Pîlekana Diçe Buhiştê- Led Zeppelin
PÎLEKANA DIÇE BUHIŞTÊ - LED ZEPPELIN (Stairway To Heaven)
Xanimek heye, pêbawer e her çi biteyîse zêr e
Û dikire pîlekaneke diçe buhiştê
Dema xwe dide wira, dibîne ka dukan hemû girtî ne yan na
Dikare bidest bixe ji bona her çi hatiye, tenê bi gotinekê
Ahoo, axx, û dikire pîlekaneke diçe buhiştê
Li ser dîwêr nîşan heye, lê dixwaze pê ewle be
Ji ber ku hey cara gotinek tê du wateyan
Li ser dareke li ber çêm de, bulbulek distirê
Hey caran temamê ramanên me gumanbar in
[Koro]
Ahoo, min dike nava meraqan
Ahoo, min dike nava meraqan
Pêjnek bar dibe li dilê min
Dema ber bi rojava dinihêrim
Û canê min lawayan dike bo ku herim
Min dît di hişê xwe de
Xeleqên dûmanê li nava daran de
Û dengên kes ên sekînine û dimeyizînin
[Koro]
Ahoo, min dike nava meraqan
Ahoo, min dike nava meraqan
Û pê re dike pistîn, dibê ger newa bê bihîstin
Wê gavê bilûrjen dê me bibe serhişiyê
Û rojeke nû wê bişkive
Ji bo kesên li bendê ne zûve
Daristan wê olan bidin ji ber dengên kenînê
Ahoo, ahoo, waxx
Ger cîyekî sûra darîn ya li dorana we bişikê
Nekevin nava tirs û şikê
Tenê pakijiya biharê tê kirin bo keybanûya Gulanê
Erê, du rê hene bo çuyinê
Lê di meşa demdirêj de
Hê jî molet heye ji bo rêveguheztinê
[Koro]
Û min dike nava meraqan
Ahoo, waxx
Gujniyek di serê te de ye û dê derbas nebe
Bila haya te pê hebe
Bilûrjen bangê te dike dibê were
Xanimcan, tu dibihîsî ku çawa ba werdibe?
Û gelo haya te pê heye,
Pîlekana te li ser pişta pistiniya bê ye?
Û dema em derdikevin û rêyan dadigirin
Sîyên me ji gyanên me bilindtirin
Xanima ku em tev dinasin dimeşe
Diçilvile spî-çîl û dixwaze her kes bike temaşe
Ka çawa her tişt vediguheze zêrê
Û ku hûn baş guh bidinê
Newa dê were guhê we zû yan dereng
Dema her kes bibe yek û yekreng
Bo were ser tayê berekî û nelipite
Û ew dikire pîlakaneke diçe buhiştê
Wergêr: ARK
Comments
Post a Comment