Birevin Serê Çiyan- Iron Maiden

 BIREVIN SERÊ ÇIYAN- IRON MAIDEN (Run To The Hills)


Mêrikê spîçolkî* li ser deryayê re hat

Ji me re hanî jan û belengazî û bobelat

Wî kuşt merivên me, talan kir pergala me

Bo zikê xwe têr ke, ji me stand rizqê** me

Me pê re cengeke tund kir ,cengeke rind kir

Li ser rast û bestan, me hetka wî ji wî bir

Lê gellekan dane pey wî, hatin bo Cree***

Ax, gelo em ê bikaribin dîsa rakin serî?


Hespbezandina li nav ewrên tozê û çolistanê

Çargaviyên gurr li nava rast û deyştanê

Lêgerîna çermsoran, ta li quliqên wan 

Cenga bi wan re, ji bo goştê nêçîrên wan

Kujerê azadiyê, kêra çikandî di piştê de

Jin û zêç tirsonek in, êrîş bike û lêde!


Birevin serê çiyan, birevin bo canê xwe

Birevin serê çiyan, birevin bo canê xwe


Leşkerê hêşîn****li nava çolistanê

Nêçîr dikin û dikujin rizqên wan

Dest diavêjin jinan, hûr dikin mêran

Çermsorên baş, tenê yên kedîkirî ne*****

Wîskiyê difiroşin wan û jê distînin zêran

Bende digirin ciwanan, tune dikin pîran


Birevin serê çiyan, birevin bo canê xwe

Birevin serê çiyan, birevin bo canê xwe


Birevin serê çiyan, birevin bo canê xwe (#4)


*Mêrikê Spî(çolkî)/ white man, binsvkirina niştecîhên Amerîkî ye bo dagirkerên ji Awrûpayê hatine erdê wan.

**”their game” anko ajalên ku niştecihên Amerîkî nêçîr dikin û bi goştê wan debara xwe dikin.

*** Cree, wextekî navê bakurê Minnesota, North Dakota û Montanayê bû. Pê re, li Canadayê, Cree pirraniya dorhêlên başura îroyîn di nav xwe de dihewand, anko erdên ku pêştirîn niştecîh bi mêrikê spîçolkî re rûbirû bûye.

****Hêşîn, rengê kincên leşkerên piştî Cenga Navxweyî ya Amerîkayê bû. Wana gellek niştecîh ji şûnwarên wana kirin.

***** “The only good Indians are tame” ev gotina çi qas rengê gotina dagirkerê Kurdan dide!: “Kurdê herî baş, yê mirî ye”

Indian/redskin/çermesor 

Comments

Popular posts from this blog

Ibra: Destpêk /Genesis

Waneyên Soranî-Kurmancî

Mîm û Dîm (Galleria ARKadia)