Tenê- Edgar Allan Poe
Ji dem û dewrana zaroktiya xwe vir de nebûm wekî yên din,
Min 'alem û cîhan nedît wekî ku yên din çawa dibînin,
Nikaribûm bînim azweriyên xwe ji kanîyeke hevpar,
Hevpar bi heman çavkanîyê re, ku jê kederan xwe re dikim par,
Nikaribûm dilê xwe hişyar bikim bo tahm bike heman çêjnê,
Û min ji her çi hez kir, min jê hez kir tik û tenê...
Êja paşê, di zaroktiya min de, di berbangê de,
Berbanga 'emrekî di nav ba û bagerê de,
Ji her cirre kûrahiyên başî û bediyan rû da
Ew nepena ez hê jî pêçame di nav xwe de...
Ji lêvîyê, yan jî ji kanîyê,
Ji zinarê sor î gevez ê li çîyê,
Ji tava li dorana min digere û dibeze,
Bi rengê xwe yê zêrîn û zereya payîze,
Ji asîman ji birûskê,
Ku hew firrî, ji min derbas bû li kêlekê,
Ji gurminîya asîmên, ji bahozê,
Û ji ewr, ewrê ku
(Gava çi mabe ji asîmên hêşîn bû)
Li ber çavê min îblîsek jê dizê…
Wergêr: @ArkFm690 ( li ser Twitterê)
Comments
Post a Comment