Maxolî - Iced Earth
MAXOLÎ - ICED EARTH (Melancholy)
Vê xembariyê dûr bişîne
Rojeke dinê vegere
Bi salan min kir ku hîm bikim
Lê çavên wan vik û vala ne
Vik û vala bû hebûna min
Bo wan divê ez bimirim
Reveke xembar û bi teşqele
Ciyekî nankor û galegale
Dibînim xembariyê di çavên wan de
Maxoliyê di girînên wan de
Bi timî ji hezê û xwezê şûştî
Gyanê mêriv nikare bimire
Binêre li êşa li derûdora min
Ev e, ya bonê digîrîm
Binêre li êşa derêdora min
Ev e, ya bonê ez ê bimirim
Vê xembariyê dûr bişîne
Rojeke dinê vekere
Tiştên ku min gotin û kirin
Ne di xema kesekî de ye
Lê hê jî, tu min didî zorê bo bibînim
Tişteke, ya ez ê tu car nikarim bibim
Çima ez im şahê wan yê jihalêketî?
Min ne mebest e bibêjim tiştekî
Dibînim xembariyê di çavên wan de
Maxoliyê di girînên wan de
Bi timî ji hezê û xwezê şûştî
Gyanê mêriv nikare bimire
Binêre li êşa li derûdora min
Ev e, ya bonê digîrîm
Binêre li êşa derêdora min
Ev e, ya bonê ez ê bimirim
Dibînim xembariyê di çavên wan de
Maxoliyê di girînên wan de
Bi timî ji hezê û xwezê şûştî
Gyanê mêriv nikare bimire
Binêre li êşa li derûdora min
Ev e, ya bonê digîrîm
Binêre li êşa derêdora min
Ev e, ya bonê ez ê bimirim
Comments
Post a Comment