Helbest - Şêrko Bêkes

 Ger heyv ji te

Bedewtir bûya

Min qet ji te hez nedikir

Ger muzîk

Dengê wê ji te xweşiktir bûya

Min qet li te guhdarî nedikir

Ger sûlav

Bejina wê ji te bilindtir bûya

Min qet li te temaşe nedikir

Ger baxçe

Bêhna wî ji te xweştir bûya

Min qet tu nedikir

Ger derbarê helbestan de jî ji min dipirsî

Bila tu bizanibî

Ger sedî sed neşibîyana te

Min nedinivîsîn


- Şêrko Bêkes

Ji Soranî Sîver Serhedî 

Comments

Popular posts from this blog

Ibra: Destpêk /Genesis

Waneyên Soranî-Kurmancî

Mîm û Dîm (Galleria ARKadia)