Çilmisîn- Metallica
ÇILMISÎN- METALLICA (Fade To Black)
Jiyan, xuya ye wê biçilmise
Dûr dikeve fesle fesle
Winda dibim di hundirê xwe de
Ne girîng e tiştek, ne jî tu kes e
Min winda kir xwesteka jiyînê
Zêde tiştek nema bo dayînê
Êdî tune ye tiştek ji bo min
Min divê bi wê dawiyê, bo azad ke min
Tişt wekî qewlê berê nîn in
Yek kêm e ji hundirê min
Windaya mirindar*, ev nabe ku rast be
Dijî vê dojeha ku hîs dikim li min ne tab e
Valahî dadigire min li dil û navê
Ta asta jan û azarê
Tarîya şax vedide berbangê dipêçe
Ez ez bûm, lê ew niha herr diçe
Ne tu kes, tenê ez dikarim xwe biparêzim
Lê êdî pirr dereng e
Niha nikarim bifikirim, bifikirim ka çima cardin biceribînim
Qey dibê duh qet nebûye
Mirin silaveke germ dide, niha ez ê tenê bibêjim bi xatirê we
Bi xatirê we.
Wergêr: ARKê Çilmisî
* mirindar: min afirand, bo peyva ‘deathly’
Comments
Post a Comment