Hêdîkane- Luis Fonsi

 HÊDÎKANE - LUIS FONSI (Despacito)


Ay

Fonsi

DY*

Axx axx

Axx na, axx na

Axx

Erê

Diddiri Daddy*


Erê, tu dizanî ev demek e ez li te dimeyzim

Min divê bi te re îro bireqisim (D. Y.*)

Min dît, avirên te jixwe bangê min dikirin

Rê nîşanê min bide bo ku bimeşim


Tu, tu miqnetiz î ez hestin im

Her nêzîk dibim û plana xwe hevtînim

Tenê xeyala wê têrê dike dilê min bilezîne

Niha, xweşa min diçî ji her carê zêdetir

Hemû hestên min dixwaze jê bêhtir

Divê ev hemû bê standin bêlezûbez


Hê-dî-kane

Dixwazim hêdîka hulma xwe berdim ser stûyê te 

Bihêle ku tiştan bibêjim li ber guhê te

Ku gava li ba min nebî bila bê bîra te


Hê-dî-kane

Dixwazim hêdîka bi ramûsanan kincan bixim ji te

Nîşanên xwe bihêlim li ser dîwarên labîrentên te

Û destexetekî pêk bînim ji seramserê cendekê te


Bade bade bade..bade bade


Dixwazim porê te bireqise 

Dixwazim bibim ahenga te

Da ku tu nîşanê devê min bidî

Ciyên herî xweş yên bedena te (herî xweş, herî xweş bebik)

Bihêle derbas bibim di ciyên te yên xeternak de

Heta qarîniyê bînim ji te

Ta ku tu navê xwe jî ji bîr bikî


Gava min maçek ji te xwest, were, bide min

Ez dizanim dilê te jî heye

Demek e ez diceribînim

Lê lê ev jê xwe dide û dide

Dizanî dilê te bi min re te dike bûm bûm

Dizanî ku ew ''bebik'' digere li min bûm bûm

De were, tahm bike devê min û bibîne tahma wî çawa ye

Dixwazim bibînim çi qas hez dikare hilwere di hundirê te de

'Ecela min tune ye, dixwazim bi hemdê xwe bigerim û bigevizim

De em dest pê bikin hêdîkane, bidomînin hovane

Gavik bi gavik, nerm û nermik

Em nêzîkê hev dibin piçik piçik

Dema te ez maç kirim bi hunerî

Min ferq kir ku çawa jahreke kubar î

Gavik bi gavik, nerm û nermik

Em nêzîkê hev dibin piçik piçik

Û ha ev bedewî rêçepirsek e wiha ye

Lê ji bo pevxistinê li ba min parçeyek heye (hey!)


Hê-dî-kane

Dixwazim hêdîka hulma xwe berdim ser stûyê te 

Bihêle ku tiştan bibêjim li ber guhê te

Ku gava li ba min nebî bila bê bîra te


Hê-dî-kane

Dixwazim hêdîka bi ramûsanan kincan bixim ji te

Nîşanên xwe bihêlim li ser dîwarên labîrentên te

Û destexetekî pêk bînim ji seramserê cendekê te


Bade bade bade..bade bade


Dixwazim porê te bireqise 

Dixwazim bibim ahenga te

Da ku tu nîşanê devê min bidî

Ciyên herî xweş yên bedena te (herî xweş, herî xweş bebik)

Bihêle derbas bibim di ciyên te yên xeternak de

Heta qarîniyê bînim ji te

Ta ku tu navê xwe jî ji bîr bikî


Hê-dî-kane

De em wêya bikin, li ser peravên Puerto Rico

Heta pêl qarîn û gotin: Ow Xwedêyo!

Da ku nîşana min bimîne di hundirê te deyo


Gavik bi gavik, nerm û nermik

Em nêzîkê hev dibin piçik piçik

Da ku tu nîşanê devê min bidî

Ciyên herî xweş yên bedena te (herî xweş, herî xweş bebik)

Gavik bi gavik, nerm û nermik

Em nêzîkê hev dibin piçik piçik

Heta qarîniyê bînim ji te

Ta ku tu navê xwe jî ji bîr bikî

Hê-dî-kane


* DY : Daddy Yankee, kesê ew û  Fonsi di stranê de diavêjine berhev (duet dikin)


Ji Spenî: ARK























Comments

Popular posts from this blog

Ibra: Destpêk /Genesis

Waneyên Soranî-Kurmancî

Mîm û Dîm (Galleria ARKadia)