Nemo- Nightwish
NEMO*- NIGHTWISH
Ev ez im, ta bêdawiyê
Yek ji yên windabûyî
Yeke bênav
Yeke dilekî ne weke hêlbîn** durust, lê heyî
Ev ez im, ta bêdawiyê
Keseke bênav
Ev rêzik in hewildana dawî
Ji bo dîtina xêza jiyan a windabûyî
Ax hew xwezî
Bi bêhnveker*** barana
Tew xwezî min dîsa xewn bidîtana
Dilê min ê tijî bi şadî
Rê di nav tariyê de nedî
Ji bo parî hêvî min ê niha her tiştê xwe bida
Kulîlka min çilmisî di nav rûpelên dudu û sisiyan
Bişkivîna carekî û ya bêdawî pûç bû bi tawanên min re
Di şiverêya tarî de biçe
Bi periyan re razê
Bo alikariyê, bangê rabirdûyê bike
Û navê min ê rastîn nîşanê min bide
Ax hew xwezî
Bi bêhnveker barana
Tew xwezî min dîsa xewn bidîtana
Dilê min ê tijî bi şadî
Rê di nav tariyê de nedî
Ji bo parî hêvî min ê niha her tiştê xwe bida
Ax hew xwezî
Bi bêhnveker barana
Tew xwezî min dîsa xewn bidîtana
Bo carekî û timî
Û timî bo carekî
Nemo ye navê min her û ta bêdawî
Wergêr: ARK
*Nemo: Peyveke Latînî ye, tê wateya ‘tu kes, hîç kes, ne kes’
** hêlbîn: Min afirand, bo peyva ‘compass’
*** bêhnveker: min afirand, bo peyva ‘soothing’
Comments
Post a Comment