Yek - Metallica

 YEK~ METALLICA (One)


Nikarim tiştekî bi bîr bînim

Nikarim bibêjim ka ev xewn e yan rastîn

Dixwazim biqîrim ji kûrahiya hundirîn

Ev bêdengiya xofbar min dide sekinîn

Ku, şer niha di nav dil û hinavê min de ye

Ez hişyar dibim, lê nikarim bibînim

Zêde tiştek bi min ve nema

Rastî tev windabû, tenê êş ma

Bêhna min bigire gava ez xweziya xwe bi mirinê tînim

Ax Xwedê, hişyar ke min!


Ev bêhtir rastîn bû di malezarkê de

Divê jiyanê hîs bikim hîngiyê dilê min lê dide

Lê nikarim li bendê bim bo ku derbibim

Binêrim wê maweya ez ê tê de bijîm

Têm têr kirin bi tûpekî di min de çikandî

Hema weke sosreteke dema cengî

Girêdayî bi maşînê ve ya min digire zîndî

Jê bikin, ji min bistînin vê canî

Bêhna min bigire gava ez xweziya xwe bi mirinê tînim

Ax Xwedê, hişyar ke min!


Niha tiştek nema ji cîhanê, ez yek û tenê

Ax Xwedê, were hewara min!

Bêhna min bigire gava ez xweziya xwe bi mirinê tînim

Ax Xwedê, hişyar ke min!


Tarî

Min dîl digire

Yek tişta ez dibînim

Xofa xwerû

Nikarim bijîm

Nikarim bimirim

Di xwe de ketim tellê

Cendek l’min bûye zîndan


Mayîna erdî

Têk bir j’min sewt

Têk bir j’min zar

Têk bir j’min guhzar

Têk bir j’min cotê milan

Têk bir j’min ling

Têk bir j’min giyan

Hîştim di vê dojehê de nivîşkan


Wergêr: @ARKadia_1001 (li ser Twitterê)


Comments

Post a Comment

Popular posts from this blog

Ibra: Destpêk /Genesis

Waneyên Soranî-Kurmancî

Mîm û Dîm (Galleria ARKadia)