Dayê Got- Metallica
DAYÊ GOT- METALLICA (Mama Said)
Dayê baş fêrî min kir
Ji min re tembe kir gava ez ciwan bûm
“Lawo, jiyana te pirtûkeke vekirî ye
Ta kuta nekî, devê wê negire”
“Pertava herî gurr, herî zû ditemire”
Ew bû tişta min jê bihîst
Dilê law di dayîka xwe ve girêdayî ye
Lê dîtîna rêya xwe ye tişta ji min re pêwîst
Dilê min berde bila here
Lawê xwe berde bila bigihe
Dayê, dilê min berde bila here
Berde ku ev dil aram be, erê, aram
Serkêş e paşnava min a nû
Xwîna har di tamaran de hildikişe
Bendikên berik li dora stuyê min de
Dirifa wana ku hê jî kifş e
Min mal terikand di temenê piçûk de
Çewt bûn tiştên min bihîstin
Tu carî lêbexşîn nexwest min
Lê êdî carekî ji devê min derket ew gotin
Dilê min berde bila here
Lawê xwe berde bila bigihe
Dayê, dilê min berde bila here
Berde ku ev dil aram be, erê, aram
Min hîç pirsa te nekir
Lê min neda der jî tu carê
Lê te valahiya xwe da min
Ya ku ez ê bi xwe re bibim gorê
Min tu carê pirsa te nekir
Lê min neda der jî tu carê
Lê te valahiya xwe da min
Ya ku ez ê bi xwe re bibim gorê
Ji lew, bihêle bila ev dil aram be
Dayê, ez niha vedigerim malê
Ew kesê bi dilê te nîn im
Lê hezkirina dayikekî bo lawê wê
Nehatiye gotin, bibe alîkar ku bibim
Min hezkirina te pişt guh kir
Û ew temamê tiştên te gotin ji min re, erê erê
Pêdîviya min heye milên te min hembêz bike
Lê niha tenê tişta dibînim berekî sik û sar e
Dilê min berde bila here
Kurê xwe berde bila bigihe
Dayê, dilê min berde bila here
Berde ku ev dil aram be, erê, aram
Min hîç pirsa te nekir
Lê min neda der jî tu carê
Lê te valahiya xwe da min
Ya ku ez ê bi xwe re bibim gorê
Min tu carê pirsa te nekir
Lê min neda der jî tu carê
Lê te valahiya xwe da min
Ya ku ez ê bi xwe re bibim gorê
Ji lew, bihêle bila ev dil aram be
Wergêr: ARK
Comments
Post a Comment