Zêde Çi Heye?- Röyksopp
ZÊDE Çİ HEYE ?- RÖYKSOPP (What Else is There?)
Ew ez bûm li ser wê rêyê
Lê te ez nedîtim
Gellek ronak temirîbûn, lê ne ciyekî li nêzîkê vir
Ew ez bûm li ser wê rêyê
Te dîsa jî ez nedîtim
Û paşê ronakan gurr kir, teqîn pêk hatin
Dawiya rê nêzîktir dibe
Em dûrahiyan vediçirînin, lê ne bi hev re
Ez im bager, ez im ecêbe
Ronakên gurr, şevpestan
Û teqînên bi nişkêve
Nizanim zêde çi bixwazim
Tenê yek xwazî bo min hatiye dayîn
Ew derbarê te û tavê de ye
Reva sibeke zû
Çîroka çêkerê min
Her çiyê min heye û her bona çi diêşim
Guhekî min ê zêrîn heye
Jê dikim û tê de diçikînim
Lê zêde çi heye?
Rêyan û nêzîktir dibin
Em dûrahiyan vediçirînin, hê jî ne bi hev re
Ger ez im bager, ez im ecêbe
Ez ê jî dest bixim ronakên gurr, şevpestan
û teqînên bi nişkê ve?
Nizanim zêde çi bixwazim
Tenê yek xwazî bo min hatiye dayîn
Dawiya rê nêzîktir dibe
Em dûrahiyan vediçirînin, lê ne bi hev re
Ez im bager, ez im ecêbe
Ronakên gurr, şevpestan
Û teqînên bi nişkê ve
Derek tune ye ku herimê
Razên te jî hene
Nizanim zêde çi bixwazim
Tenê yek xwazî bo min hatiye dayîn
Wergêr: ARK
Comments
Post a Comment