Nemirê Min- Evanescence (My Immortal)

 NEMIRÊ MIN- EVANESCENCE (My Immortal)


Pirr westiyame edî, j'ber ku hê li vir im

Di bin tirsên zarokane de diperçiqim

Heke pêwîst e tu herî

Hew xwezî bes ji vir herî

Ji ber ku hebûna te li vir min diêşîne

Û ev êş ê min tenê nehêle


Xuyay e ev birînana wê pak nebin

Ev êş zêde rast e û jibin

Gellek tişt hene ku dem nikare jê bibe


Ku bigîrîyayî, min ê hêsirên te paqij bikira

Ku biqîrîyayî, min ê tirsên te re şer bikira

Û min destê te girt di nava van hemû salan ra

Lê tu hê jî xwediyê her tiştê min î


Te ez dîl girtibûm

Bi ronaka xwe ya semyan

Niha jiyana te li paş xwe hîştî ve hatime girêdan

Rûyê te dibe reşeta

Di xewnên min de yên ku xweş bûn di berî de

Dengê te

Hiş û aqil nehîşt di sêrî de


Xuya ye ev birînan wê pak nebin

Ev êş zêde rast e û jibin

Gellek tişt hene ku dem nikare jê bibe


Ku bigîrîyayî, min ê hêsirên te paqij bikira

Ku biqîrîyayî, min ê tirsên te re şer bikira

Û min destê te girt di nava van hemû salan ra

Lê tu hê jî xwediyê her tiştê min î


Min zehf berxwe da ku têkim serê xwe tu çûyî

Her çiqas tu hê jî bi min re li van dera yî

Ez tenê bûm û tenê me ta ji serî


Ku bigîrîyayî, min ê hêsirên te paqij bikira

Ku biqîrîyayî, min ê tirsên te re şer bikira

Û min destê te girt di nava van hemû salan ra

Lê tu hê jî xwediyê her tiştê min î

Ah min, ah min, ah


Wergêr: ARK


Comments

Popular posts from this blog

Ibra: Destpêk /Genesis

Waneyên Soranî-Kurmancî

Mîm û Dîm (Galleria ARKadia)