sûretekî Xwedayê Govendê SîFî Gomer e! Giyanê SîFî Gomer di hundirê wî de ye!… Êja Kişmiş ê li te binêre yan li wî? Sergîn!….Ca bişîrîna bîjane ya li rûyê Anûs binhêre, çi qas xwebawer û xweperest…’ 

  Hew nihêrî yekî deftera Ibrahimm ji nav destên wî kişand, îbrahîm veciniqî. Qundoyê Amoyê Dukanvan! Nîşaneya bediya (evil/badness/malice) xwerû… Ger yekî bigota bedî, zikreşî, kîndarî, xezebî biketa teşeya merivekî wê çawa bibûya, Ibrahimm bêguman wê bi tilîya xwe raste rast Qundo nîşan bida. Qundo hertim bela xwe zarokên herî di halê xwe de, mit, lawaz dida, bi taybetî jî li Ibrahimm… Ibrahimm rabû û rahêşt ku defterê jê bistîne, lê kurê qehbê bilindtir bû ji Ibrahimm, li hewa rûpela çav li ser xêzkirî nîşanê polê da,

            “Wayy.. ev çevên kê ne gelo? Hahaha…” 

Ibrahimm banzda hewa ku ji dêst derxe... lê bêçîne…

            ”Kanê… Kişmiş aha… dişibine çavên te hahaha… erê evana ji sedî sed çevên te ne! Hahaha oww ca li  Ibo binihêrin! Dilê wî ketiye Kişmişê hahahah”

  Qudûmên Ibrahimm şikestin. Hema di dewsa xwe de tepisî, ji ber şerma xwaziya xwe bi mirinê hanî, lêlê bû erd biqelişanda û heft qatan bikeve binê erdê. Kulikê xwe kişand ser rûyê xwe, serê xwe li ser masê di nav milên xwe de veşart. Çavên wî reşevedihatin, dengên di polê de tevlihevbûn li ber guhên wî. Dûv re yekê kire qare qar:

            “Qundo bicehime, Qunndoyê pozkîr!”

Paşê xwediya wê dengê destê xwe da ser sermila Ibrahimm, Ibrahimm zorzehmet serê xwe ji masê rakir, cotê çavên reş raste rast li nav çavên wî dinihêrî, ”Guh nede van qawatan”, got Kişmişê û deftera wî daynî ber destên wî. Dem bo qasekî sekinî, porên xelek bi bizavkêşa hêdîkane û di nav bayekî nepenî de pêl vedan dîsa. Pê re mamosteyê Ziman û Wêjeya Roppo, Mejazzê Morsel ê simbêlqeytan kete hundir û qariya:,

            ‘’Li dewsa xwe rûnê Qundoyê qulkulfik!” 

Dem dîsa herikî, Kişmiş çû dewsa xwe, li kêleka Şeşmişê (bestieya wê) rûnişt.


  Hê, dibe ku bîst xulek(munite) derbas nebibû, telefona Ibrahimm bi polîfoniya “Çavreşa Min” lê da. Serî de Qundo, kûthevalê wî Tancoyê Manco û hemû pol (xêncî Kişmişê) bi hev re, bû hîkehîka wan û keniyan. Ji ber ku di berîka hemûyan de dawîn-modelên Iton hebûn, lê ji ber xizaniyê,  telefona di berîka Ibrahimm de hê jî Negêya3110 bû. Mamoste destê xwe li masê da got “telefona xwe bigire 1001 Ibrahimm Oyea!”  Ibrahimm telefon havîte meşgûlê, lê qasekî şûn de telefonê dîsa lê da. Dîsa hîkehîka zarokan û dîsa şeqiniya sîleya mamoste li ser masê… Ibrahimm dîsa havît meşgûlê û vê carê kir ku telefonê bigire, hê tilîya wî neçûbû ser bişkokê, peyamek jê re hat: Pîrika te li nexweşxanê ye zû were!

  Ibrahimm got niha min şaş xwendiye, carke xwend: Pirîka te li nexweşxanê ye zû were! 

Ev hejmara Halik Sistoyê cînarê wan bû! Ibrahimm ji dewsa xwe pekiya, bi wî bayî, xwe havîte korîdorê. Dengê tiranên Qundo li pey wî dihat: ’’ Piştî çend mehan barkem şarja telefona wî ret bû loma şok bû û çû hahahaha…’’  Li korîdorê rastî Porteqalê hat, gava Poteqalê dît ku Ibrahimm di nav lezûbezê de ye, got,

           ”Kuro çi bû?” Ibrahîm bersiv neda, Porteqalê dubare kir û destê xwe havîte milê wî, 

           “Kuro îbo çi dilezînî?” 

           “Pirîka min rakirine xewxeşxanê”, got Ibrahîm bi dengekî lerzok.

           “Çima? Çi bû?”

           “Nizamim. Heta vê sibeyê jî tiştekê wê tunebû”

           “Temam, raweste. Ez ê te bibim. Em tev herin, raweste.”


  Li erebeya Porteqalê suwarbûn û deh xulekan şûn de li nexweşxanaya bi navê 3B (BolBolBixwe) bûn. Di jûra Huptrîşkê  tê de ye tenê Halik Sisto hebû. Ev kalemêr ê jarkok û hoçik jî bêkes bû wekî Ibrahimm û Huptrîşkê, tenê nebîyeke wê ye hema hema di temenê Ibrahimm de hebû, Almast Der.

  Dihat gotin ku dê û bavê Almast Derê di nêçîrageriya (manhunt) li ser endamên Arkyadî ya piştî têkçûyina Raperîna Mezin ya Arkyadiyan hatibû meşadin de, tevî sedan kesan, hatibûn êşkencekirin û kuştin. Lê rastiya jibin kesekî nizanibû. Hinekan jî digotin, şeveke tarî di kolanekî de ji bo çend zêrên li stûyê dayikê, ji hêla çend meta-fate-reşkêşan ve hatibûn şêlandin û dûv re bi derbên kêran hatibûn kuştin. 

  Ji destpêkê de heta niha kesa rastîn hevalbendî bi Ibrahimm kiribû Almast Der bû. Û her çi qas Ibrahimm bigûman bû jî, barkem Almast Derê ji Ibrahimm hez dikir, lê Ibrahimm ew herr wek xûşkekî dîtibû û dîdît.

Halik Sisto rabû ser xwe,

           ‘’Razaye…Ewê got gazî Ibrahimm bike. Min nedixwest te bitirsînim, lê wê pê kuta erdê got îlam îlam gazî Ibrahimm bike.’’

       ‘’Pirsgirêk nîn e kaliko’’, got Ibrahimm. Li ber serê pirîka xwe sekinî, destê xwe rûyê wê da û paç kir.

‘’Çi got doxtoran? Çima wiha bû nişkêve? Wê sibê jî tişteke wê tunebû.’’

            ‘’Tiştek negotin. Go encamên tehlîlan derkeve paşê em dikarin tiştekî bibêjin.’’

  Bîstekî şûn de hemşîreyeke mîna aşûfteyan kete hundir, bi qirçe qirça benîştê di devê wê de û bi dekolteya xwe ya kûr… hingilên(boobs) wê qasî du qawûnan bûn. Li Ser etîketa bi pêsîra wê ve nivîsîbû Ayşştîyaxoş.  Gava xwe xar kir û seroma Huptrîşkê qontrol bike, serê memikeke wê got pit! derkete meydanê. Ibrahimm tirsîya û çavên xwe girt, ji ber ku Ibrahimm hîç serê memikan nedîtibû zîndiyane. Hemşîreyê xwe rast kir û serê memikê paş ve çû şikefta xwe, paşê Ibrarîmm çavên xwe vekir û pirsî,

‘’Encamên tehlîlan derketin gelo?’’

           ‘’Tu çikê Huptrîşk Oyeahê yî?’’

‘’Ez nebîyê wê me.’’

‘’Doxtor Birêz Sîkwan li benda we ye di jûra xwe de. Dawiya korîdorê, li milê çepê.’’

Ibrahimm û Porteqal bi hev re derbasê cem doxtor bûn. Doxtor yekî tepa wî mîna qûna zarokan rût bû, tenê dorana serê wî ve por hebû û ew pora bi rengekî nêzîkê lîla boyax kiribû. berçavka wî çarçove keskê çîmenî bû, li ber qirika wî jî papyoneke bi desenên kêzikên xalxalok ên reng bi reng hebûn. Poteqalê du caran tikande dêrî,

‘’Biborin, em bo Huptrîşk Oyeahê hatin.’’

            ‘’A belê, kerem kin, rûnên.’’, 

got bi dengekî fêmînen û bi  destê xwe rûniştekên li pêşiya masa xwe nîşan da. Porteqal û Ibrahimm rûniştin. Doxtor pirsî,

‘’Hûn çiyên nexweşê ne?’’

‘’Ez nebîyê wê me. Ev jî mamosteya min e ji dibistanê.’’

‘’Hmmm.. çêtir e ez raste rast bibêjim. Encamên nexweşê nebaş in, mixabin.’’

Destên Ibrahimm ên li ser çokên wî lerizîn, çavên mamosteya xwe nihêrî, hew hîs kir wê xava biçe (to pass out). Porteqalê destekî xwe da ser destê wî. Doxtor domand,

‘’Dilê wê de du çavik xitimî ne. Lê netirsin, çare heye! Neştergerî dikare vê pirsgirêke çareser bike. Lê hema…’’

Doxtor rawestiya û bi destekî xwe porê dorana serê xwe yî ku dişibe hêkeke dawêneke(skirt) reng lîla û  firfirkî xwekiriye, leyîst. Ibrahimm di nav kelecanê de

‘’Hema?’’

‘’Neştergeriyeke buha ye piçekî.’’

‘’Çi qas buha?’’

‘’Pêncî hezar PP''

‘’Pêncî hezar?!’’, got bi hevra Porteqal û Ibrahimm, şaş û metel.

‘’Heta vê sibê jî tu tiştekî wê tunenû birêz doxtor, çi bû nişkê ve?, got Ibrahimm bi dengekî kelogîrî.’’

‘’Ev ne pêkan e! Herî kêm salek e ev nexweşî bi dapîra te re heye. Yeqîn ji te verşartiye bo ku berxwe nekevî. Lê belê heger neyê neşterkirin dema wê herî zehf sê mehan wê bidomîne.’’

Dest û pê li Ibrahimm sar bibûn li hember li van gotinên doxtor. Demeke dirêj bêdengî kete jûrê û paşê,

‘’Temam, gellekî spas birêz doxtor.’’, got Porteqalê û destê Ibrahimm girt derxiste korîdorê

‘’Xwe neêşîne lawo. Em ê tev çarekî bibînin. ‘’

  Poteqal bêgav bû biçûya ser karê xwe û Halik Sisto jî biçûya mala xwe, ji ber ku nebîya wî tik û tenê li malê bû û helbet Panos ji bo kesî cîyekî ewle nebû, hele ji bo keçeke ciwan. Bi rûyekî mehçûb xatirê xwe ji Ibrahimm xwestin, gotin em ê dîsa werin.

  Ibrahimm li ber serê pirîka xwe rûnişt, rûyê wê meyzand. Huptrîşk, wek keçeke pênc salî ye bê sûc û xeta, ew qas bêperewan û mesûm û bêçare, di xeweke kûr û dûr de bû. Ew rûyê qurçimî ku di her xêzeke wê de çîroka derd û kulekî veşartî… paşê destên wê hilda nav destên xwe, ew destên ji ber xebat û keda salan perîtî… Ew dest ramûsandin yeko yeko û çend hêsir barand.


 Ibrahimm her çi qas lawayî kiribûn jî pirîka wî çîroka dê û bavê wî pakîkî jê re negotibû. Êja rojekî, dîsa piştî lawayan û nebersivandina pirîka wî, Ibrahimm xeyîdîbû, ketibû jûra xwe û du rojan parî nan nexwaribû. Li ser vê yekê, pirîka wî hatibû ber serê wî rûniştibû û porê wî hêdî hêdî bi van tilîyên xwe yên ji ber ked û xebatê perîtî şe kiribû û bi dengekî xembar jê re vegotibû,

           ’’Ji bo dilê te de nebe birîn, min tu carê nexwest vebêjim lawo…’’

  Bi gotina pirîka wî, di demanên Ibrahimm hê di nav pêçekê de bû, ji mehan tebax bû, wê sibe zûtirê li ser keleskeyê ( erebeya li pey hespan) dê û bavê wî, Kissênxoş û Cobrahimm, diçûn bo zeviya xwe ya di Geliyê Heskoyê Qamûşterrikî de ye bidûrin. Cobrahimm gemê hespê di dest de bû keleske diajot. Kissênxoş jî Ibrahimmê di paşila xwe de dimijand. Alîkî ve jî kulama şahê dengbêjan Sekisbeng Emyarah ‘’Cheese Oh Vis Oh’’ diavêtin ber hev bi dilekî coş. Ji dereke nêzîk hew nêrî dengê teqîna guleyekî hat, paşê guleke din û yeke din… deng kete guhê hespê kal, silikî, hîknî jê hat, rabû ser herdû simên piştê, Cobrahimm kir û nekir zeft nekir. Hesp bi wê bayê xwe, weke tîrekî ji dewsa xwe firriya û da çar gavîya. Cobrahimm çi qas gem kaş kir jî hespê kal nesekinî. Kissênxoş di nav tirsê de qurûm bû, Ibrahimmê xwe hişke hişk hembêz kir. Li kêleka rê newalekî asê hebû li milê rastê, gava teka keleskê ya aliyê çepê li kevirekî ket, ziq li keleskê ket, Ibrahimm ji paşila Kissênxoşê firrî, çend gavan şûn de jî keleske bi hespê re titolê newalê bû. Û bi Cobrahimm re… Û bi Kissênxoş re…. Zare zara Ibrahimm hetanî wargehê çû. Çendekî şûn de gundî hatin, Ibrahimm li ser rê dîtin. Pêçeka wî ya ji kulava hêriyê ew parastibû. Dapîra wî ye reben, Pîrika Huptrîşk, xist qêrîn û fîxan, rûyê xwe penç kir û sittirand. Êdî çi xweliyê xwe bike poşmana poşman… Nebîyê xwe hilda milê xwe, ji wê rojê pê de jê re him bû dê û him bû bav...Barê bajêr kir, bi destên xwe yên qurçimî ji hêriyê rîs rêst, bi rîs patîk û lûfik û lepikên yek tîlî çê kirin, li ser kolanan firot û Ibrahimmê xwe pê mezin kir. 

Loma Ibrahîm bi dil û can bi Huptrîşkê ve girêdayî bû. Dikaribû bo wê her tiştî bike.

  

Huptrîşkê çavên xwe vekir,

             ‘’Min go qey ez rûviyê xwe yî rûtik êdî nabînim…’’ 

             ‘’Pîrikê, nexweşiya te hebû, lê te ji min vedişart?! ‘’


  Êdî ew bû, Ibrahimm ne diçû dibistanê ne jî diçû karê xwe yî par-dem (part-time). Tenê karê wî meyzandin û miqatebûna pîrika wî bû. 

Hey cara Porteqal dihat, jê re xwarin û pêwîstek dihanîn, ew teselî dikir, digot, dilgiran nebe em ê çarekî bibînin, û diçû. Hey cara jî Halik Sisto û Almast Der dihatin.

  Çend roj wiha desbas bûn. Û rojekî, Ibrahimm serê xwe dabû ser kêleka ciyê pîrikê, xew re çûbû û xewn didîtin. Di xewna wî de li bilindayihên çiyayên welatê serhedê, li nav zozanên seramser ji beybûnan(daisy) de bûn. Pîrika wî, Porteqal, jin û mêrek- barkem ew dê û bavê wî bûn, û birrek hevalên wî yên jidil yên ku hertim ji wî hez dikirin... ‘Çi coşeke xweş'... Paşê ji pişt perdeyeke zirav û spî de ew derdiket… Kişmiş… nav dêreke spî û gulgulî… ‘ li dorana serê wê taceke ji beybûnan û destên wê de qefşî(bouquet) beybûn… nexwe ev dîlana wî û Kişmişê bû. M’era wana bi destê SiFi Gomer dihate birrîn û Şahtêda Bada derdikete ser dîkê û dîlan û govend heçiyê heyî dicoşand. Heval û hogiran bizorekî ew radikirin govendê û gava Ibrahimm dest bi govendê dikir.  SiFi Gomer, ê ku îza dewê meşkan li ser simbêlan, ecêbmayî dima: ‘’Min sergovendekî wekî te di dîrokî de nedîtiye Ibrahimm’’, çepik û lîlîlîlî…

  Pê re menteşên deriyê jûra nexweşxanê lîlîlîyeke kirêt havîtin, Ibrahimm serê xwe rakir, bi çavên xumar got, ‘ev kî ye?’, ji xwe re. ‘Kişmiş?! Na lo! Kambaxê, ev çi xewneke sosret e, meriv dibê qey rast e. Ha pirrêê! Bi rastî jî eva Kişmiş e! Wayy edn!’

 Kişmiş nêzîk bû, di dêst qefşî beybûn hebû, got,

           ‘’ Ibrahimm merhaba.’’

Ibrahimm şaşo paşo, gilêza devê xwe paqij kir, banzda ser pîyan,

‘’Kişmiş?!’’

‘’Bibore, ez bê xeber hatim.’’

Ibrahimm dest û pîyên xwe ji hev şaş kirin, nizanibû wê çi bike. Hê jî bi timî pê bawer nebû ku ev ne xewn e.

‘’Pîrika ta çawa ye? Baştir e?’’

Ibrahimm lal bibû. Huptrîşkê bersiv da,

‘’Baş im keça min. Bi xêr hatî. Were were rûnê a li vir.’’

‘’Derbasî be pîrikê. Ez hevala Ibrahimm im ji dibistanê.’’

Huptrîşk zivîrî Ibrahimm û bişirî bi m’ene.. Ibrahimm titikî bû,

‘’Pîrikê, ev ev he he vala ji pola mm in Ki ki miş’’

‘’Te qet nedigot hevaleke min a wisa rindik heye rûviyê rûtik.’’

‘’Pîrikê! ‘’

Kişmişê serê xwe tixiste ber xwe û bi rûyekî sor bişirî. Ibrahimm di nav xudanê de mabû.

‘’Çend roj e tu nayê dibistanê, min jî meraq kir, ji Mamoste pirsî, ewê mesele ji min re got, min xwest serikî bidim we.’’

Çavên Ibrahimm li dêrî bû, Kişmişê ev yek ferq kir,

‘’Ez tenê hatim.’’

  Kişmiş qasekî rûnişt û çû. Ibrahimm, hê jî jê wetrê di xewekî de bû. Nizanibû şad be yan xemgîn. ‘Erê, Kişmiş tunebûna wî ya li dibistanê ferq kiribû. Ev tê wê wateyê ku qîmet didayê. Lê alîkî ve jî dema şadbûnê nebû hîç. Her ro,j pirîka wî gaveke din nêzîkê mirinê dibû. Ka çi bikira? Ji ku peyda bikira ew qas pere? Ji kê deynî bixwasta? Tu nasekî wî nikaribû ew qas pere di xwenên xwe de jî bidîta. Gelo çi kar bikira? Tevzemenî? Na na! Biçûya ba tefociyan? Na, ev qet nedibû, paşê wê ji ku bidîta û bida? Tiştekê xwe bifirota? Ka çi? Gurçikek.’

  Ser wê êvarê çû ba SiFi Teno û got, nasê te hebin ez ê gurçikekî xwe bifiroşim. SiFi Teno ew da rûniştandin û ji kesekî re telefon vekir. Qasekî şûn de yekî glomûtkê qûnpelûş hat, ev Tektayê Hajî Pompe bû. Bavê wî xwediyê petrolekî bû, lê pirraniya perê xwe ji bazirganiya organan bidest dixist. 31 keçikên wî hebûn, tenê ji jina wî ya dawîn, ya heftemîn, lawikekî wî çê bibû, Tekta. Ji ber ku Tekta li ber dilê bavê xwe ew qas delal bû, bavê wî ew dabû ser karê xwe yî herî girîng.

  Tekta û Ibrahimm rûniştin û bazara xwe kirin.

            “Wela tenê bîst hezarî dikarim bidim bo gurçikekî” got Yekta. 

            “Bîst hezar? Eva qe nîvê pêwistiya min jî nîn e!” 

Tekta sermilên xwe dakişand û lêva xwe çîrovîro kir,

            “Wela pîyase ew a birayê min”

            “Lê ku ez her du gurçikan bidim û deh hezarê din jî deynî bikim?”

            “Yaw hahah, mirov bê gurçik çawa bijî ma? Tu yê bimirî.” 

Ibrahimm destvala û baskşikestî vegeriya nexweşxanê.


  Bêçare bû Ibrahimm. Hema wisa ber serê pirîka xwe dizîkava hêsir dibarand û çavên xwe ji rû û rûçikê pirîka xwe nediqetand. Dixwast her nefes û her pêngava pirîka xwe di mêjiyê xwe de bi hûrgilî tomar bike, ji ber ku dizanibû ew demên wê yên dawîn in. Hew nihêrî derî vebû, ev Kişmiş bû. Kir ku hêsirên xwe paqij bike lê Kişmişê jixwe dîtibû. Bê peyv û gotin hat li kêleka Ibrahimm rûnişt, destê xwe da ser sermila wî bi rûyekî xemgîn, 

          “Min ji bavê xwe pirsî, lê got ez gumana xwe çaryekê wê pereyê jî nakim. Gellekî xemgîn im Ibrahimm” got Kişmişê bi pisepis. 

          “Te çima wisa kir? Min tiştekî wisa daxwaz nekiribû.”

          “Dizanim. Lê dîsa jî min xwest bibim alîkar.” 

Ibrahimm rûyê keçikê nihêrî û ket nav ramanan; ‘ev çi keçikeke dilpaqij û hêja bû. Wî gellekî ji wê hez dikir, edn!’

Pêngaveke dirêj bêdengî çêbû û dûv re derî dîsa vebû. Vê carê doxtor û ew hemşîreya hingilqavûn bû, benîştê wê weke hergav di dêv de dikir qirçe qirç. Doxtor vê carê ew hevîşke porê dora serê xwe kiribû rengê leymûnî, 

         “Çawa nin genşlerr?” Kesî bersiv neda. “Ji we re mizgîniyeke min heye, em ê sibê pirîkê hildin bin neşterê.” Ibrahimm hilpekî,

         “Çi? Çawa?!” 

         “Well, dîyar e mamosteya te gellekî ji te hez dike. Temamî pere hanî razand vê sibê, de çavê we renayî” 

Derket û çû. Ber şabûnê Ibrahimm hişk e hişk Kişmiş hembêz kir. Di bin kirastê wê de cotek leymûnn hest kir. Têjika kobrayê tam wê serî rakira, Ibrahimm têgihîşt û xwe paş de kişand. 

         “Bibore, Kişmiş, min.. min xwe…”

         “Ne pirsgirêke”, got Kişmişê bi rûyekî gevez.


  Piştî neştergeriyê Porteqal hat serîkî bide. Ibrahimm mehçûb bû, nizanibû çi bibêje.                          “Mamoste, tu mejbûr nebûy. Her Xwedê dizane te çi qas xwe xiste tengasiyê… ew qas pere… ka çawa, ji ku?…’’

 Bişirî û sîleyeke nerd danî patika Ibrahimm 

          “Neke xem, heta niha min çi qazanç kiribû wisa berav bibû, boş metel, ne zar û zêç heye ne mesrefeke min, titûn û Jok Danîalasta min hebe bes hahaha… qe nebe vê carê kêrê tiştekî hat” 

         “Ez nizanim çê bibêjim, lê ez ê û zû yan jî dereng deynê xwe bidim mamoste, naxwazim tu di tengasiyê de bimînî, hezar carî mala te ava! Spas! Ji te hez dikim.” Mamosteya xwe hembêz kir. 

          “Ez jî ji te kurê min.”





Ibra


Ser re du meh derbas bibûn.


Wê sibê Ibrahimm bi dilekî şadî rabû ji nav nivînan, bi fîqê “Çavreşa Min” lê dida. Hate mitbaxê, pirîka wî jê re taştê amade kiribû jî.

          “Pîrikê! Tu çima xwe diwestînî? Tu hê tam pak nebûyî.” 

          “Baş im baş im rûviyê rûtik. De rûnê ez ji te re hêkê spî bikim.”

Hê fîqa newaya “Çavreşa Min” di dêv de bû, solên (shoes) xwe pê kir, derket derva. “Çi sibeke xweş!” got û pişikên xwe tijî ji hewaya hênik û paqij kir. Almast Derê kulilkên xwe av didan 

          “Beyanî Baş Ibrahimm.” devê Almast Derê digihîşte guhên wê gava digot Ibrahimm. 

          “Beyanî baş Almast Der.”

 Li du çerxa xwe suwar bû, nalîn li zengilê da û çerx badan.


Kete polê, hê kesek tunebû. Qasekî şûn de wê bihatana. Hatin.’ Ka Kişmiş? A Kişmişa min jî hat! Lê… Dîsa Anûsê pîj lê pey wê ye, dîsa sohbeta wan a devbiken…’

Kişmişê selam da Ibrahimm û rûnişt.

  Dersa duyem ya Porteqalê bû, lê Porteqal nehat. Nîvê dersê de Ibrahimm berjêrê labaratuarê bû, lê li wir jî nebû. Ecêb bû. Ji ber ku karekî wê hebûya yan jî nexweş filan bûya, hê bi şev ji Ibrahimm re telefon vedikir û agahî didayê. Vê carê çima agahdar nekiribû? Ibrahimm li her derê dibistanê nihêrî, tune bû. Li telefona wê da, ewê telefon hilneda. Paşê benda navberê ma û çû ji Kişmişê pirsî, Kişmiş jî ne agahdar bû, 

          “Êvarê jî min ferq kir, ronakên mala wê vêneketî bûn” got Kişmişê, “hezkî piştî dibistanê tu jî were em herin mala wê”

          “Temam”, got  Ibrahimm.


Ders kuta bûn. Li ber deriyê sûra dibistanê Ibrahimm li benda Kişmişê ma, çendekî şûn de hat Kişmiş, weke her gavî Anûs li pey wê bû, xatirê xwe ji hev xwestin her du xoşewistan, Anûs, wekî ku bi bavê xwe re mutehîdên hemû çiyayên Serhedê, ligel Sîpanê, ne û wana ev tim çiyayan ava kirine, çakîtê xwe havîte ser sermileke xwe, xwe ba kir û çû. Kişmiş hat ba Ibrahimm,                          

“Bibore, hinekî dereng mam barkem”, got Kişmişê.

         “Na, di wextê de hatî”

         “Ê baş e, de em herin”


Xwe dane mala Porteqalê, li zengilê dan, derî venebû, dîsa lêdan, dîsa derî venekir kesekî, êdî serlihev lêdan, deng û seda ji hundir nehat. Heçiyêheyî ketin meraqê, li telefonê dan çend caran, dîsa ne bersiv… Çûn li dora malê geriyan, li pencera mitbaxê nihêrin, tiştek nedihat xûyên. Herî dawîn çûn li ber pencera jûra razanê. Bilind bû pencera jûrê, 

         “Tilîyên xwe di nav hev re derbas bike û xar be”, got Kişmişê.

 Ibrahimm bi gotina wê kir, keçikê pîyekî xwe da ser destên wî û quloz bû, 

         “Hineke dinê jî Ibrahimm”

Xwe bi derezîka pencerê re gîhand û xwe hevraz hilkişand ku hundir bibîne, di wê pêngavê de Ibrahimm kulotê(underpants) wê dît di bin dawên de…. Çav lê zoq bûn… Na edn!… Li ser kulotê wê yê rengpenbe tijî bi wêneyên serê Şahtêda Bada bû! Hema weke çarşefên Ibrahimm!  ‘Ma ew jî heyrana Bada bû gelo?!’ Gava serê xwe ra kir dît ku keçik raste raste li wî dinihêre, porê wî tiştişî bû ji ber şermê.

         “Pîyên wê tên xûyên.” 

Bi tilîya xwe hundir nîşan dida. Paşê girm û girm da camê,

         “Mamostee! Çima dêrî venakî mamoste?!” 

         “Ji ser serê min herin!”,  bi dengekî hêrs qarî mamoste ji hundir. 

         “Temam, min dayne Ibrahimm.”

Hate xarê û li wir domandin gazî mamosteya xwe kirin; dêrî veke ha dêrî veke...

        ‘’ Em naçin ji vir, heta tu dêrî venekî!’’

Tam wê hêviya xwe jê qut bikirina cam vebû û tope mifte hate jêrê. Revîn, derî vekirin û ketin hundir. Di mal de bêhna alkoholê meriv dicehişand. Her der pejmûrde, her der hevdapevdaketî…Li her derî şûşeyên vala yên Jok Danîalast hebûn. Derbasê jûra razanê bûn, mamoste li ser cîyê xwe dirêjkirî bû. Tarî bû hundir, Kişmişê perde kişandin, lê ew jî çi?! Serçavê mamosteyê hemû sitirîbû, reş û hêşîn bibû! 

        “Mamoste?! Çi bû wiha?!” 

        “Tiştek nebû edn! Êvarê serê min gellekî xweş bû, li erdê ketim gava li ser avê bûm.” 

Ibrahimm û Kişmişê li çevên hev nihêrîn, her duyan jî ji gotina Mamosteyê bawer nekiribûn. Ibrahimm kir ku nêzîkê mamosteyê keve.

        “Dûrê min here lêvgolik!” hêrs bû mamoste, “lêxin herin malên xwe, min rihet berdin!”

Ibrahimm kerre kerr vekişiya.

  Herdukan pê ket mala Mamosteyê vejibart û da hev. Jê re şorbek çêkirin. Û tam wê ji mal derketina, dîtin ku Mamoste rabûye, li tuwaletê -êja serpîyan û qey digo,haşa, kîrê wê heye û wisa girtîye- şirr şirr dimîze. Him veciniqîn li hember vê dîmenê, him jî şerm kirin û serê xwe tixistine ber xwe. Mamoste, cixara wê di dêv de li ser sermila xwe re li wan nihêrî û kire hîkehîk.

         “Erê, ez dikarim li serpîya bimîzim hahahaha”

  Gava derketin devra, Kişmişê got,

        “Ev birînên lêdanê ne. Kî û çima wisa bike. Çi bela hanî serê xwe jinikê?” 

        “Dibe ku ev perê ji bo pirîka min hanî…” gotina xwe nîvî de birrî Ibrahimm.

      “Her çi mesele be em ê hîn bin. Divê em li pey bernedin”, got Kişmişê

Bi hejandina serê xwe erê kir Ibrahimm. 

        “Ka hejmara telefona xwe bide min” 

Dilê Ibrahimm ew mabû ji qefesa xwe derkeve. ‘Kişmiş hejmara telefona wî dixwaze!’


  Navberê de hefteyek derbas bû. Porteqal hate dibistanê. Di waneyan de heta jê dihat rûyê xwe vedişart û ew xwestek, çalakî û zîndebûna wê ye berê qet nenabû. Qey digo nexweşiyeke wê ye ji her kesî vedişêre hebû. Her çendî hewil dida  ku dexme û birînên li rûyê xwe veşêre jî gava meriv baş lê dinihêrî dihat xûyan. 

  Piştî dersan Ibrahimm diçû labaratuarê lê her carê derî dadayî bû, çi qas li dêrî xista û bang bikira jî bersiv nedihat. 

  Carekî gava Kişmişê Ibrahimm tenê dît hate cem û bi pise pis jê re got,

         “Duh bi şev min lembe temirandin û devre mêzand qasî seetekî, paşê min dît ku du meriv di erbebeke spî de, barkem marka Totos bû, rûniştibûn pêşberê mala mamosteyê. Camên erebê fîlmên reş kirîbûn, gava hestên xwe vêdixistin paşê dîyar dibû ku têda nin. Heta sibê ranezam, ewana her li wir bûn, berbangê de paşê çûn.”

Tirs li dilê Ibrahimm bar bû dîsa. ‘ Dibe… dibe ku bi rastî jî ew pere… 

         “Kişmiş, ew perê ku ji pirîka min da, dibe ku ji wan merivan standibe? Dibe ku ketibe tora wana?”

Bêdengî… 

  Du rojan hate dersan Porteqal. Pirraniya demên xwe de labaratuara xwe de derbas dikir.


  Ser êvarê peyamek hate Nekêya3110 a Ibrahimm. Ji Kişmişê bû peyam: ‘Zû were.’’

Tenê ev bû. ‘Ka wê vê şeva dereng çawa biçûya?’ Tabetî nehatê, pirîk jî razabû, rabû, duçerxa xwe suwar bû û çû.

  

  Ji dûr ve agirekî mezin rabûbû. Ibrahimm tirsîya, go agir bi mala Kişmişê ketiye. Lezand. Gava xwe da wir dît ku ya agir bi malê ketiye Mamoste ye. Kişmiş çav bi Ibrahimm ket qîriya,             “Di hundir de ye! Weyy!” 

Ibrahimm ber bi êgir girt ku bikeve malê. Nehîştin filan…


   Sibetirê Kişmişê ji Ibrahimm re got, li ser êvarê wê dîtibû ku birre meriv ketibûn mala Mamosteyê, ew kesan demeke dirêj di hundir de mabûn û qasî nîv katjimêr piştî çûyûna wan, agir hema carekî de mala mamosteyê pêçabû.


  Lê, ji bilî rastiyê,  her kesî digot mamosteya fîzîkê ya Lîseya Yosta Cemiday ji ber vexwarinê dîn bûye, agir berdaye mala xwe û xwe kuştiye. ‘’Jixwe berê de yeke tirr e dîn e ecêb bû, ewa nêromê!’’… Digotin hemû şerabên dukana Şirroyê Şellaf ewê dikirî...


  Lê, jixwe Ibrahimm û Kişmiş ji van gotinan yekî jî bawer nedikir. Haydarê hemû meselê nebûn, lê şahidê hin tiştan bibûn.

Her roj diçûn li ser xwaliya ji mala mamosteyê maye digeriyan. Agir bi kezeva Ibrahimm diket. Dayika xwe nedîtibû,  lê ew jinik ji wê re wek dayikekî bû.

  

Heta niha du caran çûbûn DAP- Dergeha Asayîşa Panosê (Panos Police Department), tiştên dîtibûn ji wan re gotibûn, her tim jî bersiva wisa hildabûn: ‘’Me isbatên xwekuştinê dîtin, isbatên jibin û bêguman. Lêxên herin mala xwe, me bi iddiayên xwe yên tewş egle nekin!’’

  Cara sîsiyan çûn, herduk hildan jûreke dengîzolekirî û gazî şefên xwe kirin: Mehhson Dîkşakir. Amcoyekî berê, ku paşê wek xelata îtaat û karên xwe, heta şeftiya asayîşê bilind bibû. Bi  nûçikê xwe yî navdar: Nêçîrvanê Bêinsaf!  Mehhson kete jûrê û got,

         ‘’ Carke din ev gotinên we yên bê binyad û tewş ji devê we derê, bi sond û peyman ez ê we di binerdan de (underground cells, basement)  ciwantiya we birizînim.’’


  Êdî baş têgihîştibûn ku -qaşo- asayîşa vê welatî jî merivên tefocoyan bûn, her  kes parçeyekî toreke mezin bû, ew qas mezin bû ku tu carî tu kes nikaribû pê re serederiyê bike. Bêhtir, toreke wisa ye ku hişê wana nikare hilde. Loma, êdî hêviya xwe hêdî hêdî dibirîn ji pêkaniya zelalbûna rûdanê, dîyarbûna rastiyê û bicîhkirina dadê…

  Bi kelogirî û dilekî giran careke dawîn hatin li ser xweliya û nav bermayîyên mamosteya xwe geriyan. Weke xatirxwestinekî, weke lêborînxwestinekî çavên xwe li her hurgileyî gerandin, Êdî wê ji wir biçûna, pîyê Kişmişê li qutiyeke hestin e piçûk ket, zirzeya wê bi kûpê kîlîdeke piçûk kîlîdkirî bû. 

            ‘’Em çi bikin?’’, got  Ibrahimm. 

Kişmişê çavê xwe li devdora xwe geran, sengek dît, hilda û bi wê bayî da nav çavê kûpê kilîtê çend caran, şikênas û hêdî hêdî devê qutiyê vekir. Qutiyê de çend wêne hebûn. Ibrahimm û Kişmiş yeko yeko rû piştên wan wêneyan nihêrîn. Li piştrûyê her yekî dîroka girtina wê wêneyê nivîsî bû. Lê ev  merivan kî bûn? Yek jî nas nebû. Wêneya herî dawî nihêrin,

           “Çi?!”, îsknî daynî Kişmişê. 

           “Çi bû?”

           “Ev dayika min e!” 

           “Dayika te?” 

           “A eva. Lê herduyên din kî ne? Wêneya dêya min çi li cem Mamosteyê digere? Li dîrokê binihêre. Hê beriya min, bêhtir, beriya mêrkirina dêya min ew wêne hatiye girtin..Mêjiyê min tevlihev bû..Di van wêneyan yekî de jî Mamoste tuneye, êja ev wêne çima li ba xwe girtîne?!” 

           “Dibe ku dayika te ev wêne dabine cem wê?” got Ibrahimm.

            “Pêkan nîn e, dayika min gellekî beriya hatina Mamoste mirîye, tu demî hev nedîtine, hev nas nekirine.”

Kişmişê temamê wêneyan xiste çanteyê xwe. Rûyê wê tijî bi meraq, xemgînî û hêrs bû. Sêwirî dilê Ibrahimm ku ew ê tiştekî bike û belayê bîne serê xwe.


  Li ser bûyerê re nêzîkê du hefteyan derbas bibû. Rojeke çarşema bihareke germ tişta sêwirî dilê Ibrahimm pêk hat. Kişmişê di rojnameya bavê xwe, Şevşedîn Pêncposte, Panos Timesê de makaleyeke dûvdirêj nivîsîbû. Makale derbarê mirina Mamoste, piştguhkirina DAP û tora tefociyan û kar û bar û têkiliyên tarî û qirêj ên Panosê de bû.

Bajar matmayî bibû, çawa kesekî wêribû ku vanan bîne ziman… Panosiyan di qul û taldeyan de ew rûpela rojnameyê nîşanê hev didan û dikirin pise pis. Ibrahimm li dibistanê qulçikekî xalî de Kişmiş girt û beziyayê, 

            “Te çima wisa kir? Tu yê belayekî binî serê xwe!” 

            “Pêwist e yek rastiyê bibêje”, got Kişmişê bê xem.

            “Her kes rastiyê dizane, kes bilêv nake! Te çima xwe eva kêmhişiya kir offf!”


  Bi şev deriyê Ibrahimm lê da. Ibrahimm ji xew veciniqî. ‘Aha hatin!’ go di dilê xwe de. Li penceryê re devra nihêrî, mêrikekî kok î hulpiz (fat) û simbêlboq dît. Ev bavê Kişmişê bû. ‘Xêr e?’ got Ibrahimm û çû derî vekir. Çawa derî vekir Şevşadîn Pênposte xwe havîte hundirê sivderê û pêsîra Ibrahimm girt zexme zexm

            “Hemû rûyê te de pozkurmî! Tu bûy baysîya keça min! Min got jî wê makaleyê ez naweşînim, lê got, tu nekî ez ê malê biterkînim. Ah Kişmişa min!” 

Û destpê kir bû qûrniya wî bi îske îsk girîya. Cendekê Ibrahimm serdanpê dilerizî.

            “Apo.. apê Şevşedîn çi bû?”

            “Kurreder bû amk! Keça min nehate malê, paşê ji min re telefon hat, tefocoyan!  Dibêjin; wê makaleyê neyênî bike bi manşettekî, li nav meydana mezin bisekine û berekêve ber bi çar hêlan bizivire û bizîqe, bibêje: ez ker im û Kişmiş jî keça kerekî ye... û ew 50 hezar PP mamosteyê deyn kiribû jî tu yê bînî…. Hemû li min qebûl, lê ez ê 40 hezar PP li ku bibînim?! Ger nebînim wê keça min serwindayî bikin mîna li yên din kirin.  Offf … min gotê jî bila dûrê wê mamosteyê bikeve, bila dûrê te keve… axx keça min a piçûk û exmaq! Wêneyeke dayika xwe nîşanê min da, yeke Hevdaxoş bi hevalên wê ji ewkê…offf ta niha ji bo tiştek neyê serê wê min her tişt kir, lê hûn ketin hişê wê, heta bela hanî serê xwe….” Çawa kulma xwe ra kir ku yekî biavêje devê Ibrahimm, ê dişibe quzê mirîşkan, şirnîyek hat. Mîza Ibrahimm ji derling re li ser zemînê bela dibû, mîz heta ber pozika tûj ya potina reş ya Şevşedîn çû. Xwediyê Panos Timesê, Birêz Şevşedîn Pêncposte, hankava potina xwe berbipaş kişand, rûyê xwe tirş kir, destê xwe carekî de ji pisîra Ibrahimm kişand, derket û çû. Ibrahimm di dewsa xwe de qurûmî bû sekinî: ‘Kişmiş!‘


  Ibrahimm her roj diçû ber derê mala wî bi hêviya dîtina Kişmişê, ku bibîne hatiyee berdanê.    Ewê rojê wêrekî nîşanda kete hundirê malê. Birêz Şevşedîn şûşeyek Jok Danîalast da ber xwe, alîkî ve digîriya alîkî ve vedixwar. Tişta ‘ecêb, wî Ibrahimm dît, lê bernedayê, serê xwe dîsa xiste ber xwe û girîn domand. Ibrakimm jî li qulçekî salonê, li erdê çokên xwe kişande zikê xwe û rûnişt. 

             “Min gotê jî, her tişt bin destê wan de ye. Hemûk jî bi hevre ne. Kes, ne bi kirinê ne jî bi gotinê, nikare dijî wan were. Tenê pere bala wan dikişîne, her tişt bo wan malê talanê ye, ganîmet e. Ew perê dixwazin jî jixwe di destê kuçikên wan de heye. Min qet nebe ji pêncî kesî lawayî kir lê kesekî jî pênc panot neda.”, dilivilî Birêz Pêncposte.

Ibrahimm nizanibû çi bibêje. Kulikê xwe kişande ser çavê xwe, serê xwe da ser çoka xwe. Çavên reş yên Kişmişê her li ber çavên wî bûn. Hêsirên wî çokên wî şil kirin. Hew nihêrî Nekêya3110a go tîît tîît. Dengê peyamê bû. Telefona xwe derxist û lê nihêrî. ‘Wtf! Mamoste! Çi gotiye peyamê?’


A - 6 - R - 9 - K - 0 


‘Ev çi ye? Tê çi wateyê? Dibe ku telefona wê niha destê tefociyan de be û dikin ku kesên di rehbera wê de bîxin teleyekî (trap)?’

Kir ku ji Birez Pêncposte bipirse ka gelo hejmara telefona wê û ya Mamosteyê li ba hev hebû û ev peyam ji wî re jî hatiye. Lê hew dît Birêz Pêncposte serê wî ketiye ser masê û xure xura wî ye. Rabû ser xwe û lezande derva. Nizanibû çi bikira. Çav li bermayiya mala mamosteyê ket, çavên wî ji ber kelecanê reşeve hat. Gava xwe da tûşa deriyê sûra mala manosteyê telefona wî dîsa got tîît tîît.


                            6


‘Ey Kawesî, xalikê her tiştî !  Ev çi ye?!’, got dilê xwe de. Paşê pirîka wî hat hişî wî. ‘Dibe ku tiştek anîbin serê wê?!’ Li duçerxa xwe suwar bû û wek çîvîk firriya. Tepe tepa dilê wî bû. …..cota çavên reş….cotek poteqalên li ser zemîn titol dibin....keleskeyeke titolê newalekî dibe….zarekî di nav pêçekê de, girîna belayê sêla asîman dibe....rûyê pirîka wî….motora xwe bixwe têr dike û qet nasekine....serê Şahtêda Bada û kenên tirane….qirçîniya benîştê hemşîre Ayşştiyaxoş û serê memikekî û pit û keneke tirane….paşê Doxtor Sîkwan kîrê xwe di devê hemşîreyê de, pirça rovên wî bi rengê qîçêrindok ê fosforî vêdikeve û kenên tirane…..zorbetî, fesadî, îftirayên sergovendê duyem Qundoyê Amo û kenên tirane.…sergovendê û 10 numireyê koma govendê Anûs Rektalzade destê xwe li ser qûna Kişmişê digerîne û li wî dinhêre û kenên tirane……. ufff kuro evî çi kişand ji vê cîhana qûnde!


Xwe da malê, walî walî geriyaû bang kir: pirîkêêê!  Pîrik li salonê bû, li kêleka wê jî Halik Sisto hebû. Pirîkê fistanê xwe rast dikir, dîreka çadira Halik Sisto jî têra xwe şiddîyayî bû.

           “Çi bû rûviyê rûtik?”, got pirîkê. 

Bêhn ber Ibrahimm da hat. Aram bû.

           “Şukir tu baş î.”

 Qasekî şûnde çû jûra xwe, çawa ku li ser nivînên xwe rûnişt, tîît tîît!


                               9


“Hay dqn!” got.

Bi gotinê re dilê wî hev ket, ‘“dqn” gotina Anûs û Qundo bû. Hertim ev gotin bikar dianîn ligel kenên Ehrîmenî re. Hay ez di nav nim! Edn! got vê carê, ev çi hejmar in boy Yezdanê Zimanê Pîroz?!’

Zehf westiya bû ji ber van hemû serpêhatiyan Serê wî gêj bû û kete ser belgî(pillow).


  Sibê çû dibistanê. Dewsa Kişmişê vikûvala bû, ev yek kiznî ji dilê wî anî. Tunebûna wê xema tu kesî nebû, ne ya bestieya wê, ne ya Anûs… ‘kurê dêlika ser çopa eskeriyê’, got di ber xwe de, Anûs bi Endo re hîke hîk bû û carê carekî digotin dqn ha dqn… Tab nekir,  ji şûna xwe rabû û derket korîdorê, paşê jî berê xwe da binzemînê, weke ku Mamoste li wir e dixwest biçe li wir, li ser çokên wê hinekî bigirî. Hate ber deriyê labaratuarê. Mamosteyê, hê zû de,  bê haya mudur Serbang Gengbang mifteyek yerdek kiribû û hertim di quleke di bin rexderî de vedişart, wê û Ibraimm tenê ev dizanibû, ji bo hey cara dizîkava werin û li ser ptojekta xwe bixebitin. Ibrahimm mifte dît û derî vekir. Hê du-sê gav neavîtin tîît tîît… derxist li telefonê nihêrî:


                                   0


Serê xwe hêdî hêdî rakir. Mûyên cendekê wî carekî de rabûbûn ser xwe. Kaseya ku mamoste tu carî nedihîşt destê xwe bidê rast e rast li pêşberê wî bû.


Têgihîşt.


‘Mala mamosteyê 6 kîlometir dûrê vira bû.


Mala wî 9 kîlometiran….


Ev der… 0 dûrahî… 


Ev der ew der e. 


Ew der, bêguman ev kase ye. Kaseya hertim merak dikir. Yekane tişta ku mamostê ew jê bêpar dihîşt…’


Nêzik bû Ibrahimm. Bi gavên nerm… li ber kaseyê çok veda. Telefona xwe derxist û payama pêşîn nihêrî. ‘Gelo şîfre ev e?’  Li nav bişkokên kaseyê tîp tunebûn, lê di peyamê de hebûn. ‘Ev dihat çi wateyê? Of course edn!’..... Carekî Mamosteyê tirse tirs û dizîkava diyariyek dabûyê. Gotibû, ‘’veşêre, nîşanê kesî nexe û jiber bike (memorize)’’.... Tenê kaxizek bû û li ser kaxêz 31 yek tîp(letter) nivisî bû. Mamosteyê devê xwe kutabû guhê wî û wiha gotibû: ‘’Eva alfabeta zimanê me yê dikin ku bidin jibîrkirin e.’’.... Bibe nebe ev tîp ciyê nûmerîk ên di alfetayê ne. ‘Of course edn!’ 


                                  1 - 6 - 1-  4 - 9 - 2 - 1 - 0


Çinggg… derê kaseyê vebû. ‘Çi ye tê de? Pakêtek e. Pakêteke ji karton. Li ser karton şiklê fav û rt û parvekirinê hene.’  Ibrahimm pakêt derxist, bi pûtepêdan devê wê vekir. Hundirê pakêtê de… ‘Eev çi ye? Kaxizeke piçûk…  tiştek li ser nivîsî ye’…

Ibrahimm destnivîsa mamosteya xwe nas kir: Di bin kirastê xwe de xwe bike.

‘Çi xwe bikim? Ev jî çi ye?’

‘Sînebend (bra)? 

Erê, ev sînebendeke desenê leopar li ser heye û tişta ecêb, li her du aliyan ve heft bend û herwiha heft qopçe/çengelê wê hene.

Mamoste piştî çûyina xwe jî tu tirane û tinazên xwe bi min dikî hey malxirab…’

Hema di dewsa xwe de rûnişt û li ser sînebenda di destê xwe de qasekî ponijî, paşê pîknî ketê û wekî dîna keniya. 

         “Ê wakî tu dixwazî tiranê xwe bi min bikî, ez jî te neşikênim.” 

Kirasê xwe ji xwe xist û sînebend da ber singê xwe… ‘Çi çi çi??!!’.... Bendên- kemerên sînebebdê bixwe-xwe hatine hev li pişta wî, yeko yeko pevketin. Gava çengela hefta jî kete xelekê û pevket kirasekî tenik ji sînebebdê mînanî pejalên suhê za û şax veda. Ibrahimm tirsîya û kir ku sînebendê ji singê xwe biqetîne, lê heta dest avêtê ew kirastê ku desenên mîna pûlên masîyan, lê bi şiklê sînebendên piçûk piçûk û her yek bi rengekî ye cendekî wî pêkve pêça; di bin şapik (trousers)de dewam kir, ling û pîyên wî pêça, dûv re dest û milên wî... Kiras herî dawî li patika wî re hevraz bû, serî û rûyê wê jî pêça, du perên weke kalikê pîwazan nîvrohnî(transparent) ketin ber çavên wî, bûne berçavk, lê ewî havildor ji berê zelaltir didît. 

Hew bihîst dengê keçikeke  piçûk li ber guhê wî ket :

             ‘’Min quzê dapîra hingo ga! Kî ez hişyar kirim?!.’’ 

Ibrahimm di nav tirs û şokê de req bibû, bibû koç sekinîbû. Tam wê di bin xwe de bimîsta, dengê keçikê got:

              ‘’ Hop hop hop! Nebê nebê tu Brakirasê şil bikî, qûnçêlek ê kelmîzek!’’

               ‘’Tu kî yî? Li ku yî?’, 

got Ibrahimm bi dengekî lerzok û gava ferq kir dengê wî jî guheriye, gellekî bass bûye, heçîheyî sawê lê girt.

               “Dengê quzê dapîra hingû! hahaha” 

               “Tu çi yî? Li ku yî?!” 

               “Quzê dapîra hingû hahaha” 

               “Tu çi dibêjî yaw?! Çi tor manyax î tu?” 

               “Şadap bêç, hinekî sekan be. Ez Mîrna, dengê pencerê hingo LoL..Na na, dengê interface a  bra”

               “Çi?!! Ev deng ji sînebendê tê?” 

              “Erê quzxol...neyserrr… Ha ji te re nameyek heye, ez ê hinekî razêm bêç. Gava te go ‘bila name vebe’, namaya dengî wê destpê bike,”

               “Nameya çi? Ji kê?”

               “Di algoritma min de dibêje gava ev DNA sînebend xwe kir, nameyê demildest bigihînê. Ev DNA  jî tu yî. Oh my gosh! What a waste of resource! bruhh… Bila name vebibe?”

              ‘’Temam.’’

               “Temam çi ye bêçç? Bibêje, ‘bila name vebe’. Oh my gosh! This fucking moron is a total DNA junk hahaha...”           

               “Temam, bila name vebe.”

              ‘’Dema xewa bedewiyê ye bo Mirna,, bye moron haha...’’


                  ‘’Ibrahimm,’’

got dengê Mamosteyê.

                  ‘’Mamoste? Tu li ku yî??’’

Heke te sînebend li xwekiribe dîyar e ez mirime û te Sînebend dîtîye, her wisa bi Mîrnayê re jî hevnas bûyî. Zimanê wê bibore, piçekî zimandirêj û gotintûj e, bi demê re tu yê hîn werî.

Li ciyekî rûnê, meraq neke, pirsên di hişê te de hemû wê bersiva xwe bigirin. Tenê guh bide.

Min bibore heke ez di rojên xwe yên dawîn de bi we re xweş nepeyîvîbim. Ez bêgav bûm hember we wisa tevbigerim, we ji xwe dûr bixim. Ji bo xweşiya we, ewlehiya we.

Dibe ku min beriyê de çîroka xwe ji te re vegota çêtir bû, lê ez fikirîm û têgihiştim tu kêrê çîroka min a rastîn ji te re tunebû û, jê bêhtir, dibû ku mêjiyê te tevlihev  bikira û rojekî pisîra te rastî belayekî bihaniya. Hema wekî ji heman sedemê ku min tu carî nehîşt tu tişta di kaseyê de bizanibî. Lê ez ê niha ji te re hemûkî vebêjim, ji ber ku ger sînebendê ji te re peyam şandibe û xwe bi te dabe dîtin, ev panzdeh roj e dilê min sekîniye. Belê, min sînebend wisa eyer kiribû ku panzdeh rojan sînyalên lêdana dilê min hîs neke wê şîfreyê ji te re bişîne û ber bi xwe bike.

Roja hatin êşkence li min kirin û paşê Devfako hat, min êdî zanî ku min zîndî nahêlin. Ez çawa kuştim gelo? Ez xeniqandim? Yan bi kêrekî…

Ibrahimm hêvîdar im serê te yan jî hezkiriyên te di tu belayê de nîn e. Ji bîr neke Sînebendê tenê hema tenê ku zêde tu çareya te nemabe bikar bîne. Min Sînebend anko Ibra -ez ê çîroka vî navê paşê ji te re bibêjim- heta ji min hat min dûrê te xist, çimkî carekî te ew li xwebkir êdî jiyana te wek berê nabe û dujminên te yên gellek mezin wê çê bibin. Lê waye, dîyar e te Sînebend li xwe kirîye -jixwe kesekî din li xwe bikira nedixebitî, çimkî min DNA te tenê pê da nasîn- ew tê yek wateyê; ta di serî de bûyina Ibra çarenûsa te bûye.

Li ciyekî rûnê lawê min, ez ê ji te re çîroka Sînebendê jî vebêjim.


Li bajerekî piçûk ê navê wî nepêwîste hatime cîhanê. Pênc keçikên dê û bavê min çê bibûn, loma xweziya wana herî mezin ew bûye ku kurekî wan jî çê bibe. Şeva ez bûme bi tirs e tirs li nav lingê min nihêrîne û gava kîrê min dîtine ji şabûna lêlê bûne bifirin asîmanan. Lê… qasekî şûnde, gava dêya min tiştek ferq kiriye û nîşanê wan daye, ew şabûna wan di ber wan de maye. Çima ku piçekî di bin kîrê min de quzê min jî dîtine…

Bavê min pêşiyê di dewsa xwe de mat maye û paşê jî çakîtê xwe milê xwe re kirîye, ji malê derketiye û hew ew e vegere.

Dêya min ez ji wek xwîşkên min bi dilovaniya dayikan mezin kirim, lê nizanibûne çi bibêjin xelkê; kur e yan keç e… ji ber ku kîr li pêşiyê bû û sibe sibe radibû ji xwe re çadireke weke şefên çermsoran vedigirt, gotiye em bibêjin kur e çêtir e. Navê min jî lêkirine Mêrêşêran!


Salan da pey salan ez gihîştim. Lê bi gihîştine re min ferq kir, ji mêrekî bêhtir ez xwe jin hîs dikim. Di navbera hîsên xwe û nasnameya min a ji aliyê xelkê ve tê zanîn de asteng û tengezarbûm. Ez cêla yên din nebûm, mînak, xwîşkên min yarên wana hebûn, heta sibê di telefonan de sekstîng dikirin û bêguman gava firsend bidîtana jî wê hemû qulên xwe wek zînên kêlendiyê, bi çakûç bidana kutanê, memikên xwe yên her yek weke girike hevîrê hişk bidina gezkirinê. 

Lê ez… ne kêm û ne zêde nêromê bûm, ecêbe bûm. Ka kî û çawa bikuta min,, ka memikên min?  Loma ez herr ji civakê dûrbûm û dûrtir ketim.

Rojekî kovareke Nutz Cîwo kete destê min, haaa temam, min êdî zanibû zanist tam pelê min bû. Hew ew bû, çi ez ji wê cîhana tund û bêinsaf dûr bixistama yar û yaranê min bû; zanist, honaka zanistî (science fiction) û fantazî; xeyal û ramanên pêkaniya şikestandina ew cihana xirê kerê… ji ber ku bidesxistina şivika efsûnê tenê bi rêya zanistê pêkan bû, zanist - bi taybetî fîzîk- yekane efsûn bû.

Êja rojhat min beşa fîzîkê ya zanîngeke herî çê û binavûdeng, Zanîngeha Gayînadinê qazanc kir. Di waneyên xwe de gellekî serkeftî bûm, çimkî jixwe min hê beriya qazanckirina xwe ew mijar bi temamî xitim kiribûn. Herî zehf bala min quantum computing û nano teknolocî dikişand, min dixwast bigihijim hemû nepeniyên wan mijaran, bi wê zanîn û hevhanînê meriv dikare hukmê li ser şekl û şemalê bedena xwe bike, digot min . Bi ya xoceyan be ez dahîyek bûm, lê min tişteke ku bi kesa herî hirr(moron) ve jî heye dixwest: tenê du memik li singê min ê reqe rût…

Li zanîngehê jî libek heval û hogirê min tunebû, loma hertim di labaratuaran, pirtûkxaneyan û înternetê de bûm. Her şev di sepan(app)eke bi navê Tevêtirr de bi nûçika(nick) Mişê Farhaday (fîzîkzanê mezin) bi millet re diketim nîqaşê. Paşê taybetmendiya sohbetên zîndî yên tenê bi deng hate wê sepanê. Ji ber bêhntengî û tenêbûnê her şevekê diketim komeke din. Hemûyan de jî axaftinên û mijar û henek û pevçûnên weke gû… her kesî xwe wek kesê/a herî zana, wêrek, rasto filan dida nasînê, lê bi rastî ev heman tîpan di zanîngehê de jî hebûn; her kesî re digotin heWal partî axlakî, bedel, dêwrîm… lê rastiyê de hertim di nav wan de vizik(gossip), reşkirina yên pak, bêbextî û fêlbazî hwd. li dar bû. Jixwe paşê, hindik kesên bi canên xwe xwe dan îsbatkirin xaric, bi pirranî bo ku xwe biavêjin ber derê dazgeha Roppo her tişt kirin; bûn amco, torkoco û hew…


Şevekî min komeke bi navê ArkFm dît. Min go kanê guh bidimê çi ye. Yekî dengekî wî yê tu yê bibêjî ji asîmanan tê; ew qas xweş, germ, bibandûr, semyan û bihêz… ku tu hankava hildiday nav pelên xwe, wiha got:

 “Gelî birêzan ev der Ark Fm şêşt û neh poînt zîro ye. Ger hûn bixwazin dengê dilê xwe der bibim, maykrafona ArkFmê hertim di xizmetguzariya we de ye…

 Bi dengê wî re min hîs kir navşeliqa min de şilayîyek heye. Şirre şirra avê bû ji quzikê min dikişiya. Beriya niha qet wisa nebûbû. Lê min bihîst ez tenê wiha nebûn. Kesên di komê de, çi jin û çi mêr gava dipeyîviyan dengê wan dicirifî. Dîyar bû bi xwe dileyîstin, destper/mastobusto dikirin. Min jî go ez çima jê bibînim. Destê min kete navşeliqa min, de êja bidê! Bi valabûnê re Ark got Histopist fermo û yekî gîtara xwe jenî, pê re stranek got; “herê yar yar yar, herê yar hitê yar…”

gellekî xweşa min çû edn., 

Êdî ez bengiyê (addicted) wê komê bibûm, her şev diketimê, em bi wî dengê yezdanî bûn evîndarê zimanê xwe dîsa û dîsa. ‘Her mijar serbest û serazad’ bû û tenê yek şert hebû: her tişt ê di Zimanê Pîroz de bihata peyivîn! Zimanê Roppo qedexe bû!

Min her guh dayê bi dil û can. Şeva ku kom venekira ez wekî tiryakîyan diketim krîzê. Lê min tu carî mica xwe venekir. 

Piştî çend şevan wêrekî min de hat û min di jiyana xwe de yekemcar peyamek yekî re şand, ji Histopist re. 

Merhaba,

“Merhaba xanimcan, kerem ke?”

Wow! Kesekî qet negotibû min xanimcan! Çilîka (klîtorîsa) min govend dikişand li dora quzê min.


Ez zêde dirêj nekim, serê te yî kartol jî gêj nekim…Êdî her çi be, xuya bû sohbeta min jî xweşa wî diçû, herwisa şev bi şev sohbeta me dûvdirêjtir bû. Demekî şûn de êdî heta derkerina tavê me ji hev re dinivîsî. Yekemcar bû min di vê karîgehê de xwe tenê hîs nedikir, yekemcar bû tijî bi xwezî û kelecanî bûm. Her tim nude dixwastin, lê min tu carî jê re neşand. Êja şevekî got “ger tu bixwazî ez ê bêm ba te” Holy shit! Gûyê pişîkan! Çi bibêjim?

Çend mehan min bilebil kir, her çi qas pirsî jî min ne got erê, ne got na. Kirre kir dilê min bû ku min bigota nesene were, lê ku ez bidîtama û bîzê wî ji min bihata?


Hisreta min hembêzek bû û dawiyê de min xwe negirt, min go kuro  Masîn were! (ji min re gotibû ev navê minê rastîn e)

Du roja şûnde hat. Li otogara Gayînadinê min dûr ve ew temaşe dikir. Di destê wî de gîtara wî, pişta hoçik, devê rûtik…her çi be, şexs û şemalê wî wek kîrê roviyekî şilbûyî li ber seqemê diricife be jî, yê min bû.

Hêdî hêdî û bi tirs nêzîk ketim li pişt ve, destê xwe da sermila wî,

Mahs

Gava zivirî û ez dîtim rengê wî hinekî tevlihev bû, min şerm kir û serê xwe tixiste ber xwe. Destê xwe da bin çena min, serê min bilind kir, bişirî, ez hembêz kirim.

“Ez ji memikên piçûk hez dikim” got

 û keniya.

Lê hê nizanibû memekên min qet tune ne. Piştî em çûn malê, lêvên me ketin nav hev, me kincên hev xistin paşê dîmen dît. Got

“Tiştek nabe, çima berê memik hebûn canim hehe”

Ez keniyam, min go ‘surprîza mezin li jêr e mirê min’ û her du mucîzat nîşan dayê

“Offff bi rastî jî van deran qelebalix e. Ejderek li ber derê şikeftê ye… Lê Wele ne xem e, eva çend sale êdî îmana destê min qelîya hehe” û axxxx

Demekî şûn de min jî xwest bikutime wî, qet negot na camêrî. Min çawa kutayê û dît bawesîra(hemoroid) wî heye ez baş têgihîştim ku çi qas ji dil min hez dike.

Êja gava devê xwe wek segekî dirr û  birçî diavîte singê min bi hêviya memik bikevin dêv û dewsa memikan hewaya vikvala gez dikir ez zehf li ber xwe diketim. Min tu carî wiha zehf xweziya xwe bi cotek memik neanîbû. Wî jî ev mehçûbbûna min ferq dikir û bi ramûsanan û blovcoban ber dilê min de dihat.

 Axx xwedayê memikan Myride Kunê! Ez aşiqê wî mêrikê bûm! 

Min digotê ‘mînmînîkê’(butterfly) min, wî digote min ‘hespa’ min.

Û rojekî em li çarşiyê digeriyan, tam li ber dukana Gulê Gaybanayê re derbas bûn sekinî. Bişirî. Di cama dukanê de sînebendek hebû. Sînebendeke bi desenên leopar, heft kember, serê heft kemberê ve heft qopçe/qance…

“Wê li te we re”

Tu tirana dikî?

“Na, kî gotiye memikdankê re memik pêwîstin? Hehehe”

Kete hundir, bîstekî şûnde memikdanga di cama Gulê Gabanayê de di pakêteke îşaretên fav, rt, comment li ser heyî de bû, pakêt jî di destê wî de… Ez di jiyana xwe de tu carî wisa bextewar nebibûm û nebûm jî paşê…[ Demeke dereng -piştî hatin û çûyîna wî ye dawîn-, min jî xwest ez jestekî jê re bikim; min koda mekana pîroz -cîyê bû sedem bo rastîhevhatina û hevnasîna me- wek deqekî(tattoo) li navbera kîr û quzê xwe de da nivîsandin: 69.0!

Lê ewî tu carî ew deqa nedît. Raperîn pêk hat û ew herr çû…]


Êdî em tev diketin @ArkFm690ê. Min êdî mica xwe vedikir û xeber dida. Hemûyan jî kêfxweşî dida min û ji min re gellekî baş bûn. Ark her dem erd û ezman dicoşand.

Min çend caran derbarê Ark de tişt ji Mînmînîkê xwe pirsîn. Pakîkî bersiva min neda. Lê got rûyê xwe tenê nîşanê min daye. Rûyê wî jî qasî dengê wî xweşik e û bedena wî gellekî seksî ye ameke! Lê ew ê her anonîm bimîne ji bo planên wê yên mezin ên bo Zimên têk neçe.

Paşê di komê de, carekî Ark bixwe jî got rûyê min tenê Histopist dîtiye, ew cîgirê min e, gava ez nebûm ji wî alîkariyê bixwazin. Di komê de ez, Histopist, Kulûêşan, Rêzejan, Mûbîto +Wan, Sêvar Sekiswar, Torîboy Hûrûvoy, Evron Pêçet, Mişkêlata, Bahost Çekdost, Hevdaxoş, Şeşpek Derûn, Dewfako, Payîzadûr, Etê Lolo û çend kesên din hebûn. Me hemûyan jî êdî peyam ji hev re dişand û hevnas dibûn. 

Jinav wana kesekî çav berdabû min, Devfako. Hertim bi min re zimanekî nerm û henûn diaxivî û hertim îltîfat dikir. Min tu carê hêvî nedayê,  lê qasî salekî min nekir ku bibêjim ez bi Histopist re me, ew jî her li dora min bêrawestan çû û hat. Ê şevekî got ez ji te ez dikim, tu ji hişê min dernakevî, dixwazim bêm ba te. Li ser vê yekê ez bêgav mam û min ya xwe û Histopist gotê, êdî ew bû ji min re binivîse. Min nizanibû wî ew qas ez ji xwe re kirime nexweşî!

Em hev nasîn û xwîna min gellekî keliya ser Hevdaxoşê. Min got heke dilê te dixwaze were ba min, çendekî şûn de hat, xêncî Histopist kesekî rûyê min nedîtibû, tenê dengê min dizanîn. Çawa ez dîtim destê xwe li rûyê min gerand û got: ‘’tu jineke zehf xweşik î.’’.... Min ew hişk e hişk hembêz kir û bi îske îsk girîyam… Bi salan re em bûne du dostên herî nêzîk, bûn weke du xwîşkên ji dil û can. Me her tiştê xwe ji hev re digot, wê dizanibû ez çawa aşiqê Masînê devrûtik im û bi gotina wê, ew jî ji Panosê bû û hezkiriyê wê li wê derê rojnameger bû. Wê bizewiciyana ewê biharê. Bihar hat, zewicî. Jê re keçikek bû. Wêneya keçikê ji min re şand. Êja çi şirîn bû Kişmiş! sal bi sal bi rêya wêneyan ez bûme şahidê mezinbûna Kişmişê.

Mêrê min Histopist û Hevdaxoşê her serî dane min heta dibistana min hindik mabû xilas be.


Sibeyekî ez ji xew rabûm, her kes di nav xofê de li ber televîzyona bû. Di nûçeyan de behsa terorê dikirin: “Li Panosê terorîst provakasyonê dimeşînin û gel bi gefan ditirsînin bo ku dijî Royoslogo serî hildin.” 

Her roj behsa qehremantiya AA(Artêşa Asemeleyê) û asayîşa Royoslogo dikirin û digotin ‘’ev qehremanên nizanin tirs çi ye bi piştevaniya gelê bajêr koka terorîstan diqelînin, gelê ku ji dil û can Royoslogoya Roppo hez dike û ji ber ku zîyanê digihînin aramî û xweşhaliya wan, ji terorîstan re zehf bi hêrs in.’’


Raperîn çi bû di rastiyê de? Raperîn, li dijî ramana Roppo ya bêbînyadkiin û Artêşa Asemeleyê, parastina Zimên bû. Raperîneran, her derê  tenê  bi Zimanê Pîroz dipeyivîn, dinivîsîn û dijîn. Dixwastin her kes, qe nebe, di mala xwe de bi Zimên bipeyîve, li ser tora civakî bi Zimênn tevbigere, -ya herî girîng- zarokên xwe bi Zimên mezin bike. Loma alfabet, ferheng, rêziman, kovar û pirtûkên bi Zimên bela dikirin. Kurtasî ‘’propaganda’ya Zimanê Pîroz dikirin; ne kêm û ne zêde, dixwastin her derî bikin @ArkFm690


Min kir ku ez bi rêya telefonê bigihijim Hevdaxoşê, lê telefona wê girtî bû. Agirê meraq û telaşeyê dilê min dipêça, min Masingayan re jî lê da, ya wî jî girtî bû offf, çi diqewimî? Her pêngav diketim sepanê û li benda ArkFmê dimam, lê kom êdî qet nedihat vekirin.

Ma şevekî, ez bi şev ji derve dizivirîm, çawa ketim hundirê malê û rahîştim û lembeyan vebikim, dengekê go “vênexe vênexe!” Ji tirsa qêjîm. “Netirse, ez im, Hevdaxoşş”… Bi lez û kelecan bû weke ku ji tiştekî direve “zêde dema min tune ye cana min. Divê ez herim. Ha ev ê hilde ba xwe” û telefoneke Iton tixiste destê min. “Krîpto di vê telefonê de ye, ev telefon ji me hemûyan girîngtir e xweşika min. Tu yê agahiyan hemûkî tê de bibînî” “ Hevda çi bû? Çima wisa dikî? Ez çima nedigihîştim te û Masîn?” Bû qûrniya wê, ez hembêz kirim û girîya, “xayîn ji nav me derketin. Her tişt serobin bû, her tişt bela bû.” Hembêz berda û destên min hişk e hişk girt: ”baş guh bide min! nebê nebê tu kesî re bikevî têkiliyê! Tu kesî re! Êdî tu nikarî bigihijî Histopist jî. Porê xwe, rûyê xwe her tiştê xwe biguhere û bi Krîptoyê re winda be. Bila Devfako te nebîne!” Dîsa ez hembêz kirim û girîya “Beybî, bila guhê te her li ser Kişmişê be erê?” Min hê nizanibû çi ye, revî derket û çû…


Kurtasî, ez rastiyê ji tomarên di telefonê fêr bûm. Ev kom ji berê de belkî bi sed carî li ciyekî navê wê ARKadia ye (barkem kafeyek) berav bûne û rû bi rû bûne. Li wê derê Ark bi rêya peyamên dengî bi wan re ketiye têkiliyê û planên raperînê vegotiye. Masîn jî wek hêlikê xwe yî rastê daye ser meşandina wê planê. Lê di nav wê komê de xayînek derketiye: Devfako. Paşê raperîner hîn bûne ev Devfako birayê TofîTefo ye! Di maweya raperînê de bi saya Devfako endamên raperînê yeko yeko nêçîr kirine. Û wek xelatekî Devfako kirine serokê Aycintê Taybet, nûçika wî jî di teşkîlatê de bûye Aycint Simêd.


Hêvdaxoş bi êşkenceyê kuştin, evînê jiyana min jî serwindayî kirin. Niha jî kes nizane zîndî ye yan mîrî.


Min ji te re derew kir lawo, bibore, min gotibû bermayiya qazanca xwe bo pirîka te da, lê bi rastî çi qazanca min çê bû min ji bo sê tişta xerc kir; bo dîtina evîna xwe, projekta sînebendê û helbet Jok Danîalast…


Ji bo xweziya dawîna Hevdaxoşê ya ji min kirî, min xusûsî tayîna xwe li Panosê xwest. Porê xwe, meykapa xwe tev guherî. Navê xwe jî guherî kir Şêramêran. Hatim li nik Kişmişa piçûk ew xanî girt. Û jixwe tu kêm û zêde berdewama çîrokê dizanî. Tişta te nizanibû û min nedixwest tu bizanibî, xebatên min ên li ser Sînebendê bû. Gava êdî ez têgihiştim ew heramzadeyên dola qehpeyan perê min dixwin, min dixapînin û yek jî dews û rewşa Masîn nizane, min ji xwe re got tenê hêzeke ku hişê wan nagihijê dikare serederiyê bi wana re bike: Efsûn! Û bi efsûnê xwe bibînim, bi wî re  di wê mala şirîn de bijîm.

Bi xebata salan, min yadîgariya evîna jiyana xwe, sînebenda 90 numire ya bi desenên leopar hanî asteke dûrê aqilan; min ew bi quantum computing û nano teknolocî bi hev re saz kir. Lê çi kim! Ez êdî pîr bibûm, min nikaribû bida xebatê. Super herotî karê ciwanan e edn! Loma şevekî, piştî daqurtandina şûşeyek Jok Danîalast, dîsa mêrê min hate bîra min û kîrê min rabû. Di xeyalê min de ez û ew di maleke şirîn de jin û mêr bûn, tu jî lawê me.... Mêrê min bi dengê bavekî dilovan bangê te dikir: ‘Ibrahimm, were xwarin amade ye.’ Navê te bi dengê mêrê min di serê min de olan dida û min pênûseke bi keçe hilda û navê te li ser kîrê xwe nivîsî: Ibrahımm.... Paşê jî destper/mastobusteke(masturbation) xweş kir. Gava ez valabûm û kîrê min çilmisî û qurçimî ser hev, kurtenavek derkete holê: Ibraa!!… 

Gelo eva tesadufek bû, yan sînebend ta di serî de qedera te bû?!


Erê Ibrahimm dilê min ranedikir ku xemgîniya te bibînim, loma ez çûm lcem merivekî Tofîtefo û min pere jê deyn kir. Pêkan nebû ez wî pereyê bidim helbet, jixwe min peyda bikira jî wê carîyek jî fayîz bixwastana.

Tenê du mehan sebir kirin û şevekî hatin mala min. Min got panotek jî tune ye ez bidim. Dest bi êşkenceyê kirin. Min dîsa go ez nikarim bidim û kincên min hemû ji min xistin. Gava ejderhayê li ber devê şikesftê dîtin pêşiyê şok bûn, paşê jî bêhtir sadîstîk bûn. Hanîn ku jopekî têkine min û ew deqa di navşeliqa min de dîtin. Bo qasekî bêbîryar man, lê dûv re gotin, çêtir e em gazî şef bikin.

Qasî seetekî şûn de yek hat bi çend kesên serdanpê di nava kincên reş de; kesekî bejinkin, givregoşt, serî rût û hertim berçavk li çevan. Çawa ku kete hundir tefocî vekişîyan, gotin ‘şef’ di nav tirsê de, destê xwe ber hev re kirin û serê xwe xar kirin. Qasekî ez mêzandim şef û got, ‘’deqê nîşanê min bidin.’’ Min destxwe re dengê wî nas kir: Devfako! Bi navê xwe yî di vê cihanê de tê nasîn: Aycint Simêd…

Çi ji min pirsî min bersiv nedayê, wê dengê min nas bikira. Jixwe ez êdî têgihiştîm xilasbûna min tune ye, çi qas li min dan jî min dengê xwe dernexist. Herî dawî Aycint Simêd got, bes e û hemû dan pey xwe û çû. Lê min dizanibû çavên wan ên hertim li ser min bin, ji bo ku tê derxin ka ez tenê dilxwaz/sempatîzaneke ArkFmê me, yan emdamekî ARKadiayê me. Devfako bêguman li pey Krîptoyê bû.


Loma min kir ku we dûrê xwe bikim, wê biketana pey we jî.


Min zanibû zêde dema min nemaye û hetanî ji destê min hat min lezand; divê min serrastkirinên dawîn yên brayê kuta bikira. Min DNAya te, ya ku ji koka têlek porê te yî li labaratuarê weşiyabû, pê da nasîn. Sînebend eyer kir  ku heta panzdeh rojan sînyala lêxistina dilê min dîtekt neke peyamê ji te re bişîne.

Û dawiya dawî rûniştim û ev nameya dengî ji bona te tomar kir.


Agahiya wana derbarê Krîptoyê de ne rast e. Ew hew dizanin agahiyên derbarê Ark û lokasyona wî  hene di Krîptoyê de. Lê ya rastî, tu kes nizane Ark kî ye û li ku ye. Jê bêhtir, - çima min carekî got Masîn derbarê Ark de tiştekî nabêje- Hevdaxoşş ê ji min re gotibû hinek dibêjin ew nîvxweda ye, hinek dibêjin ji fezayê, yan jî ji dîmenşaneke(dimenson) din hatiye û her tiştî dizane…. Krîptoyê de alfabet, ferheng û rêzimana zimanê bavûkalên me heye! Evan dokumentan ji Ark jî xeternaktir in dijî Roppo Royoslogo! 

Êja, Telefonê de ne tenê Krîpto heye, tê de teknolociyeke Ark bi hackerên komê, Sêvar Sekiswar, Torîboy Hûrûvoy û Memikjan daye çêkirin jî heye. Nermealaveke/artificial intellengence gellekî pêşketiye: Mîrna. Em bêjin, mînak Mîrna dikare hemû telefon û înterneta bajêr çevra bike, bireşîne û guhdarî bike. Bi vê awayî tu dikarî kî li ku ye û çi dike bibînî. Min Mîrna ligel Krîptoyê re bi Sînebendê/brayê ve entegre kir.

Ez jî sînor û zerengiya Mîrnayê nizanim, lê bi demê re, tu dikarî Mîrnayê ji Mîrnayê bixwe fêr bibî. [ Lê tê bîra Mîrna keça Rêzejanê bû, çar salî filan bû û heycara pê re dikete komê, serhev çêr dikirin. Weke maşîna çêran bû….Carekî yekî gotibû min bavê wî Ark e, lê tenê gotinek bû. Dibe ku Ark bixwe xwestiye  gotin û dengê wê bibe bingeha nermealawê.]


Ibra rabû ser xwe. ‘Ma dikaribû kî li ku ye bibîne?!’


Ibrahimm. A çîroka min ev bû. Ez êdî diçim. Ji bîr neke, tenê gava tu bêçare mayî Sînebendê xwe bike, bibe Ibra! Û ji tu hezkiriya xwe re nebêje tu Ibra yî, ji bo ewlehiya wan. Çavên te li Kişmişê be herr, guhên te li ser be. Xwe her biparêze û her xweş be lawê min. 

Û heke ku hê dijî û tu rojekî rastî wî werî, bêje Mînmînikê min, Hespa te heta bêhna xwe ya dawîn ji te hez kir bi her zerreyên xwe.

Xweşî ya te be.


Bi van gotinên mamoste yên dawîn re hêsir ji çavên Ibra barîn.

           ‘’Ez ê Kişmişê bibînim mamoste, peyman be…” û bang kir

           “Mîrna!”

Mîrnayê deng nekir. Dîsa bang kir Ibra: 

           ‘’Mîrna!’’

            “Çi ye edn?! Çi Mîrna Mîrna te ye?”

            “Tu dikarî bi telefonên bajêr tev bireşîn(scan) jkx?”

            “Ez razame, min aciz neke yaraaam.”

            “Ev çi ziman e? Dê û bavê te qe terbîye nedane pêşiya te?”

            “Pfff boomer...”

            “Lawaya dikim Mîrna. Canê Kişmişê xeternakiyê de ye.”

            “Okê okê min devê te ga!”

Reşandin  destpê kir. Bi hezaran kesên li ser telefonê dipeyîvin dengê wan dihate guhê Ibra;                    -‘kuro te te perengê min ça kir?… sed torbe çîmento, tonek jî şîş… iro gûko, kuro teze kasîyerek hatiye marketa pêşberê mala me, offf qûna wê çane lawww… wele debara îsal hindik e, gurzê gîhê bîye çil panotî! Li cem we hewa çawa ye?… niha kîrê te di dest min de ye, zimanê xwe hêdî hêdî li dorana serê wî digerînim….’


          ‘’Raweste, raweste!’’, got Ibrahimm “bi peyvên ayycint, simêd, şef bigere.”

Mîrnayê dîsa reşand :

 -‘şefteliya te bixwim pitêê?… qunciyên simêdê mîda min dişewîtîne… ayycint ayycint ayycint cintê min… Selam Ayycint Simêd, pakêtên min hatin?

            ‘’Raweste! Vê telefonê bişopîne!’’

-Pakêt îşev li vir in Birêz Sayacob.

-Te qirarê gotina min kir, erê?

-Erê Birêz Sayacob, wekî te gotî; ji Kongoyê, du tesîsatvanên herî kêm 25 santîmî...

-Ufff.. êja em ê kêf bikin îşev! Ez seet çenda de werim?

-Ez ê agahiyê bidime te birêz

-Temmam, li bendê

-Ser çavê min dûûût dûûût dûûût


          ‘’Mîrna, te kifş kir cîgeha Aycint Simêd?’’

          ‘’Erê devquz, ma tu min çi dihesibinî? Negêya di berîka xwe de? hahahaha’’


Navnîşan û cîgeha Ayycint Simêd ya li ser nexşeyê (map) di berçavka Ibra de peyda bû. Simêd li perê bakûrê Panos Metropolitanê, di înşeeteke bîst qat e nîvîşkan de bû.

Ibra got

             “Mîrna kamûfla rû û serê min veke.”

Serê wî derket holê, kirasê xwe li xwe kir, bra veşart û lezande derketinê. Di korîdorê de rastî Qundo û Tanco hat. Qundo dîsa mîna her gavê bû,

             “Xêr e Ibrahimm? Şarja te xilas bû ?hahaha”

Ibrahimm ça xwe pê re gîhand pisîra wî girt, hilda û li ser serê xwe re erdê da. Li erdê bû kaste kasta Qundo,

             “Weyyy te cîya mezinê min ga”

Ibrahimm ber bi Tanco bû, Tanco destên xwe ji xwe re kir sîper,

             “Abêê, min gûyê te xwariye, li min nexe”



Derket û li du çerxa xwe suwar bû. Seetekî şûn de li ber wê înşeetê bû. Du kesên kincreş li ber derê bînayê bûn. Go ez benda êvarê bimînim çêtir e, ji bo kes bi tiştekî nehise.

Tarî ket. Erebeyeke reş, meriv tê derdixist ku fermî bû, hat ber înşeetê. Şofêr peyabû derê piştê vekir û yekî çarkenar, por û rî bi reş boyaxkirî jê derket. Her du berevanên(bodyguard) wî bi wî re ketin bînayê, şofêr jî erebe hilda û çû. 

Ibra derkete ser înşeeteke pêşberê wê înşeeta Simêd tê de bû. Kincên xwe ji xwe xist kire çantê xwe. Tana memikdankê ma.

            “Min bipêçe”

            “Uyyyk! Bêhna xuhê/xudanê ji te tê”

            “Mîrna pls!”

Kostim ji memikdankê derket û ew timî pêça. Berçavkên wî ketin ber çavên wî. Bi ultravioletê avahî qat bi qat reşand. Bîna vala bû. Tenê di qata herî ser de û ya di bin wê de çend kes hebûn. Di ya binî de; di jûreke li aliyê vir de, kesek wek kûçikan ketibû ser lepan(doggy) û du kesên xortimê wana qasî milên Ibrahimm in, ew kesê li ser lepan xortim dikirin; yekî devê wî re pif dida, yekî jî ji qûna wî re hewa berdida weke sîpopê. Ibra, jidûrveguhdarî vekir, dengên di qatê de bihîs

  -Uhmmm ...bêje min reyîs bêje min reyîs!….

digot yê li ser lepan di nav zewqeke mezin de. Dîyar bû evê li ser lepan serokê şaredariyê, Savblov Sayacob bû. Bi du ciwanên Kongoyî akapûntûr li xwe dikir. Di qata bîstemîn de jî, kesekî ku vê tarîyê de jî berçavka tavê li ber çavan e, hebû. Di ultravioletê de berçavka wî penbe penbe vêdiket. Ev,bêguman Simêd bû. Telefonê de bi yekî re dixavivî û hey cara jî firtniya wî bû, tiştek dikişande pozê xwe.

  -Erê kekê, niha di qata binî de xwe dide pifdanê…. Meraq neke ew îhale ya te ye. Min belesebe ew qas mesref nekir, bo ku her du pompevanan ji Kongoyê bînim…


Lê ka Kişmiş? Ibra pêlber(wavelenght) a ronakê guhert û dîsa reşand. Di qata Simêd tê de,  jûreke piştê de du kes li serpîya bûn, li ser serê keseke bi sendelî ve hatiye girêdan re sekinîbûn, bi zorekî dikirin tiştekî pê bidin xwarin. Ibra guhdarî kir,

  -Weyy lawaya dikim bi zorekî hûrûrûviyan bi min nedin xwarinê.

Ev, feryad û fixana Kişmişê bû.


               ‘’Mîrna, em hernê?’’

               ‘’Kurederrr! Em hernê jixwe! Min pen-ce-rê hingû naaaa…’’

Ibra fistiqî hewa bû qareqara wî

               ‘’Mîrna tu yê min bikujî!’’

               ‘’Hahahahaha….’’

Hew nihêrî ji pişta wî du perwaneyên bi şiklê memikdanka derketin û gizîrîn.

                 ‘’Brakopterrrr yûpîîîî… hahaha’’

Bi awayê Ibra derkete ser tepa bînayê. Di derîyê banê re berjêrê qatê bû bêdeng. Lê du kesên kincreş û bi berçavk li korîdorê  bûn. Bang li Ibra kirin. ‘’Tu kî yî?!’’

                ‘’Mîrna em ê niha çi bikin?’’

                ‘’Fuck forrr hemîyaaaa!’’

Ji brayê du tîr firrîn û tam netika wan de çikîyan,  lê ji wana yek tilîya wî kişokê(trigger) ket û çeka maşînî şajor di arîk de vala kir. Her kes hilpekî. Ibra walî dîwaran didît. Her du kesên li ser serê Kişmişê revîn korîdorê, leşên her du hevalên xwe dîtin û Ibra gulereşan kirin. Ibra xwe avête jûrekî.

                ‘’Em ê niha çi bikin Mîrna?!’’

                ‘’Tu di kirastê nano de nemîze, wekî din ez ê hel bikim. Rabe korîdorê, netirse ev       kirast guleyan derbas nake.’’

                 ‘’Rastî?’’

                 ‘’Na, qestî! Edn.’’

Ibra bi tirs derkete korîdorê, vê carê kesekî serrût û bi berçavk jî li ba her du kincreşan bû û çardexwera destê de xwe dirêjî hêla Ibra kiribû. Bi hev re Ibra dane ber guleyan, êşeke mezin berdan cendekê Ibra, bû qajniya Ibra û dîsa xwe havîte jûrê.

                 “Min got gule derbas nabin, min negot naêşîne hahaha”

                 “Oufff ...Mîrna, divê em tiştekî bikin”

                “Hmmm. Ka bise ez qasekî bifikirim… fak forrr hemîyan… leopar mode!!!!”

Nişkêve kirast guherî, seramser bû desenê postê leoparan, du guhên piçûk û fîtîk û dileke dirêj li Ibra peyda bûn.

Leoparê xwe havîte korîdorê, bi dîwaran hilpaz bû. Heta du kincreşan ew dît, wî herduk jî kuştin.

Devfako/Aycint Simêd li meydanê nebû. Ibra bi berçavkê pişt dîwaran reşand. Savblov Sayajob di nav berevanên xwe de direvî li jêr, li der û dor kes tunebû, Ibra li jor nihêrî, Simêd Kişmiş li ser ban dixirikand. Hankava leopar derkete jor, Simêd li ser kenarê ban ketibû pişt Kişmişê û çardexwer dabû serê wê.

              ‘’Nêzîk nekeve, ez ê mêjiyê wê mîna keledoşa genî birêjînim ha!’’

Devê kişmişê girêdayî bû. Dîyar bû gellekî ditirsiya.

              ‘’Keçikê berde bila here Aycint Simêd.’’

               “Na lo! Carekî jî bidime te? Tu kî yî olm, çi yî amk?!”

Mamoste hate ber çavê Ibra û sahneya dîyarbûna navê ‘Ibra’... Milên xwe her du alîyan ve vekir,

               “Ez Ibra”

               ‘’Ibra çi ye êja? dqn!’’

               “Yên ‘dqn’ bikar tînin, bi piranî saykopat û krîpto gey in. Yên elît û hîjyenparêz   gotina ARK bikar tînin edn!”

               “Tu ji ku ARK dizanî lann?!” teşkên Devfako lerîzin.

               “Ark jî dizanim, ji ber ku Mişê rû neda te dexesî û bêbextiya te jî, paşê te ew çawa kuşt û şewitand jî…”

               “Çi dibêjî gotwêran(asshole)? Min tu carî Mişê bi çavên xwe nedît!”

               “Te dît. Te çi jî lê kir wê dengê xwe dernexist. Hêlikeke wê hêjayê olka mala bavê te hemûkî bû, newêrekê xayîn! Min di golika bavê te gao!”

              ‘’Way amk! Ewa nêromê Mişê bû?!! Hahah.. Law min bi sala bo wê eremikê xwe dixwar?! Hahah… axxx êja min ça agir berdayê! Qirçe qirça donê quzê wê bû nav alawê de!’’

ji ber hêrsê agir ji çavên Ibra pekiya,

            ‘’Wey min di gewriya bavê te nîyo!!’’

Ji memikdangê çyar tîr firîyan, dudu çavên wî de, dudu tam di netikê de çikîyan. Devfako li ser kenarê ban şiqitê û çû xar, gava ket Kişmiş jî pê re çû. Ibra ber bi wê  revî.. Diketin...Dest û milên Kişmişê hewa pencwero dikir, mîna dike xwe biavêje tiştekî û xwe pê bigire.

Çengelek ji xeleqê derket, kembereke memikdangê li piştê vebû û serê çengel û xelek bi hev re du alîyan ve ber bi jêr, ber bi Kişmişê firîn, dirêj bûn û dirêj bûn, xwe pê re gîhandin, bi her du zendê Kişmişê ve aliyan û ew hevraz kaş kirin, hilkişandin û hanîn heta ser banî li kêleka Ibra danîn. Ça’ ku pîyên wê li zemîn ketin, ji ber şokê Ibra hembêz kir Kişmişê û xava çû. 


Ibra ew bi Brakopterê heta mala bavê wê bir. Cendekê wî danî ser şimîkê, zengilê da û ji wir dûr ket. 

Çû û li wê aliyê kûçeyê temaşe kir; Birêz Pêncposte derî vekir, li derûdor nihêrî, paşê keça xwe li ser şimîkê dît. Gava kontrol kir û tê derxist ku zîndî ye, ji şabûna girîya û hembêz kir. 



Du hefteyan şûn de …


Ibrahimm di polê de li dewsa xwe rûniştibû. Kişmiş jî li dewsa xwe bû û li ser deftera xwe tiştek dinivîsî.


Ibrahimm û Kişmiş ya xwe tixistibûne yek; êdî kêmhişiyeke mîna wê makaleyê wê nehata kirin. 


Lê dîyar bû Kişmiş li benda tiştekî bû dîsa…


Qundo û Tanco çawa ketin hundir deftera Kişmişê hildan û pê kenîn

            “Ev çi ye hahahaha”

Hew nihêrin Ibrahimm li ber bêhna wan e. Defter dan Ibrahimm û kerre kerr li cîyê xwe rûniştin.

Ibrahimm li pera vekirî nihêrî. Li her derê perê yek tişt dinivîsî: Ibra 

Ibrahimm nizanibû dilşad bibe yan xemgîn…



*****************************

TofîTefo di ser wêneya birê xwe de diponijî….paşê  her çyar tîrên ecêb yên ji leşê birayên wî derxistine hilda kefa destê xwe hinekî jî ser wan de ponijî… diranên wî kirin çire çir… kulmek  havîte maseya cam û mase hûr-xweş kir….



***************************

Ibra li ser bînayeke bilind, bi zarê super qehremanan li ser qerefîska rûniştibû. Ji êvar de sê kesên bêperevan ji rêbirr û quldiran xilas kiribû. Û çavên wî niha li kolan û kûçeyan direşand. 


Berguhka wî de hinek dengên parazît çê bûn.


 Dûv re parazît çû û dengekî bêhempa hate guhê wî:


“Rohan Bauj meymûnên min ên ‘ezîz”







Dawîya Destpêkê/ End of Genesis


9/24-6-2-1-29/2021, 1-17-9-18-21-1




























Comments

  1. Tu dahîyî! ❤️

    ReplyDelete
  2. Berhemeke bêhempa ye, lê qedrê wê nayê zanîn. Destê birêz Ark xweş be. 👌👍👌👌👌👌

    ReplyDelete

Post a Comment

Popular posts from this blog

Waneyên Soranî-Kurmancî

Mîm û Dîm (Galleria ARKadia)