Ha Lawaya- Leonard Cohen

 HA LAWAYA- LEONARD COHEN (Hallelujah)*


Niha min bihîst qaydeke veşartî heye,

Yeke ku Dawid lêdaye û xweşa Xwedê jî çûye.

Lê qeydûbend ne xema te ye, ne wisa?

Wiha didê û diçe;

Ya çyaran, ya pêncan,

Minor dikeve, major radibe ser pîyan,

Şahê şaşopaş dilêve lawaya

Ha lawaya

Ha lawaya

Ha lawaya

Ha lawaya


Baweriya te zexm bû, lê te dixwest delîl û palpişt,

Te dît WÊ xwe li ser banî dişûşt,

Bedewiya WÊ û hîvrenê tu bi erdê ve pelişt,

Tu girêdayî bi sendeliyekê ve,

Taca te şikênast û kurr kir porê te

Û lêvên te da nalîn û lawaya

Ha lawaya

Ha lawaya

Ha lawaya

Ha lawaya


Berxikê, ez hatibûm vir beriya niha

Vî xaniyê dizanim, geriyabûm li ser van bera

Tana serê xwe dijiyam beriya te nas bikim

Min direfşa te li ser kemera mermer dîtiye

Evîn ne meşeke serkeftinê ye;

Sar e evîn û yek şikestî lawaya

Ha lawaya

Ha lawaya

Ha lawaya

Ha lawaya


Demekî te dihîşt ez bizanibim,

Ku birastî çi rû dide li bin. 

Lê tu tucarî nîşanê min nadî, ne wisa?

Û bîne bîra xwe gava min barê cem te kir,

Kewa pîroz jî bi min re bar dikir

Û her bêhna me distand wek lawaya

Ha lawaya

Ha lawaya

Ha lawaya

Ha lawaya


Dibêjî tu wî NAVî hildidî bi qirêjî,

Lê ya rastî, nizanim ew NAV çi ye jî.

Hema hildim jî, ka bê çi’j te re?

Rîjên renayiyê heye di di her peyvê de,

Ne girîng e çi hatiye û tê guhê te,

Ya pîroz yan jî ya şikestî lawaya

Ha lawaya

Ha lawaya

Ha lawaya

Ha lawaya


Çi’j destê min hat min kir, ne tiştek bû,

Nikaribûm bihîsim, loma kir ku dest bidim.

Min RASTÎ got, nehatim bo te bixapînim

Û her çi qas jî her tişt tevlihevbû,

Ez ê li pêş begê stranan bisekinim,

Dê nebe tiştek li ser zimanê min xêncî lawaya

Ha lawaya

Ha lawaya

Ha lawaya

Ha lawaya


Wergêr: ARK


*Hallelujah: Gotineke Cihûyî(Hebrew) ye û tê wateya ‘pesin ji beg/Xwedê re’. Gava di ayînan de bi çepikan re tê gotin hîseke wê ya coşî heye, lê pê re, wate û hîseke wê ya lorîn û lawayî, wek,  ‘pesin be ji te re, lawaya dikim, alîkariyê li min bike!’ jî heye. 


Comments

Popular posts from this blog

Ibra: Destpêk /Genesis

Waneyên Soranî-Kurmancî

Mîm û Dîm (Galleria ARKadia)