Hezar Tîrên Bialav - Amon Amarth

 HEZAR TÎRÊN BIALAV - AMON AMARTH (One Thousand Burning Arrows)

 

Wî diênîn ser deravê

Keştiya wî ava û amade ye

Ew êdî nikare wana bibîne

Li vir nikare bimîne


Destebirak tev berav bûn

Rûyên wan hişk, wek kevira ne

Hatine ji bo xatirxwestinê

Di nava bêdengiyê de dikin şînê


''Keyê me veqetiya ji nava refên me

Mêrekî zana û zendegî

Wefa û spasî ye ji wî re deynê me

Em rêvebirin bi canbegî


Wê li cem her kesî were bîrêkirin 

Dilê wî niha hatiye aşkirin

Îşev wê şîva xwe di Hola Odin de bixwe 

Li wê derê wê bi têra dilê xwe vexwe''


Keştî nerme nerm ba dibe li ser pêlan

Her ku roj ber bi şevê diguhere

Hezar tîrên bialav 

Asîmanê stêrkrenî dadigire


Du qelereşkên li ser keştiya dirêjok

Baskên xwe yên şevereşî vedikin

Quloz dikin ber bi asîmanên agirpêketî

Bi vî rengî keyekî rê dikin!


Nava alavan!

Keştiya dirêjok dikeve nava alavan!

Dûyê reş radibe jorê

Ber bi şeva ji deman-derê


Nava alavan!

Hemû cihan dikeve nava alavan!

Êdî tu tiştek wê nebe wekî berê

Her tişt wê hemîşe biguhere


Alav gurr dibin radibin jortirê

Pê re dicûn dar û goşt

Gavekî şûn de keştiyê ji hev derkeve

Û wê di kûrahiyê de dakeve


Em ê îşev di nav bêdengiyê de vexwin

Û dema berbang biavêje

Keyê me ji vê cihanê çûye bo ku

Ber bi deriyên Valhallayê bimeşe














 



Comments

Popular posts from this blog

Ibra: Destpêk /Genesis

Waneyên Soranî-Kurmancî

Mîm û Dîm (Galleria ARKadia)