Dilê Êlastîk- Sia
DILÊ ÊLASTÎK- SIA (Elastic Heart)
Û yeke din jî pê girt
Ah ez çima di evînê de sernadim?
Dibe ku fikirîbim qaşo em wek hev in
Min xwest vê cengê bê çek pêk bînim
Min xwest, min zehf xwest
Lê gellek nîşaneyên xeternakiyê hebûn
Niha yeke din jî pê girt
Erê, de em rast bibêjin , ez ê êdî bi kesekî re bawer nebim.
Te ez têk nebirim
Hê jî bo aştiyê berxwe didim
Lê çermekî min ê stûr û dilekî min ê êlastîk heye
Lê ew kêra te, dibe ku gellekî tûj be
Ez weke lastîkê me, ta ku tu min bikişînî zexm e zexm
Dibe ku rakêşim û zû bi zû vekêşim
Lê tu yê nebînî ku ez hilwedişim
J’ber ku dilekî min ê êlastîk heye
Dilekî min ê êlastîk heye
Belê, dilekî min ê êlastîk
Û ez ê seramserê şevê serpîya bimînim
De em rast bibêjin, ez ê hîç çavên xwe negirim
Û ez dizanim ku ez dikarim ji mirinê bibexşim
Ji bo li jiyanê bimînim ez ê li nav êgir re bimeşim
Û ez dixwazim, ez jiyana xwe zehf dixwazim
Çi ji destê min tê ez dikim
Êja paşê yeke din jî pê girt
Dijwar e windakirina yekî hiljibartî
Te ez têk nebirim
Hê jî bo aştiyê berxwe didim
Lê çermekî min ê stûr û dilekî min ê êlastîk heye
Lê ew kêra te, dibe ku gellekî tûj be
Ez weke lastîkê me, ta ku tu min bikişînî zexm e zexm
Dibe ku rakêşim û zû bi zû vekêşim
Lê tu yê nebînî ku ez hilwedişim
J’ber ku dilekî min ê êlastîk heye
Wergêr: ARK
Comments
Post a Comment