Sawirê Operayê- Andrew LLoyd Webber

 SAWIRÊ OPERAYÊ- ANDREW LLOYD WEBBER (The Phantom Of The Opera)


(Christine)

Ji min re stirî di xewê de, hat di xewnê de

Ew dengê bang li min dike û navê min hildide

Gelo dîsa xewn dibînim? Tişta niha têdigihijim

Sawirê Operayê li wir e, li nava hişê min


(Sawir)

Careke din jî bi min re bistirê, dueta me ya ecêbe

Bandûra min a li ser te gav bi gav mezin dibe

Her çiqas tu zivirî ku bibinî kî li pişt e

Sawîrê Operayê li wir e, li nava hişê te


(Christine)

Kesên rûyê te dîtin

Paş de çûn di nav tirsê de

Ez rûpoşa li ser rûyê te


(Sawir)

Ez im yê ku dibihîzin


(Herduk)

Giyanê min/te û dengê min/te

Yek û hevrayî

Sawirê Operayê li nava hişê min/te


(Piştdeng)

Destdûr Sawirê Operayê


(Sawir)

Di temamê xeyalên te de, te hertim dizanibû ew mêrik û ew nepenî


(Christine)

Tev di hundirê te de bûn


(Herduk)

Û di vê labîrêntê de, cîyê ku şevereşî ye

Sawirê Operayê li vir/wir e


(Christine)

Di nava hişê min/te


(Sawir)

Bistirê Periya min a Muzîkê!


(Christine)

A li wir e, Sawirê Operayê


(Sawir)

Bistirê!

Bistirê bo min

Bistirê Perîya min a Muzîkê!

Bistirê bo min!


Min tu hanî

Li ser textê muzîka şirîn

Hanî vê keyatiyê, cîyê pêwîst e her kes bejn bitewîne bo muzîkê,

Muzîkê...


Tu hatî bo tenê û yek sedemî

Ji cara pêşîn min bihîst tu disitrî

Min divêt tu li ba min bî, ji min re xizmetê bikî

Ji bo bisitrî

Ji bo muzîka min

Muzîka min…


Wergêr: ARK


Comments

Popular posts from this blog

Ibra: Destpêk /Genesis

Waneyên Soranî-Kurmancî

Mîm û Dîm (Galleria ARKadia)