Min Agir Berda Baranê- Adele
MIN AGIR BERDA BARANÊ- ADELE (Set Fire To The Rain)
Min hîşt bikeve, dilê min
Û çawa ket, tu rabûy ku ji xwe re hildî
Tarî bû û ez bêmecal bûm
Ta ku te lêvên min paç kir û ser xwe de hanîm
Destên min zexm bûn
Lê çokên min pirr sist
Bo xwe bigirim di nava milên te de bêyî ku bikevim bin pîyên te
Lê layek bi te ve heye
Ku min tu car nizanibû, nizanibû
Tim tiştên te gotin
Ku tu car nerast bû, nerast bû
Û leyîstikên te dileyîstin
Encam hertim ya te bû, ya te bû
Lê min agir berda baranê,
Sêr kir barîna wê dema destên xwe da rûyê te
Belê, wê dişewitand gava ez digîriyam
J’ber ku min dibihîst ew diqîrîya navê te, navê te
Gava ez dirêj dibûm li kêlaka te
Dikaribûm bimama li wir
Çavên xwe digirt min, hîs dikir ta bêdawiyê li vir î
Gava ez û tu bi hev re bûna
Nema dibû tiştek ji wê xweşiktir
Lê layek bi te ve heye
Ku min tu car nizanibû, nizanibû
Tim tiştên te gotin
Ku tu car nerast bûn, nerast bûn
Û leyîstikên te dileyîstin
Encam hertim ya te bû, ya te bû
Lê min agir berda baranê,
Sêr kir barîna wê dema destên xwe da rûyê te
Belê, wê dişewitand gava ez digîrîyam
J’ber ku min dibihîst ew diqîrîya navê te, navê te
Min agir berda baranê
Û em herduk avêtin nav alavê
Belê, min hîs kir ku tiştek mir
J’ber ku min dizanî ew cara dawî bû, cara dawî!
Car caran ez li ber dêrî hişyar dibim
Ew dilê te ji xwe re hilda, divê li benda te be
Her çendî dawî bibûbe jî ya me
Nikarim dest berdim ji lêgerîna te
Min agir berda baranê,
Sêr kir barîna wê dema destên xwe da rûyê te
Belê, wê dişewintand gava ez digirîyam
Ji ku min dibihîst ew diqîrîya navê te, navê te
Min agir berda baranê
Û em herduk avêtin nav alavê
Belê, min hîs kir ku tiştek mir
Ji ku min dizanî ew cara dawî bû, cara dawî
Ax, ax!
De bila bişewite! Bila bişewite!
Wergêr: ARK
Comments
Post a Comment