Danîn - The Cars

 DANÎN - THE CARS (DRIVE)


Kê yê ji te re bibêje dema êdî pirr dereng e?

Kê yê ji te re bibêje rewş ne wusa xweşreng e?


Nabe wuha bidomînî, bi fikra ku tune ye tu çewtî, lê êja

Kê yê te dayine malê îşev?


Kê yê te rake ser xwe, gava bikevî?

Kê yê bigire, gava telefonê bikî?

Kê yê bala xwe bide xewnên te?

Kê yê guhan bigire, gava qêrîn hat ji te? 


Nabe wuha bidomînî, bi fikra ku tune ye tu çewtî, lê êja

Kê yê te dayine malê îşev?


Kê yê te aş bike, gava tu lerizî?

Kê yê were ba te, gava tu derizî?


Nabe wuha bidomînî, bi fikra ku tune ye tu çewtî, lê êja

Kê yê te dayine malê îşev?

Ax, dizanî ku nabe bidominî bi fikra tune ye tu çewtî

Kê yê te dayine malê îşev?




Comments

Popular posts from this blog

Ibra: Destpêk /Genesis

Waneyên Soranî-Kurmancî

Mîm û Dîm (Galleria ARKadia)