Pirseke Buhiştê- Iced Earth

 PIRSEKE BUHIŞTÊ- ICED EARTH (A Question Of Heaven)


Dem hatiye êdî, dawî hat û gihîjî

Meşa min a di newêl de, şêverêyên xoftijî

Xwe vikûvala hîs dikim, tobekariya min ji wextê der e

Barkem zehf dereng e êdî ku bibim bi te re


Ez bêeman ditirsim ji ber tiştên wê yeqîn bibin

Min xwe firot, mirina min

(Dizanim) Dizanim nikarî min bibexşî

(Dizanim) Dizanim bi tana serê xwe me

Dizanim min ji te re bêbextî kir

Tana serê xwe dimeşim


Rasterast çi ye wateya vê yekê?

Tenê peyakên di leyîstika te ya hîlebaz de

Êşa dijwar bo derewa ez dijîm

Bo evîneke nabe ez tucar jê re bêbextiyê bikim


Min nede ber pirsa, got Xwedê ji te re

Te bixwe hilbijart qeder û çarenûsa xwe

Mandelkiriyê jiyanê ye tişta ketiye para te

Te bixwe hilbijart qeder û çarenûsa xwe


Xwedê, min kulmên xwe li ber te vekir

Tu nahêlî hema ez j’xwe re bimirim?

Ma min têra xwe êş û azar nekişandin?

Ne aramiya dil, ne dunyaya din


Min nede ber pirsan,got Xwedê ji te re

Te bixwe hilbijart qeder û çarenûsa xwe 

Mandelkiriyê vê jiyanê

Te bixwe hilbijart

Qeder û çarenûsa xwe


Tişta bi ya min rast e kir min

Hemû ji bo evîna jiyana min

Ez dizanim ev xembar lê rast e

Tiştek heye ku hîç nedurust e

Dîlgirtîbûna êşkişandinê ya didomîne ev qas 

Ji bo evîneke xas


Pirs di xwe de veşartî ye

Dijwar e têgihiştîn

Min hê jî dixişxişîne

Û di bêhna min a dawîn de

Tu poşmanî di dilê min de nîn e

Nema dibû tiştekî jî biguherînim


Gyanek radibe û bilind dibe

Ber bi asîmanên buhiştî

Tenê ji bo dûrkeve ji te

Niha, tenê dixwazim bimirim

Nîn e kolanên zêrîn li asîman

Û ez destên xwe dişûm bi te


[Koro] *2

Bilindbûna ber bi ronaka buhiştê

Tenê ji bo lawayikirina bo mirinê

Tenê bo mandelkirinê












Comments

Popular posts from this blog

Ibra: Destpêk /Genesis

Waneyên Soranî-Kurmancî

Mîm û Dîm (Galleria ARKadia)