Di Bin Stêrka Bakurê de - Amon Amarth
DI BIN STÊRKA BAKURÊ DE - AMON AMARTH (Under the Northern Star)
Zivistana qeşagirtî tele tel nêzîk dibe
Asîmanên tarî li ser serê me
Li hewa, serma dibirre û diavêje
Tarî gav bi gav dorpêç dike me
Serma, sirra payîzê ya qul dike û têda diçe
Tijî dike badbanê keştiya dirêjok, dardixe
Heta çendekî dê biqerisin derya û deryaçe
Û berf wê çarşefa xwe raxe
Gellek salan em li dûriyê bûn
Pirrî okyanûsan me geşt kir lê
Niha stêrka bakur rê nîşanê me dide
Hew ku me berê xwe daye malê
Ew çendî zehmetên me kişand
Xelata giranbuha hanî ji me ra
Niha stêrka bakur rêya malê dide ber me
Ligel barên me yên tijî bi zêra
Gellek heval mirin li ser rê
Tenê çend kes man ji me
Lê ez ê bi şanazî dewsa wan bigirim
Di Hola Odin de ya li jorê
Zivistana qeşagirtî tele tel nêzîk dibe
Asîmanên tarî li ser serê me
Li hewa, serma dibirre û diavêje
Tarî gav bi gav dorpêç dike me
Heta çendekî dê biqerisin derya û deryaçe
Berf wê çarşefa xwe raxe
Û em ê beriya bayê havînê bikin
Ew dema badban dikarin bên vekirin
Comments
Post a Comment