Bireqise Bi Min re Ta Dawiya Evînê- Leonard Cohen

 BIREQISE BI MIN RE TA DAWÎYA EVÎNÊ- LEONARD COHEN (Dance Me To The End Of Love)


Bireqise bi min re ta dawîya evînê

Bireqise bi min re bo bedewîya xwe ve li gel kemaneke agirpêketî

Bireqise bi min re dema telaşê de, ta xwe beravî serhev bikim bi silametî

Min rake mîna çiqilê zeytûnê û bibe kewa min a ber bi hêlînê

Bireqise bi min re ta dawîya evînê

Bireqise bi min re ta dawîya evînê


Ah bihêle bedewîya te bibînim gava bîneran çûn

Bihêle hejîna te bibînim wek ku çawa dikin li Babîlûn

Nîşanê min bide hêdîkane tişta dizanim sînorên wê tenê

Bireqise bi min re ta dawîya evînê

Bireqise bi min re ta dawîya evînê


Bireqise bi min re bo dîlanê niha, ah, bireqise bi min re dîsa û dîsa

Bireqise bi min re bi dilovanî, bireqise bi min re hema wisa

Em herduk di bin evîna xwe de ne, em herduk li joranê

Bireqise bi min re ta dawîya evînê

Bireqise bi min re ta dawîya evînê


Bireqise bi min re bo zarokên dixwaziya zayînê dikin

Bireqise bi min re li seramserê perdeyên bi ramûsanên me hatine kewnkirin

Vegire çadirekî niha ji bo sitarê, her kêlîyê wê jî hatibin birrînê

Bireqise bi min re ta dawîya evînê


Bireqise bi min re bo bedawîya xwe li gel kemaneke agirpêketî

Bireqise bi min re dema telaşê de, ta xwe beravî serhev bikim bi selametî

Dest li min bide bi destên tazî, dest li min bide bi lepikanê

Bireqise bi min re ta dawîya evînê

Bireqise bi min re ta dawîya evînê

Bireqise bi min re ta dawîya evînê


Wergêr: @ArkFm690 (Twitter)


Comments

Popular posts from this blog

Ibra: Destpêk /Genesis

Waneyên Soranî-Kurmancî

Mîm û Dîm (Galleria ARKadia)