Evîna Jiyana Min- Queen

Evîna jiyana min, te ez êşandim

Te dilê min şikênast

Û niha tu min diterikînî


Evîna jiyana min, ma tu nabînî?

Wê paş de bîne, paş de bîne

Wê ji min neqetîne

Ji ber ku tu nizanî,

Ew bo min çi wateyê dihewimîne


Evîna jiyana min, min neterikîne

Te evîna min hilda (giş evîna min)

Û niha min xip û xalî dihêlî


Evîna jiyana min, ma tu nabînî?

(Boy xwedê wê bîne, wê bîne) wê paş de bîne

Paş de bîne, wê ji min neqetîne

Ji ber ku tu nizanî, ew bo min çi wateyê dihewîmîne


Dê were bîra te, gava ev hemû bela bû

Û her tişt bir bi xwe re

Dema temenê min têra xwe bala bû

Ez ê li wir, li kêleka te bim

Ji bo bînim bîra te ku

Hê jî ji te hez dikim (hê jî ji te hez dikim)


Bîne, zû bîne

Boy xwedê wê paş de bîne malê li ba min

Ji ber ku tu nizanî

Ew bo min çi wateyê dihewînîne


Evîna jiyana min

Evîna jiyana min


Wergêr: ARK (@ArkFm690 li ser Twitterê)


Comments

Popular posts from this blog

Ibra: Destpêk /Genesis

Waneyên Soranî-Kurmancî

Mîm û Dîm (Galleria ARKadia)