Hîlebazê Yezdanan - Amon Amarth
HÎLEBAZÊ YEZDANAN- AMON AMARTH (Deciever of Gods)
Hingiyê ez ji dayîk bûme, wana pêşî li min girt hertim
Her kirin ku li ber wan hustû bitewînim, bi zorê
Ez ê pirtevekim
Taca pîroz di nava bayê brûskeke dagirtî bi tolê
Nigeran im ji rê û ratibên wan ên rastiyane
Ev yek dilê min hev dixe
Bi pêdakirina agirê kerba har
Hebûna min, dawiya wan e
Asgarad hertim ji min ra bû xanûman
Lê ez ji xwîneke din im
Ez ê textê wan xarda bînim
Hîlebaz, hîlebazê yezdanan
Ev hemû kerb, ev qas rikberî
Ji kûr va hundirê min dişewitîne
Û dîsa jî tenê ev tişt e
Ya ku min zîndî dihêle
Hisreta reş a dilê min da
Diqilqile ku biavêje derva
Yekane sirûşta rastîn ya canê min
Dêw dijî di hundirê min da*
Vedin!
Wun hemûşk ê çok vedin li ber min!
Yan jî para we ye mirin!
Wun hemûşk ê çok vedin li ber min!
Bikevin!
Wun hemûşk ê li ber min bikevin!
Tolhildan wê bê, tolhildana şîrîn!
Wun hemûşk ê li ber min bikevin!
Asgarad hertim ji min ra bû xanûman
Lê ez ji xwîneke din im
Ez ê textê wan xarda bînim
Hîlebaz, hîlebazê yezdanan
Asgaard hertim ji min ra bû xanûman
Lê ez ji xwineke din zam
Hatime ji bo textê wan xarda bînim
Hîlebaz, hîlebazê yezdanan!
*Gotinên vê stranê li ser Loki, yê ku di mîtolciya Skandînavyayê fîgurekî girîng e, hatine nivîsîn. Loki ji xwîna yezdanan nîn e, yezdan wî her piçûk dibînin, loma ev qas dijî yezdan û dezgahê wan tijî rik e. Loki her çendî weke aesir'an(yezdanên panteona bingehîn) bijî û tevbigere jî, rastiyê de xwerû dêw(jotunn) e.
Comments
Post a Comment