Cengkerên Cihanê Yekserî - Manowar
CENGKERÊN CIHANÊ YEKSERÎ - MANOWAR (Warriors Of The World United)
Wa, leşkerên me ji çarhêla cihanê li ser pîyan e
Rêz bi rêz in, li benda qêrîna cengê ne
Giş li vir beravbûne, serkeftin dûr nîn e
Deng wê tijî bike pirêzê,bîne me teva re hêzê
Em tenê bo metala rastîn ceng dikin
Me maf heye bijîn cenga em bo we tevan li vir in
Niha sond bixwin ku dê tu carî zuha nebe xwîna li ser polaya di destê we de
Çik bisekinin û ceng bikin di bin asîmanê cengewariyê de
Brano, yên li her deverê
Destên xwe rakin jorê
Em cengker in
Em in cengkerên cinahê
Wek birqetava ji asîmanê
Sondxwarî bo lihevdanê û mirinê
Em cengker in
Em in cengkerên cihanê
Gellek dijî me ne lê tu carî wê sernekevin
Me got em ê vegerin û wa em dîsa li vir in!
Bo bînin ji wan tevan re êş, keder û mirin
Em mêrkutên yezdanan in, em birqetav ba û baran in!
Aha rawestiyane di nav tirsê de, di destên lerzok de şûr
Kesê dixwaze bibe key divê pêşiyê bibe mêr
Ez bangê wana dikim û êrîşê tevan dikim, li ser jiyana wan a derewîn
Û beriya bimirin divê dervedin, li demika xwe ya dawîn
Brano, yên li her deverê,
Destên xwe rakin jorê
Em cengker in
Em in cengkerên cinahê
Mîna birqetava ji asîmanê
Sondxwarî bo lihevdanê û mirinê
Em cengker in
Em in cengkerên cihanê
Heke ez bikevim erdê li nava cengê, braderên li tenişta min ceng dikin
Hildin hespê min û çekên min, ji malbata min re mirina min vebêjin
Ta wê astê ez ê xurt bimînim, lêdim bo xatirê rastiyê
Her kê bikeve ber min wê bimire bi polayê
Brano, yên li her deverê,
Destên xwe rakin jorê
Em cengker in
Em in cengkerên cinahê
Brano, yên li her deverê,
Destên xwe rakin jorê
Em cengker in
Em in cengkerên cihanê
Mîna birqetava ji asîmanê
Sondxwarî bo lihevdanê û mirinê
Em cengker in
Em in cengkerên cihanê
Pir xweş e, dest xweş. Te heqê wergerîyê dayîyê.
ReplyDelete