Meya Havînê- Lee Hazlewood & Nancy Sinatra

 MEYA HAVÎNÊ- LEE HAZLEWOOD& NANCY SINATRA (Summer Wine)


Tûfiringî, gêlaz û maça perîyekî li biharê,

Meya min a havînê bi rastî ji van tiştan tê hilberê.


Ez li çarşîyê gerîyam bi mahmuzên zîvîn ên dişingîn,

Straneke ku min tenê bo çend kesan kiribû stirîn.

Wê dît mahmuzên min ên zîvîn û got, de em tev derbas bikin hin dem û demanê.

Û ez ê bidime te meya havînê.

Ooo meya havînê...


Tûfiringî, gêlaz û maça perîyekî li biharê,

Meya min a havînê bi rastî ji van tiştan tê hilberê.

Mahmuzên xwe derxe û alîyê min bike ku derbas bikim dem û demanê.

Û ez ê bidime te meya havînê.

Oooo meya havînê...


Çav li min giran bûn û lêvên min nikaribûn bikin axaftin.

Kir ku rabim, lê min pîyên xwe nedîtin.

Wê ez aş kirim bi hevokeke nehatiye bihîstinê.

Û paşê da min bêhtir meya havînê.

Oooo meya havînê...


Tûfiringî, gêlaz û maça perîyekî li biharê,

Meya min a havînê bi rastî ji van tiştan tê hilberê.

Mahmuzên xwe derxe û alîyê min bike ku derbas bikim dem û demanê.

Û ez ê bidime te meya havînê.

Mmmm meya havînê...


Gava hişyar bûm tava diçilvilî di hundirê çavên min de bû.

Mehmuzên min ên zîvîn çûbûn û ji min wetrê serê min qasî du carê xwe bû.

Wê hilda mehmûzên min ên zîvîn bi dolarek û deh kurişan tenê.

Û ez hîştim di nav hisreta bêhtir meya havînê.


Tûfiringî, gêlaz û maça perîyekî li biharê,

Meya min a havînê bi rastî ji van tiştan tê hilberê.

Mahmuzên  xwe derxe û alîyê min bike ku derbas bikim dem û demanê.

Û ez ê bidime te meya havînê.

Mmmm meya havînê...


Wergêr: ARK


Comments

Popular posts from this blog

Ibra: Destpêk /Genesis

Waneyên Soranî-Kurmancî

Mîm û Dîm (Galleria ARKadia)