Çiyayên Mijî Û Sar - J.R.R. TOLKEIN
ÇIYAYÊN MIJÎ Û SAR - J.R.R. TOLKEIN (The Misty Mountains, From The Hobbit)
Lap li pişta Çiyayên Mijî û Sar
Ta zindanên kûr û şikeftên kewnar
Divê em bikevin rê beriya berbangê
Bo zêrên xwe yên jibîrbûyî bibînin ev car
Darên çamê di’orîn li ser berzeşivê
Bager ji xwe re dinalî li nava şevê
Agir sor bû, alavên wê bela dibû
Dar weke bizotan vêdiketin bi pertavê
Wergêr: ORK
*berzeşiv: Pêwîst bû ez vê peyvê biafirînim ji bo peyva 'height'; ''The pines were roaring on the heights''
Comments
Post a Comment