Canê Meryem- Mohammad Nouri
Way gula min a sorûspî
Kîngê bêyî?
Binefş û belgê bîya’m
Kîngê bêyî?
Te gotî dema gul bişkivîn ez ê bêyîm
Te gotî dema gul bişkivîn ez ê bêyîm
Way! gulên ‘alemê tev vebûn
Kîngê bêyî?
Way canê Meryem
Canê Meryem
Canê Meryem
Canê Meryem, çavê xwe veke,
Serî bilind ke,
Roj bilindbû, hewa sayîbû,
Wext gihîşt ku em herin gerê.
Way nazenînê Meryem
Canê Meryem, çavê xwe veke,
Bang li min bike,
Em derkevin derva, herin ji vira
Mil di mil ra, wekî rojên berê.
Way nazenînê Meryem
Wa dîsa sibe bû, ez hê jî hişyar im.
Hew xwezî razama, te’d xewn de bidîma.
Guşîyên xemê li nav dilê min
Çîl lê vedane, dane bi dane,
Dil jî nizane çi'b ke bi vê xemê.
Way nazenînê Meryem
Were, wext bêder e,
Ya min î, min bernede,
Were em herin karê xwe,
Bidûrin genimê xwe
Were em herin karê xwe,
Were were nazenînê Meryem
Way nazenîn Meryem
Guşîyên xemê li nav dilê min
Çîl lê vedane, dane bi dane,
Dil jî nizane çi'b ke bi vê xemê.
Way nazenînê Meryem.
Ji Farsî: @ArkFm690 ( Li ser Twitterê)
Comments
Post a Comment