Wareger- Amon Amarth
WAREGER - AMON AMARTH (Wanderer)
Digerim li nava vê warê qeşagirtî bi tena serê xwe
Li seramserê rêgehê tune ye tu sitargeh
Dema ev waregerê rûspî hate ba min û rû da
Û hêviya ber mirinê ya dilê min de, çîl veda
Hêviya ber mirinê ya dilê min de, çîl veda
Çîl veda
Ev penaber alikariyê, dema kes ne li dor e
Pêşkêşê vî serberedayî dike, vî kujerê ku firar e
Em dimeşin ber bi çiyayên berfî
Rêwîtiya min niha destpê dike ji azadiyê re
Li revê
Tik û tenê
Hêvî nema
Wareger
Pûkbagereke ku kor dike lê da
Kêra bayê birrî, çû heta hestîyan
Û di nava mijiya ku berf pêk tîne de
Tenê bûm, kes nedihat xûyan
Bagera diqefîlîne ez raxistim erdê
Dirêjbûm ji bo bêhnstandinê
Di nava sir û sermaya hişk de
Dizanibûm ez ê herim mirinê
Tenêhiştî bûm, zêde çare tune bû
Bes, li hember çarenûsê serîtewandinê
Lê gava wareger vegeriya
Min tê derxist ez hatim rizgarkirinê
Li revê
Tik û tenê
Hêvî vegeriya
Wareger
Li revê
Ne tenê
Didome rê
Wareger
Ez hatime girêdan bi xewnên xwînê
Bi dîmenên mirin û xwînrijînê
Ev e dahatîya ez dibînim
Û heger, rastî jî eva rojgara min e
De bihêle bila wusa be.
Têbinî: peyva 'wareger' min ji bo 'wanderer' ava kir.
Comments
Post a Comment