Keçikên Xaman Digîrîn - Sia

 KEÇIKÊN XAMAN DIGÎRÎN - SIA (Big Girls Cry)

Keçika zexm, di nav lez û bezê da

Dem nîn e bo evînê, dem nîn e bo kînê

Sêra nake, nakeve nav leyîstikan 

Keçika zexm, ya can bi êş û jan

Li malê me, tik û tenahî

Li telefonê dinihêrim, vik û valahî

Qey dibê tijî bi kar û saz im, ji derva xwarinê dixwazim

TVya bi pere, ev çi kurreder e (axahayê)

Dibe ku bigîrim, pê ra meykaba xwe bilewitînim

Bişûm û xwe ji hemû tiştên te birine bifilitînim

Û ne xema min e ku xweşik neyêm xuyan

Keçikên xaman digîrîn gava dilên wan dişikên

Keçikên xaman digîrîn gava dilê wan dişikê

Keçika zexm, ez di nava êşê da me

Tenêtî ye li ser serê lûtkeyê

Ji hiş ketin û tew balafiran

Û dîsa jî ji te ra dadigirim pîyaleyekî bi şampanyayê

Keçika zexm ya canê wê bi êş û jan

Li malê me, tik û tenahî

Li telefonê dinihêrim, vik û valahî

Qey dibê tijî bi kar û saz im, ji derva xwarinê dixwazim

TVya bi pere, ev çi kurreder e (axahayê)

Dibe ku bigîrim, pê ra meykaba xwe bilewitînim

Bişûm û xwe ji hemû tiştên te birine bifilitînim

Û ne xema min e ku xweşik neyêm xuyan

Keçikên xaman digîrîn gava dilên wan dişikên

Keçikên xaman digîrîn gava dilên wan dişikên

Keçikên xaman digîrîn gava dilên wan dişikên

Hişyar  dibim, hişyar dibim, hişyar dibim, hişyar dibim...

Hişyar dibim tikûtenê

Dibe ku bigîrim, pê ra meykaba xwe bilewitînim

Bişûm û xwe ji hemû tiştên te birine bifilitînim

Û ne xema min e ku xweşik neyêm xuyan

Keçikên xaman digîrîn gava dilên wan dişikên

Keçikên xaman digîrîn gava dilên wan dişikên

Keçikên xaman digîrîn gava dilê wan dişikê

Comments

Popular posts from this blog

Ibra: Destpêk /Genesis

Waneyên Soranî-Kurmancî

Mîm û Dîm (Galleria ARKadia)