Heta Kete Xewê - Metallica

 


HETA KETE XEWÊ- METALLICA (Until It Sleeps)


Wergêr: ARK, Tebax 2014, Wan



Ji ku distînim vê êşa xwe ya malwêrane?

Ku de birevim, tê û li ba min çik disekine

Êja min dereveke û birêje derva

Hundir de tişt hene dikin qîrîn ji kerva

Û êş hê jî rik ji min digire

Ji lew min bigire, heta kete xewê


Hema weke merezekî, hema weke ajaleke berzeqî

Te carekî têr kir û ew niha naçe derekî

Niha naçe derekî


Êja min dereveke, lê baldar bibe pê re

Hundir de tişt hene, tiştên bê pewre

Û qirêj hê jî min diherîmîne

Ji lew min bişû, heta tu gemar nemîne


Ew te girêdide, ji lew min bigire

Ew te diherimîne, ji lew min bigire

Ew ji te rik digire, ji lew min bigire

Ew te digire, ji lew min bigire

Ta kete xewê

Ta kete xewê


Êja bibêje min, te çima ez hilbijartim

Naxwazim girêfîtka te, naxwazim çavbirçîtîya te

Naxwazim


Ez ê xwe derevekim, te bi timî bişînîm

Êdî nikaribî ku bibêjî kesekî biêşînîm

Û tirs hê jî min dilerizîne

Ji lew min bigire, heta kete xewê


Ew te girêdide, ji lew min bigire

Ew te qirêj dike, ji lew min bigire

Ew ji te rik digire, ji lew min bigire

Ew te digire

Te digire, te digire

Heta kete xewê, heta kete xewê


Wê naxwazim, wê naxwazim

Naxwazim, naxwazim, naxwazim, naxwazim, na


Êja min dereveke, baldar bibe pê re

Hundir de tişt hene, tiştên bê pewre

Û qirêj hê jî min diherimîne 

Ji lew min bişû, heta tu gemar nemîne


Ez ê xwe derevekim, te bi timî bişînim

Êdî nikaribî ku bibêjî kesekî biêşînim

Û rik hê jî min digevizîne

Ji lew min bigire, heta kete xewê


Heta kete xewê

Heta kete xewê


Comments

Popular posts from this blog

Ibra: Destpêk /Genesis

Waneyên Soranî-Kurmancî

Mîm û Dîm (Galleria ARKadia)