Nevermind - Nirvana (Hemû Album)
NIRVANA- NEVERMIND HEMÛ ALBÛM
JÊ TÊ BÊHNA TEEN SPIRIT*
(Smells Like Teen Spirit)
Çekan dagirin, hevalên xwe bînin
Bi kêf e derdan û bi zarê xwe kirin
Ewa pirr dilteng û ji-xwe-piştrast e
Aha, na,hişê min de gotineke kirêt e
Hey lo, hey lo, hey lo, hew û lew
Hey lo, hey lo, hey lo, hew û lew
Hey lo, hey lo, hey lo, hew û lew
Hey lo, hey lo, hey lo
Bêyî ronakan, ev kêmtir xeterşîn e
A em li vir in, me bicoşîne
Xwe kêmhiş dihîsim; yekî j’xwe direşîne
A em li vir in, me bicoşîne
Reş-spîyek
Çermesîsek
Pêşûmêşek
Min xur-şewatek
Herê, hêy, yêy
Di tişta herî baş dikim de berbadtir im
Û j’ber vê feresatê xwe pîrozî hîs dikim
Koma me ya piçûk her hebû
Û wê dom bike her û hertim
Hey lo, hey lo, hey lo, hew û lew
Hey lo, hey lo, hey lo, hew û lew
Hey lo, hey lo, hey lo, hew û lew
Hey lo, hey lo, hey lo
Bêyî ronakan, ev kêmtir xeterşîn e
A em li vir in, me bicoşîne
Xwe kêmhiş dihîsim; yekî j’xwe direşîne
A em li vir in, me bicoşîne
Reş-spîyek
Çermesîsek
Pêşûmêşek
Min xur-şewatek
Herê, hêy, yêy
Û ji bîr dikim ez çima çêjn dikim
Herê lê, barkem min dide bişirîn
Min ew dijwar dît, dîtina wê dijwar bît
Ah welê, her çi be, hîç xem nabît
Hey lo, hey lo, hey lo, hew û lew
Hey lo, hey lo, hey lo, hew û lew
Hey lo, hey lo, hey lo, hew û lew
Hey lo, hey lo, hey lo
Bêyî ronakan, ev kêmtir xeterşîn e
A em li vir in, me bicoşîne
Xwe kêmhiş dihîsim; yekî j’xwe direşîne
A em li vir in, me bicoşîne
Reş-spîyek
Çermesîsek
Pêşûmêşek
Min xur-şewatek
Înkariyek, înkariyek
Înkariyek, înkarîyek
Înkariyek, înkariyek
Înkariyek, înkariyek
Înkariyek
*”Teen Spirit” navê brend/markayeke parfumê ye, ku yara Kurt Cobain a berê (Tobi Vail) li xwe wer dikir, û hevaleke wan a hevpar, piştî veqetîna wan herduyan hertim digote Kurt,”hê jî bêhna “Teen Spirit” ji te tê. Her wisa, sernava vê strana navdar û gellek gotinên vê albûmê referans in bo evîna kewn ya Kurt Cobain.
DI NAV GULVEDANÊ DE
(In Bloom)
Zarokan bifiroşe ji bo parî nan
Hewa diguherîne rewşan
Buhar li vir e dîsa
Rijên yên hilberan
Camêrî ji hemû stranên me yên xweşik hez dike
Hez dike bi me re bistêre û çeka xwe jî biteqîne
Lê haya wî pê nîn e ka ew yek tê çi wateyê
Haya wê pê nîn e ew yek tê çi wateyê, gava dibêjim
Camêrî ji hemû stranên me yên xweşik hez dike
Hez dike bi me re bistêre û çeka xwe jî biteqîne
Lê haya wî pê nîn e ka ew yek tê çi wateyê, haya wî pê nîn e ew yek tê çi wateyê, û ez dibêjêm, “Erêêê”
Em dikarin hineke din jî hildin
Sirûşt aşûfteyek e
Dexmeyên li ser mêweyê
Temenê gulvedanê
Camêrî ji hemû stranên me yên xweşik hez dike
Hez dike bi me re bistêre û çeka xwe jî biteqîne
Lê haya wî pê nîn e ka ew yek tê çi wateyê
Haya wê pê nîn e ew yek tê çi wateyê, û ez dibêjim
Camêrî ji hemû stranên me yên xweşik hez dike
Hez dike bi me re bistêre û çeka xwe jî diteqîne
Lê haya wî pê nîn e ew yek tê çi wateyê, haya wî pê nîn e ew yek tê çi wateyê, û ez dibêjêm, “Erêêê”
Camêrî ji hemû stranên me yên xweşik hez dike
Hez dike bi me re bistêre û çeka xwe jî biteqîne
Lê haya wî pê nîn e ew yek jî tê çi wateyê
Haya wê pê nîn e ew yek tê çi wateyê, û ez dibêjim
Camêrî ji hemû stranên me yên xweşik hez dike
Hez dike bi me re bistêre û çeka xwe jî biteqîne
Lê haya wî pê nîn e ew yek tê çi wateyê,
Haya wî pê nîn e ew yek tê çi wateyê,
Haya wî pê nîn e ew yek tê çi wateyê, û ez dibêjêm, “Erêêê”
WERE HER WEKE ÇAWA Bî
(Come As You Are)
Were her weke çawa bî,her wekî çawa bûy
Hema weke dixwazim çawa bî
Weke hevalekî, weke hevalekî, weke kewne-dujminekî
Bêhnfireh be, bilezîne
Bi dilê xwe yî, dereng nemîne
Bêhn vede, weke hevalekî, weke kewne-bîraniyekî
Bîraniya*
Bîraniya
Bîraniya
Were bi gemarê weribî, bi ava spîker terrîbî
Hema weke dixwazim çawa bî
Weke hevhêlekî, weke hevalekî, weke kewne-bîraniyekî
Bîraniya
Bîraniya
Bîraniya
Û ez sond dixwim ku çeka min tune ye
Na, çeka min tune ye
Na, çeka min tune ye
Bîraniya
Bîraniya
Bîraniya
Bîraniya( Na, çeka min tune ye)
Û ez sond dixwim ku çeka min tune ye
Na, çeka min tune ye
Na, çeka min tune ye
Na, çeka min tune ye
Na, çeka min tune ye
Bîraniya
Bîraniya
*Min afirand, bo peyva Latînî, ‘memoria’. Pirsgirêka te pê re heye edn?
JIHEVZÊDEBÛN*
(Breed)
Min ne xem e, min ne xem e, min ne xem e
Min ne xem e, min ne xem e ger ew kewn e
Hiş nadim ser, hiş nadim ser, hiş nadim ser
Hiş nadim ser, hiş, ku hiş’êm hebe bidim ser
Dûr keve, dûr keve, dûr keve
Dûr keve, dûr, dûr ji mala xwe
Ditirsim, ditirstim, ditirsim
Ditirsim, tirsî, sîtavk
Xwedîdar bî jî, hewcedar bî jî
Min dil nîn e cûm bibim, me ne hewce ye ji hev zêde bibin
Em dikarin xaniyekî biçînin, em dikarin darekî ava bikin
Min qet ne xem e, em dikarin xwediyê her sêyan jî bin
Ewê got, ewê got
Ewê got, ewê got
Ewê got, ewê got
Ewê got, ewê got
Min ne xem e, min ne xem e, min ne xem e
Min ne xem e, min ne xem e ger ew kewn e
Hiş nadim ser, hiş nadim ser, hiş nadim ser
Hiş nadim ser, hiş, ku hiş’êm hebe bidim ser
Dûr keve, dûr keve, dûr keve
Dûr keve, dûr, dûr ji mala xwe
Ditirsim, ditirstim, ditirsim
Ditirsim, tirsî, sîtavk
Xwedîdar bî jî, hewcedar bî jî
Min dil nîn e cûm bibim, me ne hewce ye ji hev zêde bibin
Em dikarin xaniyekî biçînin, em dikarin darekî ava bikin
Min qet ne xem e, em dikarin xwediyê her sêyan jî bin
Ewê got, ewê got
Ewê got, ewê got
Ewê got, ewê got
Ewê got, ewê got
Xwedîdar bî jî, hewcedar bî jî
Min dil nîn e cûm bibim, me ne hewce ye ji hev zêde bibin
Em dikarin xaniyekî biçînin, em dikarin darekî ava bikin
Min qet ne xem e, em dikarin xwediyê her sêyan jî bin
Ewê got, ewê got
Ewê got, ewê got
Ewê got, ewê got
Ewê got, ewê got
Ewê got
Got… ê baş e
*Breed: bi bihevrebûn/yekbûna cînsî re zarok/têjik çêkirin
LÎTYÛM*
(Lithium)
Ez gellekî bextewar im ku min îro hevalên xwe dîtin, ewana di hişê min de nin
Ez çi kirêt im, lê ne pirsgirêk e, çima ku wun jî wisa nin, me neynikên xwe şikênastin
Sibeya yekşemê ye tişta her roj di xema min de ye û li min ne tirs heye
Mûmên min vêxe metelmayî, çim’ku min xwedê dîtiye
Herê herê herê herê herê herê…
Ez çi qas tenê me, lê ne pirsgirêk e, min serê xwe rût kir û ez ne xemgîn im
Û dibe ku ez im tawanbarê her tiştê min bihîstî, lê ne pê mîsoger im
Pirr bi kelecan im, kirre kirra dilê min e bo te li wir bibînim û nîn e xema min
Pirr sincirîme, lê ne girînge, baş e vîna min
Herê herê herê herê herê herê
Ev xweşa min diçe, ez ê xwe bernedim
Bêriya te dikim, ez ê xwe bernedim
He’j te dikim, ez ê xwe bernedim
Min tu kuştî, ez ê xwe bernedim
Ev xweşa min diçe, ez ê xwe bernedim
Bêriya te dikim, ez ê xwe bernedim
Hej te dikim, ez ê xwe bernedim
Min tu kuştî, ez ê xwe beenedim
Ez gellekî bextewar im ku min îro hevalên xwe dîtin, ewana di hişê min de nin
Ez çi kirêt im, lê ne pirsgirêk e, çima ku wun jî wisa nin, me neynikên xwe şikênastin
Sibeya yekşemê ye tişta her roj di xema min de ye û li min ne tirs heye
Mûmên min vêxe metelmayî, çim’ku min xwedê dîtiye
Herê, herê, herê, herê, herê, herê
Ev xweşa min diçe, ez ê xwe bernedim
Bêriya te dikim, ez ê xwe bernedim
He’j te dikim, ez ê xwe bernedim
Min tu kuştî, ez ê xwe bernedim
Ev xweşa min diçe, ez ê xwe bernedim
Bêriya te dikim, ez ê xwe bernedim
He’j te dikim, ez ê xwe bernedim
Min tu kuştî, ez ê xwe beenedim
*Elementeke kîmyeyî ye û wek dermanekî saykîatrî/antîdepresant tê bikaranîn, ku mêriv aram dike û hey caran qisewatan/halûsînasyonan dide dîtin.
POLLY*
Polly krakerekî dixwaze
Bawer im divê pêşî ji wê dûrkevim
Barkem hinekî av dixwaze
Ji bo bitemirîne bizota lehîm
Ne ez im, xwediyê dahn
Ka ez baskên qirêj biqurtisînim
Bihêle tûrekî biavêjim, xwe sist bike
Hinekî alîkarî bixwazî, min şad bike
Qetika min heye, negote te
Peyman e, gotina min her rast e
Bihêle tûrekî biavêjim, xwe sist bike
Hinekî alîkarî bixwazî, min şad bike
Polly krakerekî dixwaze
Dibe ku parî xwarin dixwaze
Xwest ku jê vekim qetikê
Lipeyçûyîn wê xweş be bo qasekê
Ne ez im, xwediyê dahn
Ka ez baskên qirêj biqurtisînim
Bihêle tûrekî biavêjim, xwe sist bike
Hinekî alîkarî bixwazî, min şad bike
Qetika min heye, negote te
Peyman e, gotina min her rast e
Bihêle tûrekî biavêjim, xwe sist bike
Hinekî alîkarî bixwazî, min şad bike
Pollyyê got
Polly dibêje pişta min diêşe
Ewa jî bi qasî min bêhnteng e
Ewê ez bê berevan girtim
Heyran hîştim, vîna dozînê
Ne ez im, xwediyê dahn
Ka ez baskên qirêj biqurtisînim
Bihêle tûrekî biavêjim, xwe sist bike
Hinekî alîkarî bixwazî, min şad bike
Qetika min heye, negote te
Peyman e, gotina min her rast e
Bihêle tûrekî biavêjim, xwe sist bike
Hinekî alîkarî bixwazî, min şad bike
*Polly, keçikeke çardesalî ku ji hêla saykoyekî ve hatibû revandin û demeke dirêj tecawûzkirin. Kurt Cobain, gotinên vê stranê bi zarê revankerê Pollyyê nivîsiye.
MÎZREŞANDINA DORALIYÊ*
(Territorial Pissings)
De werin merivno, niha
Ber bi brayê xwe bibişirin
Her kes li ba hev bicivin
Hewl bidin ji hev hez bikin a niha
Dema ez bîyanek bûm
Kultur ne raman bûn
Min divê rêyekî bibînim, rêyekî bibînim , gava li wir bim
Min divê rêyekî bibînim, rêyeke baştir, lê çêtir e niha rawestim
Tu carî nehatim rastî mêrekî zane
Ger zane be jî, ew jin e
Min divê rêyekî bibînim, rêyekî bibînim, gava li wir bim
Min divê rêyekî bibînim, rêyeke baştir, lê çêtir e niha rawestim
Min divê rêyekî bibînim, rêyekî bibînim,
gava li wir bim
Min divê rêyekî bibînim, rêyeke baştir, lê çêtir e niha rawestim!
Çima ku tu paranoîd î
Nayê wê wateyê kes li pey te nîn e
Min divê rêyekî bibînim, rêyekî bibînim , gava li wir bim
Min divê rêyekî bibînim, rêyeke baştir, lê çêtir e niha rawestim!
Min divê rêyekî bibînim, rêyekî bibînim , gava li wir bim
Min divê rêyekî bibînim, rêyeke baştir, lê çêtir e niha rawestim!
Min divê rêyekî bibînim, rêyekî bibînim , gava li wir bim
Min divê rêyekî bibînim, rêyeke baştir, lê çêtir e niha rawestim!
Min divê rêyekî bibînim, rêyekî bibînim, gava ez li wir bim!
Min divê rêyekî bibînim! Axx! Axx!
Herê!
*Ajal gava bixwazin herêma xwe/qada nêçîrgeriya xwe dîyar bikin li çarhêlê wê dimîzin. Sernava vê stranê referansek e bo xwecîhên Amerîkê yên erdê wan ji hêla çermsipiyan ve hate dagirkirin.
TE DADÛŞÎNIM*
(Drain You)
Bebikek dibêje bebikeke din, “bextewar im bi nasîna te”
Ne xem e çi difikirî, bes bila ne derbarê min de be
Niha peywira min e bi timî te dadûşînim
Ez li lûlikekî re derbas dibim û dikevim nav kêma te
Bicûm goştê te ji bo te
Bigerînim paş û pêş
Di maçeke bi şewat de
Ji devê min ta devê te
Xweş im ji te
Bi çavên firebûyî, ez bûm reşika çavê te
Te her tişt fêrî min kir bêyî sêveke jahrîn
Av ew qas zer e, ez hînberekî zînde me
Deyndar û spasdar, şilemeyan bimije
Bicûm goştê te ji bo te
Bigerînim paş û pêş
Di maçeke bi şewat de
Ji devê min ta devê te
Xweş im ji te
Te, te, te, te, te, te
Bebikek dibêje bebikeke din, “bextewar im bi nasîna te”
Ne xem e çi difikirî, bes bila ne derbarê min de be
Niha peywira min e bi timî te dadûşînim
Ez li lûlikekî re derbas dibim û dikevim nav kêma te
Bicûm goştê te ji bo te
Bigerînim paş û pêş
Di maçeke bi şewat de
Ji devê min ta devê te
Ji lêvê’m şilişop ta lêvên te
Tu vîtamînên min î
Xweş im ji te
*Jêkişandin/derdestkirin/zuhakirina kêm, êş hwd. Her weke gellek gotinên stranên vê albûmê, ev gotin jî referansek e ji bo gotineke yara Kurt Cobain a berê Tobi Vail, ku tê gotin gava bi hevrebûn Tobi wiha digote Kurt,”It is now my duty to comprletely drain you.”
SALONAHENG*
(Lounge Act)
Rastiya di nav ewlehiyê de pêçayî
Nahêlim tu min bifetisînî
Ez ê pê dilxweş bim, lê wê kêr neyê
Ser û berê û dor bi dorê
Ji tu tiştî poşman nîn im
Û min j’xwe re ev dosta peyda kir, dibînî kî min dide hîsîn
Û min zêdetir xwest ji qasî bikaribim bidizim
Ez ê xwe desteser bikim û mertalekî xwe bikim
Ez ê ji rêya xwe derêm û îsbat bikim ku hê jî
Bêhna wê ji te tê
Nebêje min ez dixwazim çi bibihîsîm
Tirsebarî ji tucar tirsê nezanînî
Biceribîne her tişta te divê
Ez ê cengê bidomînim bi kumreşiyê re
Heta cehimî û çû
Min j’xwe re ev dosta peyda kir, dibînî kî min dide hîsîn
Û min zêdetir xwest ji qasî bikaribim bidizim
Ez ê xwe desteser bikim û ez ê mertalekî li xwe bikim
Ez ê ji rêya xwe derêm û îsbat bikim ku hê jî
Bêhna wê ji te tê
Rastiya di nav ewlehiyê de pêçayî
Nahêlim tu min bifetisînî
Ez ê pê dilxweş bim lê wê kêr neyê
Ser û berê û dor bi dorê
Ji tu tiştî poşman ne be
Û min j’xwe re ev dosta peyda kir, dibînî kî min dide hîsîn
Û min zêdetir xwest ji qasî bikaribim bidizim
Ez ê xwe desteser bikim, ez ê mertalekî li xwe bikim
Ez ê ji rêya xwe derêm bo ku bi te re bikim bazarekê
Em ê peynanekî daynin ka fêrbin ji kê
Her dilê me xwest bê pîvanên nû û dadber
Û em ê parve bikin me çi daye der û çi daye ser
Ewanan ê derên ji rêya xwe bo ku îsbat bikin hê jî
Bêhna wê ji te tê
Hîs dikin bêhna wê ji te tê
Bêhna wê ji te tê
*Kurt, ew bassa di destpêk/introya stranê de ji hêla bassjenê Nirvanayê ve hatiye jenîn wek newayeke muzîkên salolan hest kiriye û ev stran bi wê ramanê binav kiriye.
DÛR BISEKINE
(Stay Away)
Meymûn dibîne, meymûn dike (nizanim çima)
Baştir e mirin ji zirtobûnê(nizanim çima)
Her rêzik di awazekî de bi dawî dibe (nizanim çima)
Hindik rindik e, evîn kor e (nizanim çima)
Bisekine
Dûr bisekine
Dûr bidekine
Dûr bisekine
Nîskekî bide, bişirînekî hilde (nizanim çima)
Mode dirrî, moda îsal (nizanim çima)
Piff bide derva, bigire di hundir de (nizanim çima)
Dibe ku çermejahr e (nizanim çima)
Bisekine
Dûr bisekine
Dûr bisekine
Dûr bisekine
(Nizanim çima)
(Nizanim çima)
Bisekine
Dûr bisekine
Dûr bisekine
Dûr bisekine
Meymûn dibîne, meymûn dike (nizanim çima)
Baştir e mirin ji zirtobûnê(nizanim çima)
Her rêzik di awazekî de bi dawî dibe (nizanim çima)
Hindik rindik e, evîn kor e (nizanim çima)
Hêhê
Bisekine
Dûr bisekine
Dûr bisekine
Dûr bisekine
(Nizanim çima)
(Nizanim çima)
Bisekine
Dûr bisekine
Dûr bisekine
Dûr bisekine
Xwedê serjin e
LI BESTEKÎ*
(On A Plain)
Ez ê vê carê bê peyv destpê bikim
Ew qas li bestê ba dibûm ku min penc kir heta xwîn bûm
Ji te bêhtir ji xwe hez dikim
Dizanim şaş e, lê divê çi bikim?
Roja min a herî xweş ta îroyîn
Ew roj bû ku fêr bûm çawa bi fermanê tê gîrîn
Ji te bêhtir ji xwe hez dikim
Dizanim şaş e, lê divê çi bikim? (Oh oh)
Ba dibim li bestekî (oh, oh)
Jê jî nakim gazincekî (oh, oh)
Ba dibim li bestekî (oh, oh)
Dayika min mir her şev
Bêguman e, ji gotina min nede berhev
Ji te bêhtir ji xwe hez dikim
Dizanim şaş e, lê divê çi bikim?
Rûreşê malê dîsa hilda reşexebereke
Ji bîr kir ku navnîşanê pêveke
Ji te bêhtir ji xwe hez dikim
Dizanim şaş e, lê divê çi bikim? (Ooh, Ooh)
Ba dibim li bestekî (ooh, ooh)
Jê jî nakim gazincekî (ooh, ooh)
Ba dibim li bestekî (ooh, ooh)
Li ciyekî min ev yek bihîst beriya niha
Di xewnekî de bîra min ew tomar kir
Wek bergirtinek ez tirxes û nemêr im
Dikim ku çi kurederê bibêjim?
Dem e niha bo şilîkirinê
Bo nivîsandina rêzikên nayên tu wateyê
Ji te bêhtir ji xwe hez dikim
Dizanim şaş e, lê divê çi bikim?
Û peyameke taybet a din jî divê bê şandin
Paşê karê min namîne û dikarim biçime malê
Ji bêhtir ji xwe hez dikim
Dizanim şaş e, lê divê çi bikim? (Ooh, ooh)
Ba dibim li bestekî (oh, oh)
Jê jî nakim gazincekî (oh, oh)
Ba dibim li bestekî (oh, oh)
Ba dibim li bestekî (oh, oh)
Jê jî nakim gazincekî (oh, oh)
Ba dibim li bestekî (oh, oh)
Ba dibim li bestekî (oh, oh)
Jê jî nakim gazincekî (oh, oh)
Ba dibim li bestekî (oh, oh)
(Ooh, ooh)
*Kurt Cobain bengiyekî navderketî bû (heroin addicted) û gellek gotinên stranên wî di derbarê heroînê de ne. Mebesta gotina “On A Plain”, bi serxweşbûn yan jî sermestbûna ji heroînê; xwe sivik, firiyayî û şên; li ser asîmanan, li rast û besteke firreh hestkirin e (to get high)
TIŞTEKE LI NAVA RÊ*
(Something In The Way)
Li binê pirê
Dilopî ji qelîşteka mişambê
Û ew ajalên min kiribûn telê
Tev bûn ajalên min ên malê
Û ez bi gîhê zikê xwe têr dikim
Û dilopîna ji banê
Masîxwaron ne pirsgirêk e
Ji ber ku masî tu tiştî hest nake
Tişteke li nava rê, mmm
Tişteke li nava rê, erê, mmm
Tişteke li nava rê, mmm
Tişteke li nava rê, erê, mmm
Tişteke li nava rê, hmm
Tişteke li nava rê, erê, mmm
Li binê pirê
Dilopî ji qelîşteka mişambê
Û ew ajalên min kiribûn telê
Tev bûn ajalên min ên malê
Û ez bi gîhê zikê xwe têr dikim
Û dilopîna ji banê
Masîxwarin ne pirsgirêk e
Ji ber ku masî tu tiştî hest nake
Tişteke li nava rê, mmm
Tişteke li nava rê, erê, mmm
Tişteke li nava rê, mmm
Tişteke li nava rê, erê, mmm
Tişteke li nava rê, hmm
Tişteke li nava rê, erê, mmm
*Kurt Cobain ev stran avêtiye ser pireke(li ser Wishkah River) ku zarokatiya xwe li havîldora wê derbas kiriye, herwiha, gellekî jê hez dike. Gorî hinek mîtan, Cobain demekî di bin wê pirê de mînanî bêmalekî (homeless) jiyaye, lê tenê mît e. “Tişteke Li Nava Rê” texmînen mebesta rêya li ser pirê re derbas dibe, dike.
BÊDAV, BÊNAV
(Endless, Nameless)
Bêdengî
A li vir im
A li vir im
Bêdeng
Zîl û zelal
Ez ev im
Ez
Mirim
Dayê
Dayê
Dayê
Dayê
Mirin
Û tundî
Kelecanî
A li vir
Mir
Bicehime
A li vir im
Hema li vir
Ow!
Dayê, na bes
Na bes, yadê
Mirin
Tişta ez im
Bicehime
Bihevse
Di ber pişta wê
Tawanê
A li vir im
Bicerbîne
Mirî
Bimire
Wergêr: ArkFm690 (Twitter)
Rezber(Îlon)2021- 30 Saleya Albûma Nevermind
Comments
Post a Comment