Tevza Hêsay- Pink Floyd

 


TEVZA HÊSAY~ PINK FLOYD (Comfortably Numb)


Hey lo?

Kes heye li wê derê?

Serî bake ku min dibihîsî.

Gelo kes heye li malê?

De êja,

Dibihîsim xwe nebaş dihîsî.

Belê dikarim rizgar kim te ji êşan.

Û te dîsa te rakim li ser pîyan.

Hêsay.

Pêşîye dixwazim hin agahiyan.

Tenê xwerû rastîyan.

Ku der diêşe dikarî bidî nîşan?


Tu êş nîn e ku aş dikî.

Li ser aso girtiye dûyê keştîyekî.

Tu ji nava pêlan dertê û têyî.

Lêvên te dileyzin, lê nabihîsim çi dibêjî.


Gava zarokbûm agirê min rabibû carekî.

Destê min jan didan wek du pifildangan.

Niha ez hîs dikim heman tiştê.

Nikarim bînim ziman, tu jî tênagihêjê.

Ev ne rewşa min a hercar e.

Ez cûm bûm di nav tevza hêsay.


Baş e.

Tenê devê derzîyekî

Êdî namîne tu ….axxx!

Lê dibe piçekî nexweş hîs bikî.

Dikarî rabî li ser pîyan?

Dîyar e ev kêr tê. Baş e.

Wê te li ser xwe bigire heta şowê

De êdî dema çûyînê ye.


Tu êş nîn e ku aş dikî.

Li ser aso girtiye dûyê keştîyekî.

Tu ji navan pêlan dertê û têyî.

Lêvên te dileyzin lê nabîhsim çi dibêjî.


Gava zarok bûm tiştek li ber çavê min ket bo qasekî.

Zivirîm ku lê binêrim, lê çûbû.

Niha nikarim tê derxim gelo çi ye.

Zarok mezin bû û xeyal çû.

Ez cûm bûm di nav tevza hêsay.


Wergêr: @ArkFm690 (Twitter)


Comments

Popular posts from this blog

Ibra: Destpêk /Genesis

Waneyên Soranî-Kurmancî

Mîm û Dîm (Galleria ARKadia)