Suwarî- Iron Maiden

 SUWARÎ- IRON MAIDEN (The Trooper)


Tu yê canê min bistînî, lê ez ê jî canê te

Tu yê tifinga xwe biqetînî, lê ez ê têk bibim te

Êja li benda êrîşa din bimînî heger

Çêtir e çik bisekînî, lew nîn e jê veger


Borîzan lê dide, û agirê êrîşê vêdikeve

Lê li ser vê qada cengê kes sernakeve

Bêhna tûj ya dûmanê û hulma hespan

Gava xwe diavêjim paşila mirina bêguman


Hesp xuh dide di nava tirsê de, em vediqetin ku birevin

Bore borên semyan û xofbar ji çekên Ûrisan radibin

Em dikin ku xwe biavêjin ber dîwarê ji merivan

Gava dikevin erdê, qêjniya êşbar tê ji hevalan


Em ser cendekên li erdê re banz didin

Pê re, Ûris dest bi gulereşabdineke din dikin

Em pirr dûr dimînin, nêzîk bibin jî her çendî

Bo cengkirina rojeke din em ê nemînin zîndî


Em tên nêzîk têra xwe ku li hev bidin

Ûrisek zoq dike çavê xwe û dikute ser min

Dikişîne kişokê û ez dihîsim derbeyê

Hespê min dikeve erdê ji ber derba guleyê


Û li wir, piştosang, asmîn dimeyzim hema wuha

Cendekê min ê tevizî û gewrîya min a zuha

Dirêj bûme jibîrbûyî û tiktenê, bi hawî

Bê dilopek hêsir, ji min tê nalîna dawî 







Comments

Popular posts from this blog

Ibra: Destpêk /Genesis

Waneyên Soranî-Kurmancî

Mîm û Dîm (Galleria ARKadia)