Bêhna Min Biçikîne- Berlin
BÊHNA MIN BIÇIKÎNE- BERLIN (Take My Breath Away)
Sêr dikim her bizava te di leyîstika min a kêmhiş ya evîndarê de
Di vê okyanosa bê ser û bin de, serencamê de evîndar nizanin şermê
Bi gerîn û vegerîna ber bi ciyekî pînhan di hundir de
Sêr dikim di nav bizavkêşa hêdîkane* de dema tu dizivirî paş xwe û dibêjî
“Bêhna min biçikîne
Bêhna min biçikîne”
Sêr dikim, li bendê me, hê jî evînê hêvî dikim
Tu carî dudilî nîn im ku em bibin kesên qedera wan li serê hev e
Bi gerîn û vegerîna ber bi ciyekî pînhan ku were dîtin
Sêr dikim di nav bizavkêşa hêdîkane de dema dizvirî ber bi min û dibêjî
“Evîna min, bêhna min biçikîne”
Di nav cama demjimêra qûmê re min tu dîtî
Di nav demê de tu ber bi dûrî şiqitî
Gava neynik hûr û xaş bû min gazî te kir
Û zivirîm bo bibihîsim ku dibêjî
“Xwezî tenê bo îro, ez netirsîyama”
Bêhna min biçikîne
Bêhna min biçikîne
Sêr dikim her bizava di vê leyîstika kêmhiş ya evîndarê de
Li min bûye bela ew fikra ku li ciyekî evîn heye di nav alavan de
Bi gerîn û vegerîna ber bi ciyekî pînhan di hundir de
Sêr dikim di nav bizavkêşa hêdîkane dema tu dizivirî ber bi hêla min û dibêjî
“Bêhna min biçikîne
Evîna min, bêhna min biçikîne
Evîna min, bêhna min biçikîne
Evîna min, bêhna min biçikîne
Evîna min…”
Wergêr: ARKê Bêhnçikyayî (@ArkFm690 li ser Twitterê)
Comments
Post a Comment