Dengê Bêdengiyê- Simon & Garfunkel
DENGÊ BÊDENGIYÊ- SIMON&GARFUNKEL (Sound Of Silence)
Dûrûd tarîtî, hevalê min ê kevnare
Ez hatim, ku em disa bipeyîvin bi hev re
J’ber ku dîmenek nerme nerm li ser çarepîka
Hîşt toxmê xwe dema ez di xewê de
Û dîmena ku toxim çand di mêjîyê min de
Hê jî bi cîh e di nava dengê bêdengiyê
Di xewnên nearam de geriyam tenê
Kolanên teng, ên ji kevirînê
Di bin haleya lembeyeke kolanê
Pastiya xwe vajî kir ber bi sarî û terriyê
Gava çavên min dan ber kêran tîrêjên lembeyeke neon
Ya ku şevê ker dike û dinikitîne dengê bêdengiyê
Û di nava ronaka tazî de, min dît, li wir
Deh hezar kes, belkî hê jê zêdetir
Kesên dipeyîvin bê dengdan
Kesên dibihîsin bê guhdan
Kesên awazan lihevtînin, awazên tu carî bi deng nayên parvekirin
Û tu kesekî newêrî aciz bike dengê bêdengiyê
“Bêhişan” got min, “wun nizanin erê,
Bêdengî bela dibe wek penceşêrê
Bibihîsin gotinên min, ên pê fêr bikim we
Bigirin milên min, ên pê bigihijim we”
Lê gotinên min, weke dilopên şilîyê yên mit, ketin
Û olan dan li binê bîrên bêdengiyê
Û wan kesan çok vedan û kirin ayîn û girî
Ji bo xwedayê neon, yê wan bixwe çêkirî
Û nîşanê hişyariya xwe da bi hêrs
Bi wan peywên bixwe dirêst
Û nîşanê got, ”gotinên pêxember
Nivisî ye li ser
Dîwarên binrêyê û li holên kelefeyan
Û dike pisepis li nava dengê bêdengiyê”
Wergêr: ARK
Comments
Post a Comment