Antênan- System Of A Down

 ANTÊNAN- SYSTEM OF A DOWN (Aerials)

Jiyan şiravek e,

Em in di çêm de tenê,

Û dîsa tenê ne piştî ketinê.

Ajne didin ber bi valahiyê.

Em dibihîsin peyvê, 

Xwe wenda dikin,

Lê dibînin wê bi tevê.


J’ber ku em in yên dixwazin bileyizin,

Yên ku hertim dixwazin herin.

Lê hûn tu car naxwazin bisekinin.

Û em in yên dixwazin hilbijêrin,

Yên hertim dixwazin bileyizin.

Lê hûn tu car naxwazin jê bibin.


Antênan, li asîman,

Gava hişê xwe yî piçûk wenda dikî,

Tu serazad dikî jiyana xwe.


Jiyan şiravek e,

Em ji çêm vedixwin,

Paşê dizivirînin pişta xwe ,

Saz dikin dîwarên xwe.

Ajne didin ber bi valahiyê,

Em dibihîsin wê peyvê,

Xwe wenda dikin,

Lê dibînin wê bi tevê.


J’ber ku em in yên dixwazin bileyizin,

Yên hertim dixwazin herin.

Lê hûn tu car naxwazin bisekinin.

Em in yên dixwazin hilbijêrin,

Yên hertim dixwazin bileyizin.

Lê hûn tu car naxwazin jê bibin.


Antênan, li asîman,

Gava tu hişê xwe yî piçûk wenda dikî,

Tu azad dikî jiyana xwe.


Antênan, li lap bilindahiyan,

Gava tu çavên xwe dikî azad,

Xelata abad.


Antênan, li asîman,

Gava tu hişê xwe yî piçûk wenda dikî,

Tu azad dikî jiyana xwe. 


Antênan, li lap bilindahiyan,

Gava çavên xwe dikî azad,

Xelata abad.


Wergêr: ARK


Comments

Popular posts from this blog

Ibra: Destpêk /Genesis

Waneyên Soranî-Kurmancî

Mîm û Dîm (Galleria ARKadia)