Tirsa Ji Tariyê- Iron Maiden

 TIRSA JI TARIYÊ - IRON MAIDEN (Fear Of The Dark)


Ez merivek im yê tik û tenê dimeşe

Û dema bimeşim di rêyeke tarî de

Bişev, yan jî bigerim nava parkê de


Gava diguherin ronak

Hey cara hîs dikim piçekî xofnak

Piçekî bêaram dibim di tariyê de


Tirsa ji tariyê, tirsa ji tariyê

Li min tirs bi cîh e ku tiştek her tê nêzîktir

Tirsa ji tariyê, tirsa ji tariyê

Li min saw e ku hertim kesek heye li wir 


Te qet tiliyên li ser dîwêr berjêr şiqitandine

Û hîs kiriye ku çermê stuyê te tiştişî bûye

Gava li bişkokên lembê geriyayî?

Hey cara ziravê te diqete ku binêrî li wê qulçê jûrê

Hew hîs dikî ku tiştek li te dimeyize li wir


Tirsa ji tariyê, tirsa ji tariyê

Li min tirs bi cîh e ku tiştek her tê nêzîktir

Tirsa ji tariyê, tirsa ji tariyê

Li min saw e ku hertim kesek heye li wir 


Tu qet bişev mayî bi tana serê xwe

Û hew fikirî ku dengên pêyan tên li piştê

Zivirîyî û nedîtiye çi kesek li wir?

Û pê re dilezînî gavên xwe 

Dûbare lêrîna li pişt xwe ji te ra zor tê

Çima ku bêguman î kesek heye li wir.


Tirsa ji tariyê, tirsa ji tariyê

Li min tirs bi cîh e ku tiştek her tê nêzîktir

Tirsa ji tariyê, tirsa ji tariyê

Li min saw e ku hertim kesek heye li wir

Tirsa ji tariyê, tirsa ji tariyê, tirsa ji tariyê….


Temaşekirina fîlmên tirsbar şeva çûyî

Goftûgoya li ser  pîrebok û çîrokayî 

Kêşeyên nepenî yên di hişê te de

Dibe ku hişê te dileyize bi te 

Dihîsî, û hangava çavên te zoq dibin

Ber bi siyên direqisin li pişt te


Tirsa ji tariyê, tirsa ji tariyê

Li min tirs bi cîh e ku tiştek her tê nêzîktir

Tirsa ji tariyê, tirsa ji tariyê

Li min saw e ku hertim kesem heye li wir

Tirsa ji tariyê, tirsa ji tariyê

Li min tirs bi cîh e ku tiştek her tê nêzîktir

Tirsa ji tariyê, tirsa ji tariyê

Li min saw e ku hertim kesek heye li wir


Dema ez dimeşim di rêyeke tarî de

Ez merivek im yê tik û tenê dimeşe






Comments

Popular posts from this blog

Ibra: Destpêk /Genesis

Waneyên Soranî-Kurmancî

Mîm û Dîm (Galleria ARKadia)