Mezintirîn Pêşandana Li Ser Rûyê Cîhanê - Nightwish
MEZINTIRÎN PÊŞANDANA LI SER RÛYÊ CÎHANÊ - NIGHTWISH (The Greatest Show On Earth)
I.Çyar Xal Şeş
Asoya Archaean(1)
Rohilata yekem
Li ser Gaeake top-teze(2)
Berhema bêkêmasî(3)
Li wir, derekî,(4)
Em, di xewê de
[Peyivîn] (5)
Piştî xewa bi sed mîlyon sedsalê, me şukur çavên xwe vekir li ser rojgeraneke semyan; a ku diçilvile reng bi reng, bi jiyanê têr û tijî ye. Nav çend dehsalan de me divê dîsa çavên xwe bigirin. Ma ev ne awayekî şanaz û renayî ye ku em dema xwe ya kurtik a di tavê de bikar bînin ji bo hewildana têgihîştina karîgehê û ji bo bê ka em çawa tê de hişyar bûn?
II.Jiyan
Qanûna fezayî ya erdkêşî
Kaş dike nûbûyan li dorana agirekî
Bêsînoriyeke xemsar û sar ber bi layên fireh
Firehtira tenê di nav qada Zêrekîlîdan
Çîrokeke wê heye bibêje
Ji şitilgeheke stêrkî ber bi cejneke karbonan
Têkê TDHK
Nemûşa kîmyayê
Di baxçeyê de nivîsek heye
Rê nîşanê me dide ber bi Dayika gişî
[Koro 1]
Em yek in
Em karîgehek in
Pêşiyên tişta wê bibe binemala deryaya Devonian
Dewran derbas dibin, dinivîsin çîrokan me tevan
Destpêkeke nû ya roj bi roj
Ji bo mezintirîn pêşandana li ser rûyê Cîhanê
Cewikên Ionê
Pêşwazî dikin cîhana derve ber bi tiştikên stêrkan
Bincî rast dikin ji bo dara pîroziyeke bîyolocîk
Têkê jiyan
Nemûşa kîmyayê
Di baxçeyê de nivîsek heye
Rê nîşanê me dide ber bi Dayika gişî
[Koro 1]
Em li vir in ji bo li baxçeyê miqat bin
Efsûn û zayîna her dirûva herî bedew
Her dirûva herî bedew
[Koro 1]
III. Amûrçêker
Piştî mîlyarek salî
Pêşandan hê jî dom e
Kitek ji kalûbavên te jî xort nemirin
Kulmek rêwiyên li derê Afrîkayê
Lucya piçûk ya Afarê
Jê za ramanên qisewatî
Jê za pûtperestî
Jê za çeka xwe-afatî
Têkê xwedayê valahiyan
Li nav kûrahiya rabirdûyê
Xofa mayî ji pêşiyên nêçîrkirî
Têkê Iyonya
Dergûşa ramanan
Nijyarvanê têgihîştinê
Arezûya meriv a bo xwe hîskirina nejirêzê
Ta desthilatdariya Cîhanê
Çavbirçîyê kevirên çirisî
Bo ewrên karîdirûv ên terrikî
Vîna krina hema her çi tu dikarî bikî
Têkê dîrokê
Dûmahiya girbend
Têkê mişkcirreyê
[Koro 2, *3]
Meriv, wî dema xwe derbas kir li dorana tavê
Xeyaleke wî hebû ji bo têgihîştinê
Tenê yek liba qûmê
Ji wî za helbest
Lê rojekê wê bêpar bibe ji hebûnê
Bêje, merheba ronaka dawîn ya pirtûkxanê
Em li vir bûn (*4)
[Peyivîn]
Em ê bimirin, û ev yek me dike kesên bextewar. Pirraniya merivan ê tu demî nemirin, ji ber ku ewanan ê hîç neyêne zayîn. Hejmara kesên dikaribûn li şûna min bigirin, lê bi rastî wê hîç ronaka rojê nebînin, ji libên qûmên Saharayê zêdetir in. Bêguman di nav van ruhên hîç nezayî de helbestkarên ji Keats, zanistên ji Newton mezintir hene. Em vê yekê dizanin, ji ber gengaziya DNAya me, bera merivên bûyîna wan pêkan in ji bera nerivên heyî gumrehtir e. Di nav vê gelemşeya ku mêriv gêj û sews dike de, ez û tu ne, bi hemû jirêzêyia xwe, kesên niha li vira ne. Em çend kesên xediyê şans in yên peşka zayînê bidest xistine li hember ew qas geremolê, êja bi çi mafî em gilî û gazinca dikin ji bo vegerîna ber bi ewê asta destpêkê, ya ku pirraniya kesan hîç jê neafirîne.
“Di vê nêrîna jiyanê de ‘ezamet heye, bi çend hêzên wê ve, resenane hatiye piffkirin bo çend dirûvan yan jî bo yek dirûvî. Û bi zivirîna li doranê ya vê rojgeranê ve bi destdûra yekgirtî ya erdkêşê, bi destpêkirineke ew çendî basît dirûvên bêdawî yên herî bedew û herî bedew hatin û tên raçandin.”
Nîşe:
1- Ger em li ser mebesta van gotinan herin, The Archaean Eon (Dewra Arkîyan) dewra yekem e li cîhanê, ku 4 mîyar heta 2.5 mîlyar sal berê niha. Ev gotin, referanseke ji bo yekemîn hilhatina tavê li ser rûyê rojgeraneke nûbûyî ku em îro wek Cîhan bi nav dikin.
Lê belê, nivîskarê gotinên stranê di vir de şaşiyek kiriye. Dewra Arkîyan dewra duyemîne di temenê Cîhanê de, ya yekem bi rastî Dewra Hedîn e( Hadean Eon)
2- Di mîtolojiya Grekan de Gaia yan Gaea takekeskirina Cîhanê bû û di heman demê de yezdanekî ji yezdanên kevintirin yên Grekan bû. Gaia dayika mezin ya her tiştî bû; pêştirîn Mak Yezdana Grek: afirîner û kesa Cîhan û temamê Karîgehê zayîye- yezdanên asîmanî, Tîtanan, Dêwan.. hemû ji wê re bûne.
3- Bi Latînî ‘opus perfectum’, opus tê wateya kar û perfectum tê wateya tensa(di rêzimanê de dem) perfekt. Her wiha ev gotin raveya rabirdûyê di tensa niha de dike, bgd. tevgerek temam e, ne kû tevgerek hat temankirin.
4-Ligel elementên bi rêya meteor û kometan gellek paşê ji fezayê hatin, her yek atomên ez û tu pêk û temamê jiyanwarî li ser Cîhanê pêk hanîye li nav Sîstema Tavê de li ciyekî bû.
5- Ev beşa, rasterast ji pirtûka yek ji girîngtirîn bîyolognasê cihanê Profesor Richard Dawkin e: “The Greatest Show On Eearth: The Evidence Of Evolution” (Mezintirîn Pêşandana Li Ser Rûyê Cîhanê: Danîşana Peresanê), ku bi xwe dixwîne.
---------Têbînî wê dewam bikin-------
Comments
Post a Comment