Tişta Jê Hez Dikim - Rammstein

TIŞTA JÊ HEZ DIKIM- RAMMSTEIN ( Was Ich Liebe)


Dikarim bê bext tab bikim

Çimku bext di xwe de bêbextiyê jî xayî dike

Divê ez ewê belbelayî bikim

Tişta jê hez dikim, dixwazim çê bikim


Min ne destûr e bextewar bibim

Na (na, na)


Jê hez nakim dema evîndarê tiştekî dibim

Pê kêfxweş nabim dema bi tiştekî xweş dibim

Bextewar nîn im gava bext re war im

Dizanim jî, ez ê paşê jê poşman bibim


Min ne destûr e bextewar bibim

Her kî ji min hez bike, divê evê qebûl bike


Tişta jê hez dikim,

Wê tarûmar be

Tişta jê hez dikim

Divê bimire, ha bimire


Loma min xwe bêzirar kir

Min ne destûr e evîndar bim

Wê hîngê, ne hewce ye êşedar bim

Û çi dilek jî pê re neşikê


Min ne destûr e bextewar bim

Na (na, na)


Tişta jê hez dikim

Wê tarûmar be

Tişta jê hez dikim

Divê bimire, ha bimire


Piştî dilşadî û şahiyê,

Tê êş û keser

Ji bo her tişta bedew,

Divê tu bidî berdeliyê


Tişta jê hez dikim,

Dê tarûmar be

Tişta jê hez dikim,

Divê bimire, ha bimire

Tişta jê hez dikim


Werger ji Almanî bo Kurdî: Şervîn û ARK



Comments

Popular posts from this blog

Ibra: Destpêk /Genesis

Waneyên Soranî-Kurmancî

Mîm û Dîm (Galleria ARKadia)