Qewlê Xwe- Frank Sinatra
QEWLÊ XWE- FRANK SINATRA (My Way)
Û niha, dawî li ber derî ye
Hevrû dibim bi dawîn perdeyê re
Dosto, ez ji te re libo libo bibêjim
Bînim ziman mesela xwe, ya jê bêguman im
Jiyaneke têr û tijî jiyam
Di her rêyê de geriyam
Û zêdetir, ji van jî zêdetir
Min ev hemû kir bi qewlê xwe
Poşmanî, dilê min de çend heb hene
Lê dîsa jî, ne hêjayê gotinê ne
Çi pêwîst bû min ew kir
Û min hemûk jî heta dawiyê bir
Min hesab kir her sefera li ser kaxizê,
Her gava bi pûtepêdan a di rêçikê de
Û zêdetir, ji van jî zêdetir
Min ev hemû kir bi qewlê xwe
Erê, dem çêbûn, dizanim hûn jî pê haydar bûn
Min qotên mezin gezkirin, ku nikaribim bicûm
Lê di demên wiha de, gava ez pê diketim şikê
Min carekî de dixwar û pê re tû dikir xar
Li ber sekînim, bêyê ku xwe bitewînim
Û ev hemû kir bi qewlê xwe
Min hez kir, keniyam û gîrîyam
Tûrikê xwe dagirt, ji derdanê jî bêpar nemam
Û niha, her ku hêsirên çavê min aş dibin
Ev hemû zehf xweşa min diçin
Bi fikirîna ku min ev hemû pêk hanîne
Gelo dikarim bibêjim, ne ku bi şermokeyî
Axx, na, axx, na, ne min
Min ev hemû kir bi qewlê xwe
Mêrek bo çi heye? Çiyê wî heye?
Ne bo xwe be, wê gavê tiştekî wî tune ye
Bo bîne ziman, birastî çi hest bi wî re ye
Û ne bi gotinên di devê wî kesî de, yê çok vedaye
Çeteleya derbe û dexmeyên min li ber çava ye
Û min ev hemû kir bi qewlê xwe
Erê, bi qewlê xwe
Werger bi qewlê ARK(@ARKadia_1001 li ser Twitterê)
Comments
Post a Comment