Şimdank- Sia
ŞIMDANK- SIA (Chandelier)
Keçên şox û şengê nayên êşandin
Tiştekî hîs nakim, ez ê kîngê fêr bibim
Ditemisînim hundirê xwe, ditemisînim
Ez im kesa “di rojên xweş de” tê lêgerîn
Ji ber lêdanê telefona min zik dide, deriyê min tê veçirîn
Hezkirinê hîs dikim, hezkirinê
Yek, du, sê yek, du, sê mey
Yek, du, sê yek, du, sê mey
Yek, du, sê yek, du, sê mey
Lêxe bila were, ta ez ji bîr bikim hejmarê.
Ez ê ji şimdankê ba bibim, ji şimdankê
Ez ê bijîm weke ku sibê tune ye, weke ku sibê tune ye
Ez ê bifirim weke çûkekî di nava şevê de
Hêsirên xwe hîs bikim gava dilop zuha bibin
Ez ê ji şimdankê ba bibim, ji şimdankê
Ez bi jiyana xwe ya delal ve xwe digirim
Ne ku li jêr binêrim, ne ku çavên xwe vekim
Pîyaleya xwe tijî dihêlim ta tîrêjên sibê
Ji ber ku tenê bi vê şevê ve xwe digirim
Bibe alîkar, ez bi jiyana xwe ya delal ve xwe digirim

Roj hilat, ez şerpirze
Divê xwe biajêm derva, ji vê rewşê birevim
Wa dîsa hat şerm, wa dîsa hat şerm
Yek, du, sê yek, du, sê mey
Yek, du, sê yek, du, sê mey
Yek, du, sê yek, du, sê mey
Lêxe bila were, ta ez ji bîr bikim hejmarê.
Ez ê ji şimdankê ba bibim, ji şimdankê
Ez ê bijîm weke ku sibê tune ye, weke ku sibê tune ye
Ez ê bifirim weke çûkekî di nava şevê de
Hêsirên xwe hîs bikim gava dilop zuha bibin
Ez ê ji şimdankê ba bibim, ji şimdankê
Ez bi jiyana xwe ya delal ve xwe digirim
Ne ku li jêr binêrim, ne ku çavên xwe vekim
Pîyaleya xwe tijî dihêlim ta tîrêjên sibê
Ji ber ku tenê bi vê şevê ve xwe digirim
Bibe alîkar, ez bi jiyana xwe ya delal ve xwe digirim
Ne ku li jêr binêrim, ne ku çavên xwe vekim
Pîyaleya xwe tijî dihêlim ta tîrêjên sibê
Ji ber ku tenê bi vê şevê ve xwe digirim
Wergêr: @ArkFm690 (Li ser Twitterê)
Comments
Post a Comment