Eşîra Leylî- Abbas Mehrpouya
EŞÎRA LEYLÎ- ABBAS MEHRPOUYA (قبیله لیلی)
Tu ji eşîra Leylî,
Ez ji eşîra Mecnûn,
Tu ji spîtav û nûr î,
Ez ji gulebûka bi xûn,
Tu ji eşîra derya,
Ez ji nijada çol im,
Hertim tî û xemgîn,
Hertim bê te êsîr im.
Tu ji eşîra Leylî ahh,
Ez ji eşîra Mecnûn,
Çîroka evîna min û te,
Çîroka ewrên biharê...
Bi min çi yê bê ey dost?
Ji vê hemû xem û zarî,
Ji vê hemû xem û zarî...
Tu ji eşîra devken,
Ez ji eşîra derdan...
Navbera me de sed ah,
Navbera me de sed çiya,
Navbera me de sed çiya...
Tu ji eşîra Leyl î ahh,
Ez ji eşîra Mecnûn,
Tu ji spîtav û nûr î,
Ez ji gulebûka bi xûn...
Weger ji Farisî: ARK
Serkeftin !
ReplyDelete