Giorgio Li Ba Moroder - Daft Punk
GIORGIO LI BA MORODER - DAFT PUNK (Giorgio By Moroder)
Dema ez panzdeh-şanzdeh salî bûm,
Dema min bi rastî dest bi jenîna gîtarê kir,
Min bêguman xwest ku bibim muzîkjen.
Ew yeka hema bêje nepêkan bû, ji ber
Ew xeyal ew qas mezin bû
Ku min hîç jê re derfetek nedidît.
Çima ku ez di wargeheke piçûk de dijîyam û min dixwend.
Û gava dawiyê de min dest ji dibistanê kişand
Û bûm muzîkjenek,
Min gote xwe “erê, dibe ku niha firsendeke min e piçûnanok hebe”.
Her wisa, min bi rastî dixwest tenê muzîkê pêk bînim.
Lê ne tenê jenîna muzîkê, lê lihevhanîna muzîkê jî.
Di wê demê de, li Almaniyayê, salên ‘69-70ê de
Jixwe hê beriyê de dîskotek hebûn.
Êja ez ê li ereba xwe suwar bûma, biçûma dîskotekê, hema qasî sîh deqqeyî bistiryama.
Barkem qasî heft, heyşt stranên min hebûn.
Ez ê car caran di erebeyê de razama,
Ji ber ku min nedixwest biajom û herim malê.
Û ew helwesta min bû alîkar ku nêzîkê du salan îdare bikim.
Di serî de, min dixwest albumekî bi dengên salên pêncî, yên salên şêstî, yên salên heftêyî çê bikim
Û paşê jî, dengê dahatûyê bi dest bixim.
Ez fikirîm “Ca bisene, ez dizanim sîntîzerê bijenim, êja çima sîntîzerê bikar naynim, her ku sîntîzer dengê dahatûyê ye.”
Û bi rastî di hişê min de tu fikir tunebû bê ka çi bikim, lê min dizanibû pêwîstiya min bi tikniyekî heye.
Loma me tikniyek danî ser bîst û çyar parçeyan
Ya ku bi Moog modularê ve hate hevahengkirin.
Min zanî ew deng dikare bibe dengê dahatûyê
Lê ez serve neçûm dê çi qas bandorê bihêle.
Navê min Giovanni Giorgio ye, lê her kes dibêje min Giorgio.
Ger te carekî pêşiya zêna xwe berda derbarê konsepteke harmoniyê de û rastsaziya muzîkê de,
Tu dikarî dilê te çi dixwaze bikî.
Tu kesî negote min divê çi bikim
Û pêşkonseptek tune bû bo ka çi bê kirin.
Comments
Post a Comment