Em ê Tune Bikin- Amon Amarth

 EM Ê TUNE BIKIN - AMON AMARTH (We Shall Destroy)


Şûr û rim

Mertalbengê

Sekna zexm

Li ser sûta kifşkirî ya cengê


Ji rêz û dorê

Mertal bi mertal

Rex bi rex

Em dimeşin ber bi qederê


Bimeşin yekta

Li paş xwe nenhêrin

Lawên Odîn

Lêdin!


Birêje xezebê! Bêpoşmanî!

Ceng destûr nade bo çi lorînî!

Bila şûrên we biqelêşe û bisitirrîne

Ev der ne ciyê jêtirsîn e


Bernedin rêzê! Bibin yekta!

Bi yekîtiyê me ser da

Mertalên me wê dîwarekî semyan pêk bînin

Yek û yekta, em ê tu carî nekevin


Tirs wê qul neke dilên me,

Lê şûr û tîr wê bikin.

Serketin xelata me ye,

Bona xwîna em dirijînin.

Em nehatin bo canê xwe berhewa bikin,

Mîna  peyakên leyistikên hovane.

Ruhê me, rimên me

Û mertalên me bi hev re zeliqîne,

Zîncîreke zexmtir pêk hanîne.


Bimeşin yekta

Lê paş xwe nenhêrin

Lawên Odîn

Lêdin!


Giş yek e

Û yek giş e

Rex bi rex

Ceng bang dike

Giş yek e

Û yek giş e

Mertal bi mertal

Ya me wê tu carî hilneweşe


Birêje xezebê! Bêpoşmanî!

Ceng destûr nade bo çi lorînî!

Bila şûrên we biqelêşe û bisitirrîne

Ev der ne ciyê jêtirsîn e


Tijî be bi hêzê! Bişikêne xetên wan!

Ne poşmanî, veçirîne perên wan!

Hûrxaş bike dîwarê wan!

Em ê tune bikin!



Comments

Popular posts from this blog

Ibra: Destpêk /Genesis

Waneyên Soranî-Kurmancî

Mîm û Dîm (Galleria ARKadia)