Neke Xem- Frozen OST

 NEKE XEM - FROZEN OST ( Let It Go)


Berf spîçîl diçilvile li serê çiyê îşev

Kitek şûnpê nayê dîtin

Keyatiyeke niximandî

Û wisa tê xuyên ez im Keyjin


Ba difîzfîze weke bagera digizire di hundir da

Nikaribûm zeft bikim, asîman şahid in ku min berxwe da

Nehêle ku têbigihin, nehêle bibînin

Bibe keçika başik, ya hertim divê bibî

Veşêre, nehîse, nehêle pê bihisin

Wa, êdî pê hisîn


Neke xem, neke xem

Nikarim êdî zeft bikim

Neke xem, neke xem

Berdê û dêrî bigire zexm

Guh nadimê da ku wê çi bibêjin

Bihêle bila bager har bibe

Sermayê jixwe ez neêşandim


Ecêb e ku çawa berek dûrahî her tiştî piçûk dide xuyên

Û ew xofên ez demekî çespandibûm êdî nikarin bi min re bigihên

Dem e, da bibînim çi ji destê min tê

Bo bidim zorê payanan û şikênandina wan

Ne rast, ne çewt, nîn e tu rist bo min

Serbest im


Neke xem, neke xem

Ez im ya bi bê re û ya ba asîman

Neke xem, neke xem

Tu yê tu carî nebînî ku digîrîm

Ha, ez çik sekinîme û disekinim

Bihêle bila bager har bibe


Hêza min ji hewayê daweribe ‘erdê

Ruhê min diale li her peşkeke berfê

Û fikrek camcamî dibe wek teqîneke qeşayê

Ez ê tu carî venegerim, tişta çûyî êdî paş ve nayê


Neke xem, neke xem

Û ez ê rabim, veçirînim kerresî

Neke xem, neke xem

Çû ew keçika bêkêmasî

Ha, di nava roniya rojê de disekinim

Bihêle bila bager har bibe

Sermayê jixwe ez neêşandim










Comments

Popular posts from this blog

Ibra: Destpêk /Genesis

Waneyên Soranî-Kurmancî

Mîm û Dîm (Galleria ARKadia)