Singhestin - Amon Amarth

 SINGHESTIN - AMON AMARTH ( Ironside)


Hatim cihanê wek kurê lehengekî

Wê çawa be çarenûsa min?

Ev sîya wî wê wiha her li ser min be?

Yan navê min ê jê bifilite?

Barê rabirdûya wî ya li ser pişta min

Ez herdem tepisandim

Min gellek ked da bo bibînim rêya xwe

Bo isbat bikim ez heme têra xwe


Singhestin,

Ev e navê min,

Wê bijî bi rûreşiyê.

Singhestin,

Bisitirê navê min

Heta bêdawiyê.


Li ser pişta bê geriyam,

Wê ez hanîm dûr û dûrhêlan,

Nava xwînbarîn û polabageran.

Mîrata min ya min e.


Singhestin,

Ev e navê min,

Wê bijî bi rûreşiyê.

Singhestin,

Bisitirê navê min

Heta bêdawiyê.


(Järnsida, singhestin) x2


Tu carî xwîn ji min nerêjiya

Di nava ew qas ceng û lihevdana de

A wiha navê min rû da,

Dibêjine min Singhestin


A niha rûdinêm li ser textê Svitjodê,

Erdê ku niha warê min e.

Û gava canê min firî ber bi Asgardê

Li vir ez ê veşêrim hestiyên xwe


Singhestin,

Ev e navê min,

Wê bijî bi rûreşiyê.

Singhestin,

Bisitirê navê min

Heta bêdawiyê.

Singhestin,

Ev e navê min,

Wê bijî bi rûreşiyê.

Singhestin,

Bisitirê navê min


Ez Singhestin,

Keyê Svitjodê,

Ez im keyê Svitjodê.







Comments

Popular posts from this blog

Ibra: Destpêk /Genesis

Waneyên Soranî-Kurmancî

Mîm û Dîm (Galleria ARKadia)