Roja Xikxalî - System of A Down

 ROJA  XIKXALÎ - SYSTEM OF A DOWN (Lonely Day)


Çi rojeke xik û xalî û ew ya min e

Roja herî xalîtirîn* ya jiyana min

Rojeke wuha xalî dibê bê qedexekirin

Rojeke wusa ye ku nikarim lê tabê bînim


Roja herî xalîtirîn ya jiyana min

Roja herî xalîtirîn ya jiyana min 


Rojeke wuha divê qet nebe

Ev rojeke wusa ye ez ê qet bêriyê nekim

Çi rojeke xik û xalî ye û ew ya min e

Roja herî xalîtirîn ya jiyana min


Û heke tu yê herî, dixwazim bi te ra herim

Û heke tu yê bimirî, dixwazim bi te ra bimirim

Bigirim destê te û dûr bikevim


Roja herî xalîtirîn ya jiyana min

Roja herî xalîtirîn ya jiyana min 

Roja herî xalîtirîn ya jiyana min


Çi rojeke xik û xalî û ew ya min e

Rojeke wusa ye ku dilxweş im jê filitîm


* Li vir bi zanetî çewtiya rêzimanî hatiye kirin û du cara superlative/pila bala hatiye bikaranîn, hew dibe ku nûser dil kiriye baş kifşe bike; ev roj yek û yekane roja herî xik û xalî ye ya ku tê da xwe ew qas tenê û vik û vala hest kiriye. 



Comments

Popular posts from this blog

Ibra: Destpêk /Genesis

Waneyên Soranî-Kurmancî

Mîm û Dîm (Galleria ARKadia)