Kerpîçek Di Nava Dîwar- Pink Floyd

 KERPÎÇEK DI NAVA DÎWAR- PINK FLOYD (Another Brick In The Wall)


Bavo difire li ser avê

Dihêle tenê yadîyekî

Bes nîgarek li malalbumê

Bavo zêde te çi hîşt ji bo min?

Bavo te l’pey xwe çi hîşt ji bo min?

Jêr û jor tenê kerpîçek d’nava dîwar

Jêr û jor tenê kerpîçên d‘nava diwar


Gava em mezin bûn û çûn fêrê

Mamoste hebûn li wê derê

Diêşandin zarok her carê


Dikirin qirfên xwe bi me

Bi her kar û barên me

Û nîşan dikirin kêmasyên me

Yên me vedişart ji xwe re


Lê di wargeh de baş dihat zanîn 

Gava ew êvarê diçûn malê

Jinên wan ên hilpuz û dîn

Ji difinê wan re dianîn

Dunya li wan dikirin zîndan 


Me ne hewce bi amojkarî

Me ne hewce bi mêjîkorî

Ne jî polê de qîlan bibêjî

Mamost! Ji pîsra zarokan bê xar

Hey! Mamost! Ji pîsra zarokan bê xar 

Jêr û jor tenê kerpîçek e d’nava dîwar

Jêr û jor tu jî kerpîçek î d’nava dîwar


Me ne hewce bi amojkarî

Me ne hewce bi mêjîkorî

Ne jî polê de qîlan bibêjî

Mamost! Ji pîsra zarokan bê xar

Hey! Mamost! Ji pîsra me zaran bê xar

Jêr û jor tenê kerpîçek e d’navadîwar

Jêr û jor tu jî kerpîçek î d’nava diwar


Min ne hewce bi hembêzan

Ne hewce bi tevzemenan

Min nivîs dîtiye li ser dîwar

Min ne hewce bi alîkarî tu car

Na! Ne dê hewce be tiştekî tu car

Jêr û jor tenê kerpîçek bû d’nava dîwar

Jêr û jor hûn tev kerpîç bûn d’nava dîwar


Bıcehme dunya zalim

Wa îro diçim ji te

Bicehm, bıcehm, bicehm


Bicehmin hemû însan

Nikare tu gotina we

Biguhere hişê min

Bicehmmm


Wergêr: ARK


Comments

Popular posts from this blog

Ibra: Destpêk /Genesis

Waneyên Soranî-Kurmancî

Mîm û Dîm (Galleria ARKadia)