Hemd Û Sena Bo Navê Te- Iron Maiden
HEMD Û SENA BO NAVÊ TE- IRON MAIDEN (Hallowed Be Thy Name)
Ez vedizelim di hucra xwe ya sar de,
Gava zengil destpê dike û lê dixe,
Diponijim li ser temenê çûyî de
Û zêde jî wext nema jixwe.
Çima ku di seet pênca de wê min bibin ber sêdarê,
Qûmên dêm her diçe kêm dibe tê xarê.
Gava papaz tê ku cara dawîn bixwîne duayan û bike ayîn,
Ez dinêrim di nav şîşan re li dîmenên dawîn,
Yên cihaneke li ser min de wêranbûyî.
Gelo dibe ku şaşiyek tê de hebe?
Dijwar e sekinandina terora ku têk dibe.
Bi rastî ev êdî dawî ye, ne xewneke tewşe-dîn?
Boy Xwedê, bila yek bibêje ev xewnek e ez dibînim.
Hêsay nîn e ku dawiyê li qîrînê bînim.
Lê gava dikim ku bipeyîvim peyv ji devê min direvin.
Hêsir dibarin, lê bo çi ez digîrîm?
Heminî ez natirsim ji mirinê.
Bawer neke ku tu demî dawîyek nayê.
Gava gardîyan min derdixin hewşê,
Yek ji hucra xwe bang dike, “ligel te be Xwedê”.
Ger Xudayek hebe çima dihêle ez bimirim?
Her ku gavan diavêjim jiyana min dixirike li pêş min.
Her çendî dawî nêzîkê min be jî ez ne xemgîn im.
Ruhê min bigire, ji ber ku ew dixwaze dûr bifire.
Guh bidin gotinên min, bawer bikin wê bidomîne ruhê min.
Çima ku ez çûme, nebê hûn xemgîn bibin.
Ez çûme wê hêlê bo bibînim rastiyê.
Gava we pê zanî êdî dema we hat,
Dibe ku hûn jî têbigihijin ew kat,
Li darê cîhanê jiyan tenê serabeke sosret e.
Erê, erê, erê, hemd û sena bo navê te.
Erê, erê, erê, hemd û sena bo navê te.
Wergêr: @ArkFm690 (Twitterê)
Comments
Post a Comment